‘Timî şewq dide di dilê me de’
Şervana azadî û rûmetê Dîrok weke zerya û deryayek bû ku gelek berhem tevlî nirxên gelê Kurd dikir.
Şervana azadî û rûmetê Dîrok weke zerya û deryayek bû ku gelek berhem tevlî nirxên gelê Kurd dikir.
Gerîlaya PKK’ê Zinê Hemdo ya bi nasnav Dîrok li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistan ji dayik dibe. Sala 1999’an ji bajarê lê mezin bûye berê xwe dide çiyayên Kurdistanê yên ji bo pêşeroja mirovatiyê maneya heqîqeta jiyana azad û wekhev tê afirandin. Şervana azadî û rûmetê Dîrok weke zerya û deryayek bû ya gelek berhem tevlî nirxên gelê Kurd dikir.
Di rêya ku Rêber Apo pêşengiya wê dike, heta şehadeta xwe ev fedakarî û wezîfeya xwe domand. Bi şehadeta xwe re ku di nav hevalên xwe de rê li ber xemgîniyekê vekir, bi sonda ku dê ala wê li erdê nemîne, gelek Dîrokan di çeperên azadiyê de cih girtin û digirin.
Gerîla Dîrok 1’ê Çileya 2008’an li Lolan a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya di encama êrîşa hewayî ya balafirên şer ên dewleta dagirker û faşîst a Tirk de tevlî karwanê şehîdan bû.
Dilekî bi pora bi keziya şikestî
Ya Koçerekê
Di destên wê de çek
Ronahî ne destên min
Mîna Egîd derdikevim çiyayan
Û mîna Delîl
Dikevim nîvê şer
Û di darikê kibrîtê
Yê Mazlûm de
Ez çend canên cipcuda û yekta
Tînim dinyayê
Bi dilê xwe yê dayikê
Di her çalakiyê de
Li herî pêş
Bi her guleyekê re dengê min belav dibe li çiyayan.
Jinûve jinûve
Çêbûn
Bi tilîliyan
Mina Ferhat
Mîna Mahmûd
Dişewite bedena min
Hevaleke têkoşînê ya gerîlaya PKK’ê Dîrok wer behsa wê dike:
“Mirov bîranîna wan bijî yan jî tiştên bi me dane jiyandin, hizûr û şadiya rastî dide me. Ruhê me ronî dike, hişê me zelal dike. Rastiya şerê jiyane, ji wan ji roja me re bûye mîras.
Lewma di vê dema zeman a bênefes de yek ji kesa ku hewce dike mirov deynê bi qîmet ê pênûsê jiyanî bike, hevala Dîrok Dêrik e. Helbet ne hêsan e mirov dilê wê di hevokan de bide nîşandan. Lê ji eynika jiyanê hevokên nikarin xwe li ber xweşikbûna wê bigirin diherikin.
Ya ev meşa demdirêj bi heyecan di kesayeta xwe de bi cih kir ew bû. Haya wê ji zehmetiyên jiyanê û tiştên hewce dike hebûn. Bi wê serwextbûnê hê zêdetir xwe bi jiyanê ve girê da. Di zelaliya vê rastiyê de hembêzkirina wê ya jiyanê helbet zehmet e mirov vebêje. Mirov behsa dilê wê yê dê di nivîsan de bi cih nebe binivisîne… Hevrê Dîrok beriya her tiştî evîndara ahenga bûyîna milîtaneke jî bû. Zehmetiya nivîsandina vî dilî, lewma bêsekn diherike hevokên me. Kenê wê ku ji rastiya şoreşê ya azad dike re tê xêzkirin, Evîneke mezin di bedena xwe ya biçûk de bi cih kiriye û di şoreşgeriyê de hevaleke mînak bû.
Hevala Dîrok, dilê jinekê bû ya hunera hezkirina jiyanê, ji xwe, rast xwedîderketina li mîrasa afirandina pêşerojê, rastiya mirinê afirandina jiyanê ya bivênevê bi ser xistibû. Hevala Dîrok di asta eşqê de girêdayî doza xwe ya evîna mirov a gerdûnê ye û kombûna van taybetmendiyên ku ji hewcedariyên vêjînê re bibe bersiv bû. Li gor rêgezên hevaltiyê ku tevdigeriya û ji xwe zêdetir girîngî dida hevrêtiyê, cîhana sadetî û duristiyê bû. Ji kesên ku ji hevrêyên xwe re vekirî û dilê wan ji bo hevrêtiyê lê didan dergeheke hevrêtiyê bû. Her tîrêja ‘Roj’ê ku di çavên xwe de dida nîşandan, têr dikir ku baweriya xwe bixe pratîkê û bike parçeyek ji jiyana xwe. Sekna wê ya li gor rêgezên hezkirinê wê timî ew daba jiyandin.
Wek milîtaneke şoreşê, zerya û deryayek bû ya wê gelek nirxên pîroz tevlî şoreşê û nirxên gel kiriba. Heval Dîrok heta şehîd ket jî li gor dilsoziya bi hevrê û doza xwe re xebatek dimeşand. Nirxên diafirand ku di mijara tenduristiyê de jî pêş dixist, ji ber hezkirina wê ya ji mirovan re bû. Jixwe navê ‘Doktor Dîrok’ jî ji wir wergirtibû.
Li ber bîranîna wan ku em careke din bi hurmet bejna xwe ditewînin, wê tu baran û bager agirê azadiyê yê wan pêxistiye nikaribe vemirîne. Wê bîranîna wan rêya me ya ber bi azadiyê ve diçe timî ronî bike.”
Sor êdî di mirinê de rengê jiyanê ye
Dema tê girtin çavên hevalên min ên şehîd
Ji çavên wan rojek hiltê
Ev roj bilind dibe di bedena wan de
Rojeke wiha ye ku di tu demsalan de xuya nake
Timî şewq dide di dilê me de wer…
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkildarî şehîdên Kurdistan wiha dibêje: “Em, li şerên hemû gel û neteweyan binihêrin; ev wer nêzî rastiyên xwe bûne û her ku şehîdên xwe zêde kirine serketin jî bi dest xistine. Berevajî vê timî têk çûne, hatine pelçiqandin û lanetkirin. Wê demê, pêngava me ya şehîdan ku her diçe bi awayekî zincirwarî zêde dibe, ji bilî ku şehîdên me xwe bi xwe dikin artêşek ne tiştekî din e. Ya em dikin jî, tenê bûyîna berdevkê daxwazên wan e. Eger em bala xwe bidinê, xala ku îro em hemû gihiştinê ev e. Rastiya ku em şehîdan bi bîr tînin û jiyandina wê di vir de derdikeve holê. Di vir de hin kes dikarin li hember partiyê jiyaneke di astên herî jêr de biparêzin. Lê belê, li ku derê dibe bila bibe, kesên di bin banê PKK’ê de û bi rastî girêdayî bîranîna şehîdan e, nikarin xwe bijîn û amade ne her kêlî jiyana xwe fedayî vê têkoşînê bikin.”
Nasnav: Dîrok
Nav û Paşnav: Zînê Hemdo
Cihê Jidayikbûnê: Derik/Rojavayê Kurdistanê
Navê Dayikê: Wesîla
Navê Bav: Îbrahîm
Dîrok û Cihê Tevlîbûnê: 1999/ Dêrik
Herêmên lê maye: Qendîl, Zap, Garê, Xakurkê
Dîrok û Cihê Şehadetê: 1’ê Çileya 2008/Lolan/Di êrîşa hewayî de