Amed li ber xwe dide
Polîsên Tirk careke din êrîşî girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Girseya gel bi berxwedanê li ber êrîşan radibe.
Polîsên Tirk careke din êrîşî girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. Girseya gel bi berxwedanê li ber êrîşan radibe.
Êrîşên polîsên Tirk ên bi ava şid, ço û mertalan bênavber dewam dikin. Polîsan bi ava şid êrîşî gireya gel a li Kolana Alî Emîrî û li ser rêya Deriyê Çiyê li hev civiyan, kirin.
Hêzên dewleta Tirk li endama KJA'yê û Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik xistin. Welatî ji aliyê polîsên Tirk ve bi lêdanê tên binçavkirin.