Dersimiyan gerîlayên HPG’ê bi girseyî oxir kirin
Gelê Dersimê cenazeyên endamên HPG û YJA Starê Ûgûrcan Akgunduz, Cemal Kaya û Dîlek Gunenc ên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundên wan bi girseyî hatin definkirin.
Gelê Dersimê cenazeyên endamên HPG û YJA Starê Ûgûrcan Akgunduz, Cemal Kaya û Dîlek Gunenc ên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundên wan bi girseyî hatin definkirin.
Di 16'ê Cotmehê de li Geliyê Pîlûmûriye nêzî gundê Mirikê artêşa Tirk bi balafirên şer û helêkopteran êrîşa hewayî pêk anîbû. Di êrîşê de 14 gerîllayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Gerîllayên HPG û YJA Starê Ûgûrcan Akgunduz (Şiyar Dersim), Cemal Kaya (Sefkan Dersim) û Dilek Gunenc (Roza Helin) ên ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundên wan bi girseyî hatin definkirin. Di merasima cenaze de bi sedan welatî û wekilên HDP'ê, hevşaredarên Dersimê, endam û rêveberên HDP û DBP'ê jî amade bûn. Malbatan piştî cenaze ji Mala Cemê wergirtin, bi dirûşman “Şehîd namirin" birin qada merasimê. Malbatan bi zimêrên zazakî qeriyan û gel hestiyar kirin. Dayîkan bertekên xwe bi gotinên “Zaliman dora zarokên me pêçan û qetil kirin" anîn ziman.
ONLU: DERSIM LI BER ZILMÊ SERÎ NETEWAND
Di merasimê de rêz hate girtin û Çerxa Şoreşê hat xwendin. Piştre wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alican Onlu, soza têkoşînê da û wiha got: "Rêya ku gerîllayên jiyana xwe ji dest dan rêya me ye. Ew di rêya Alişêr, Seyid Riza, Zarifeyan de meşiyan. Eger ku li van çiyayan Yezid û zilm hebe, li dijî vê yekê ciwanên me yên di ber xwe didin jî hene. Seyid Rıza, Zarife, Alişer û Sakineyan di ber xwe dan, Serî ne tewandin. Em jî ti carî serî natewînin. Li dijî zilmê têkoşîn rewa ye. “
Em wê têkoşînê mezin bikin. Piştî axaftinan cenaze bi tilîliyan hatin oxirkirin.
Cenazeyê HPG'yî Ûguûr Akgunduz bi girseyî şandin Gundê Milî li goristana gund bi girseyî hate definkirin. Wekîlê HDP'ê yê Agirî Bedran Ozturk jî beşdarî merasimê bû. Li ser gorê find hatin pêxistin û qurnefilên sor danîn ser gorê. Dayîka Akgunduz Suheyla Akgunduz, li ser gorê wiha got: "Kurê min ez bêyî te nikarim bijîm. Rabe em biçin mal. Tu hêj ciwaî." û ji ser hişê xwe çû.
KAYA BI HÊSIRÊ ÇAVAN HAT DEFINKIRIN
Cenazeyê HPG'ê Cemal Kaya jî bi konvoyekî wesayîtan ê mezin li gundê Venkê yê Dersimê hate definkirin. Konvoy li nûqteya polisan a Kemere Bel hate rawestandin. 10 kilometre şûnde jî Karwan li nûkqeya Karşilarê hate rawestandin. Konvoya cenaze piştî astengiyan gihişt gund û li gund bi girseyî hate definkirin. Cenazeyê Kaya piştî hate definkirin, malatê hêsirê çavan negirtin. Malbatê qurnefil danîn ser gorê û dua xwendin. Li qereqola Sariataşê Drone konvoya cenze hemû tomr kirin.
NADIRE: EZ NAGIRÎM
Cenazeyê gerîllaya YJA Starê Dilek Gunenc jî li gundê Eginikê yê Dersimê hate definkirin. Wekîlê Dersimê Alican Onlu û Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altûn beşdarî merasima cenaze bûn. Leşkeran konvoya cenaze li 5 nûqteyên cuda rawestand. Piştî kontrolê cenazeyê Gunenc anîn mal û helalî xwestin. Pişter jinan darbest danî ser milê xwe û heta goristana gund birin. Bav Yûsûf Gunenc, li ser keça xwe zimêr gotin wiha got: "Ez qurbana keça xwe me" Dayika Dîlek Nadire Gunenc jî got "Keça min Roza ez bi te serbilind im. Ez nagirîm. Negirîn Roza min bi qedr û qîmet e.”