Xebatkarên Şaredariya Amedê li ber xwe didin

Polîsên Tirk êrîşî xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, ku binçavkirina Hevşaredarên xwe şermezar dikin. Xebatkar bi qîrîna dirûşma "Zext nikarin bi me" li ber xwe didin.

Polîsên dewleta Tirk dor li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girtine.

Xebatkarên şaredariyê gotin, "Em ê li şaredariya ku polîs lê ne, ne xebitin" û neketin hundirê avahiyê.

Polîsên Tirk jî ji xebatkaran re gotin, "ya bikevin hundir, ya jî ji vir biçin". Li ser vê yekê xebatkaran bi qîrîna "Zext nikarin bi me" dest bi berxwedanê kirin.

Bi sedan polîsên dewleta Tirk êrîşî xebatkaran kirin. Xebatkar bi qîrîna dirûşman, binçavkirin û zordariya dewleta Tirk şermezar dikin.