Li dijî binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, çalakiya li ber avahiya şaredariyê dewam dike. Polîsên Tirk bênavber êrîşî gel dikin. Girseya gel jî bi biryardarî berxwedana xwe ya li vir didomîne.
Li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hat dayîn, ku Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî lê amade bûn.
TÛNCEL: Ê TERORÎST Û CIHÊKAR, AKP YE
Tûncel da xuyakirin, ku AKP demeke dirêj e zext û zordariyê li siyaseta demokratîk dike û destnîşan kir, ku bi bahaneya 15'ê Tîrmehê, darbeya siyasî dijwar kiriye.
Tûncel da xuyakirin, ku Hevşaredarên wan bi rengekî nehiqûqî hatin binçavkirin û got, "Ji ber ku xizmet ji gel re dikirin hatin binçavkirin. Em dixwazin destûreke bingehîn a aştiyane were amadekirin, lewma em têdikoşin. Yên ku cihêkariyê dikin, yên ku terorîzmê dikin, ew kesên li Enqereyê ne. Bi zorê dest datînin ser şaredariyên me, mafê me yê protestoyî ji destê me digirin. Divê ev neheqî derhal bê qedandin."
YUKSEKDAG: EM PÊ SERBILIND IN KU BERDÊLÊ BIDIN
Yuksekdag binçavkirin şermezar kir û anî ziman, hikûmeta AKP'ê her gavê hewl dide sebra civakê bifûrîne. Yuksekdag got, "Di her qonaxê de bi çeperên demokratîk ên gel lîstin. Ji bo serweriya xwe qewîn bikin, çi ji wan hat kirin. Îro jî yek ji van rêbazan tê bikaranîn. Bi rengekî vekirî êrîş li vîna gel tê kirin. Ya ku niha li hemberî me tê kirin, bi rengekî vekirî; faşîzm e, darbe ye. Tirkiye ber bi kaosê ve birin û desthilatdariya siyasî jî vê kûr dike. Binçavkirina Hevşaredaran, ji bilî girankirina şer bi kêrî tiştekî nayê."
Yuksekdag diyar kir, AKP'ê Tirkiye parçe kiriye, têkiliyên navbera gelan qut kiriye û wiha dewam kir: "Niha berdêla meşandina karê şaredarvaniya gel tê dayîn. Berdêla rabûna li ber diziyê tê dayîn. Me berdêla şaredarvaniya gelparêz li her cihî da. Em bi vê serbilind in. Lê hûn ê vê rewşê ji gel re çawa vebêjin? Hûn ê ji sedî 60 ê Amedê re çawa rave bikin?"
'EM ÎRO LI KOLANAN E, EM Ê SIBE JÎ LI KOLANAN BIN'
Yuksekdag ragihand, roja ku Kişanak ji Komîsyona Darbeyê re axivî, darbe lê hat kirin û got, "Desthilatdarî dibêje êdî benê darbeyê di destê min de ye. Eger sekna esîl a gelê Kurd nebûya, gelo wê li vî welatî çi bibûya... Darbekar wê biçin û hilbijartiyên vî gelî wê bimînin. Ji bo xwedîderketina li vîna xwe, li dengê xwe, em bang dikin. Em îro li kolanan e, em ê sibe jî li kolanan bin. Ji bo demokrasî û azadiyê gelên me wê xwedî li mafê xwe derkevin."