Çakir ê ku dewleta Tirk qetilkir hate definkirin
Li Wanê Îyeç Çakir ê ku di gulereşîna polîsan de hate qetilkirin, hete definkirin.
Li Wanê Îyeç Çakir ê ku di gulereşîna polîsan de hate qetilkirin, hete definkirin.
Îyeç Çakir ê ku li ser rêya Peyîzava-Elbak ji Wanê diçû mala xwe ya li gundê Saçax ku bi hinceta ku ranewetiyaye di encam gulereşandina polîsan de birîndar bibû û rakiribûn nexweşxaneyê vê sibehê jiyana xwe ji dest da, li Goristan Taxa Selîmbey a navçeya Tûşba hate definkirin. Cenzeyê Çakir ê ku ji nexweşxaneyê girtin anîn taxê, piştî wecîbeyên olî û şûn de hate definkirin.
Haydar Çakir ê ku di merasîma cenaze de axivî diyar kir ku biraziyê wî bi zanabûn hatiye hedefkirin û wiha got: “Em malbatekî welatparêzin. Dewlet ev yek dît ji bo wê li şûna ku tekelên wesayîtê bike hedev biraziyê min kirin hedef û qetilkirin.”
Çakir destnîşan kir ku wê şopdarên bûyerê bin.