Çeteyên DAÎŞ’ê careke din êrîşî Kerkûkê kirin

Li Kerkûkê mabeyna hêzên asayîşê û çeteyên DAÎŞ’ê de şer rû da. Hate ragihandin şer li gundên Sari Tepe û Wataniye yên girêdayî nahiyeya Leylanê diqewime.

Li gor agahiyan saet nêzî 21.30’an çeteyên êrîşî gundên Sari Tepe û Wataniye yên girêdayî navenda Kerkûkê kirin û hêzên asayîşê û pêşmergeyan mudaxele kirin.

Midûrê polîsan ê nahiye û navçeyên Kerkûkê Serhat Kadîr agahî dan ANF’ê û diyar kir ku li ser êrîşa çeteyan şer rû daye û 5 çete hatine kuştin, balafirên şer ên koalîsyonê jî ji bo li çeteyan bidin li ser qadê digerin

Hate ragihandin ku piştî çete ketine gundên Sari Tepe û Wataniye, hêzên asayîş û pêşmergeyan gel derxistiye derveyî gund.

Şerê li qadê hê jî dewam dike.