Pêngava gengaz a rizgarkirina Babê û encamên gengaz ên serketina Babê

Meclîsa Leşkerî ya Babê, ku di meha Tebaxê de hat ragihandin, li ser daxwaza gelê Babê û derdora wê ava bû. Pêngava rizgarkirina Babê ji bo pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Babê yekemîn pêngava krîtîk û tecrûbeya stratejîk e.

Meclîsa Leşekerî ya Babê rêxistinbûnek ji hêzên dixwazin guherîn û veguherînê pêk bînin ava bûye û dixwaze xizmetê ji berjewendiyên gelên Sûriyeyê bike, ji bo daxwazên azadî, edalet û guhertinê bibe bersiv. Dixwaze bi rengekî demokratîk dest li pêvajoya heyî werde.

Meclîsa Leşkerî ya Babê, ku di meha Tebaxê de hat ragihandin, li ser daxwaza gelê Babê û derdora wê ava bû. Pêngava rizgarkirina Babê ji bo pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Babê yekemîn pêngava krîtîk û tecrûbeya stratejîk e.

Piştî ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê bajarê Babê rizgar bikin, wê gefa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser Efrîn û Kobanê ji holê rabe, kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev û sînorên Federasyona Bakurê Sûriyeyê jî eşkere bibin.

Bi rizgariya Babê re, ku ji aliyê erdnîgarî û stratejîk ve gelekî girîng e, wê derbeke stratejîk li çeteyên DAIŞ'ê were xistin û çeteyên DAIŞ'ê wê bi temamî ji ser xaka Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê were birin.

Ji ber ku Bab ji bo çeteyên DAIŞ'ê cihekî têkiliya navbera Iraq û Sûriyeyê ye, gelekî girîng e. Her wiha navenda ku çeteyên DAIŞ'ê ye ku ji wir berê xwe didin Ewropa û cîhanê.

Çeteyên DAIŞ'ê di ser bajarê Babê û herêma Heleb-Ezaz û Şehbayê re, rêgeha Mûsil-Reqqa-Deyr Zor bi kar tînin û bi vî rengî di navbera Iraq û Sûriyeyê de tevdigerin. Wekî din di ser bajarê Babê têkiliyên El Raî-Cerablûs-Ezazê bi kar tînin û xwe digihînin Tirkiye û cîhanê. Ji ber vê yekê bajarê Babê ji bo çeteyên DAIŞ'ê gelekî stratejîk e.

Piştî ku Bab hat rizgarkirin, wê gefên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Federasyona Rojava/Bakurê Sûriyeyê ji holê rabin.

WÊ DERBA HERÎ STRATEJÎK LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê WERE XISTIN

Bi rizgarkirina bajarê Babê re wê piştî Hol, Tişrîn, Şeddadê û Minbicê, qeleha dawî ya stratejîk a çeteyên DAIŞ'ê ji dest biçe.

Ev yek tê wê wateyê, ku piraniya rêyên çeteyên DAIŞ'ê yên navbera Iraq û Sûriyeyê ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Babê ve werin birîn.

Bêguman ev yek wê bibe sedem ku xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê were paqijkirin.

TEVÎ DERBA LEŞKERÎ WÊ DERBEKE ABORIYÊ JÎ LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê BÊ XISTIN

Weke ku tê zanîn, piraniya hatineya aboriyê ya çeteyên DAIŞ'ê ji firotina petrolê tê. Bajarê Babê jî yek ji navendên herî girîng e ku çeteyên DAIŞ'ê di ser vê derê re petola li Sûriye û Iraqê bi rêya Tirkiyeyê difiroşin.

Bajarê Babê ji ber ku cihê çeteyên DAIŞ'ê herî zêde hatineya petrolê jê digire ye, gelekî stratejîk e.

Çeteyên DAIŞ'ê petrola xav a li Iraq û Sûriyeyê bi saya dewleta Tirk û PDK'ê di ser Başûrê Kurdistanê re pêşkêşî Tirkiyeyê dikirin. Di ser Cerablûs-Ezazê re digihandin Tirkiyeyê û bi rengî dibû aboriya AKP/Qesrê.

Lewma çeteyên DAIŞ'ê bi saya çavkaniya pere ya ji vê derê bi dest dixistin, bi hêsanî çek peyda dikirin. Pêngaveke gengaz a rizgarkirina bajarê Babê wê van hemû derfetan ji destê DAIŞ'ê derxîne û bixe nava krîzeke aboriyê.

Çeteyên li Reqqa û Deyra Zor, dibe ku di nava demeke kurt de bikevin nava krîzeke aboriyê. Ev yek wê bandorê li Iraq û Sûriyeyê jî bike.

Weke encam; rizgarkirina bajarê Babê wê Meclîsa Leşkerî ya Babê îspat bike, bibe bersiv ji hawara gelê herêmê, Ezaz, El Raî û Cerablûsê dorpêç bike û rehê navbera dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê bibire.

PÊNGAVEKE GENGAZ A RIZGARKIRINÊ WÊ BANDOREKE MEZIN A SIYASÎ Û LEŞKERÎ BIKE

Pêngava rizgarkirinê û meşa azadiyê ya ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Babê ve hatiye destpêkirin, eger bi rizgarkirina bajarê Babê biqede, ev yek wê di şerê sêyemîn ê cîhanê de bandoreke mezin a siyasî û leşkerî bike.

Bêguman wê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Babê bajarê Babê rizgar bikin û yek ji kelehên startejîk tevlî nirxên pêşverû yên li Rojava, Sûriye, Rojhilata Navîn û cîhanê bikin. Gelên herêmê wê moral û hêzeke mezin ji serketineke bi vî rengî bigirin.

Di heman demê de hêzên qet nikarin xwe li vê pêngava azadiyê rabigirin, wê hê bêhtir êrîşkar bibin.

Serkêşê van hêzên aciz bûyî jî dewleta Tirk e ku ji destpêkê ve hesabên xwe li ser komên çete DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El Îslam, Tûgaya Sûltan Mûrat kiriye. Bi vê pêngava rizgarkirinê re wê derbên giran li dewleta Tirk werin xistin.

Dewleta Tirk ji ber ku vê rastiyê dibîne û ji meşa azadiye aciz e, di nava panîkê de dest bi kampanyayên reşkirinê kiriye, bi îftirayan careke din dijminatiyê li Rojava dike û wê êrîşî nirxên hêzên demokratîk û gelên Sûriyeyê bke.

Dewleta Tirk wê qîma xwe bi vê nîne û hewl bide şerekî mezin bike. Lê belê wê li dijî xwe jî vîneke ji pola bibîne. Ji ber vê vîn, biryardarî û berxwedanê, wê têk biçe.