Çakir ê bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da

Iyeç Çakir ê li Wanê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Êvara 27'ê Îlonê, welatiyê bi navê Iyeç Çakir (25), dema ji navçeya Payîzavayê diçû mala xwe ya li gundê Saçax ê Elbakê, bi îdîaya ku li hişyariya "bisekine" guhdarî nekiriye, polîsên Tirk gule li wesayîta wî reşandin.

Çakir ê ji serê xwe bi giranî birîndar bû, 28 rojan li servîsa lezgîn a Nexweşxaneya Lokman Hekîm hat tedawîkirin, lê danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Çakir wê li Elbakê were veşartin.