Êzîdxan siberoja xwe perwerde dike
Mamoste û ciwanên Êzîdxanê, zarokên siberoja Şengalê li dibistanên bi zimanê dayikê perwerde dikin.
Mamoste û ciwanên Êzîdxanê, zarokên siberoja Şengalê li dibistanên bi zimanê dayikê perwerde dikin.
Bi hezaran Şengaliyên ji qirkirinê rizgar bûn û xwe li çiyayê Şengalê girtin, tevî zarok û ciwanên xwe terka axa xwe nakin û tevî şert û mercên giran jî li çiyayê Şengalê jiyana xwe bi rêxistin dikin. Civaka Êzidî ya li çiyê ye dibêje, mirin û mayîn li ser axa xwe pîroz e. Ciwanên Êzidî yên ji bo zarokên Êzîdxanê perwerde bikin li nava Şoreşa Rojava xwe perwerde kirin, îro di nava şoreşê de şoreşa perwerdeya ziman pêk tînin.
Di dîroka Êzîdxanê de yekemcar e ku civaka Êzidî bi zimanê xwe yê dayikê perwerde dibe. Lewma hem zarok hem jî mamoste danê sibehe bi kêfxweşî berê xwe didin dibistanê.
PERWERDEYA LI BINÊ KONAN
Sala sêyemîn e mamoste di nava berf, baran, serma, seqem û germa 45 pileyî de, di binê konên ji naylon de zarokan perwerde dikin. Îsal ji bo dibistanan, konteynir anîne.
Dibistan piştî bêhndana 3 mehan a havînê di 1'ê Cotmehê de vebûn. Bi giştî 10 dibistan û 40 ref li tevahiya herêma Şengalê hene. Di van 40 refan de 400 xwendekar tên perwerdekirin. Îsal jî 700 xwendekarên nû navên xwe li dibistanan nivîsandin û diçin dibistanan. Bi giştî 1100 xwendekar ji aliyê 33 mamosteyan ve tên perwerdekirin. Her dibistanek li ser navê ciwanên Êzidî yên ku di fermana 2014’an de jiyana xwe ji dest dabûn hat vekirin. Ji refên 4 heta 6'an zimanên Erebî û Îngilîzî weke zimanê biyanî tên hînkirin. Dersên zimanê kurmancî, zanyarî, zanistê civakî, bîrkarî, wêne, muzîk, werziş û olî li van dibistanan tên dayîn.
'DI NAVA FERMANÊ DE SIBEROJA ÊZÎDXANÊ TÊ PERWERDEKIRIN'
Li dibistanê zimanê esasî û yê bingehîn zimanê dayikê ango kurmancî ye. Bi sedan sal dijminê civaka Êzidî zarokên wan bi zimanê erebî û zihniyeta şoven a Baasî perwerde kir. Ji bo wan ji çand û rastiya Êzîdxanê bidin dûrxistin. Lê îro di nava fermanê de ciwanên Êzidî zarokên pêşeroja Êzidxanê perwerde dikin. Lê vê carê zarok perwerde zimanê ku li kolan, derve, malê, bi dayîk û bavê xwe re daxivin tên perwerdekirin û mezin kirin.
Endamê Komîteya Perwerdeyê ya Şengalê Nayîf Xelef diyar kir, li gorî salên din îsal xwendekarên wan zêdetirin û got: "Par hejmara xwendekaran nêzî 450 bû, lê îsal 700 xwendekarên nû navên we li dibistanan nivisand. Zimanê dibistanê yê bingehîn yê perwerdê zimanê kurmancî ye. Ji ber ku zimanê dayikê ye. Zimanê erebî û îngîlîzî piştî refa 4 tê dayin."
Xelef destnîşan kir ku plan û daxwaza wan ew e ji bo hemû zarokên Şengalê dibistanan vekin û wiha domand: "Em dixwazin li herêma bakurê Şengalê li bajarokên wekî Sinon û navenda Şengalê dibistanan vekin."
Di dawiyê de Xelef banga alikariyê kir: "Di dawiyê de em wekî mamosteyên Şengalê bang li hemû dewlet û bi taybet ji Neteweyên Yekbûyî dikin alîkariya zarokên Şengalê bikin. Ji bo ku ev zarok bi karibin hêsanî biçin dibistanê û baştir perwerde bibînin. Dîsa zivistan tê, ne sobeyên zarokan hene û ne jî cilên wan yên germ hene."
Mamoseteyê bi navê Mixanim da xuyakirin ew 2 sal in mamosteyî dike û piştî fermanê dibistan hatin vekirin. Mixanim got: "Beriya fermanê her tişt bi zimanê erebî bû. Ji ber vê ji despêkê hin zehmetiyên xwe hebûn. Lê niha baş bûye û xwendekar baş fêr dibin. Piştî fermanê me xwest bi zimanê xwe perwerde bibinin. Ji ber ku dema bi erebî bû çi digotin zarokan tenê ji ber dikir. Lê çi tişt jê fem nedikir û ne zimanê dayikê bê. Dema me bi zimanê dayikê dibistana vekir me dit ku zarok baştir fêm dikin û baştir têne perwerde kirin. Malbat ji pir kefxweş dibin. Em ji wekî mamoste yê Şengalê hevîdarin her kes bi me re bibe alikar da ku sistema dibistana xwe bi dewletan bi awayekî fermî bidine qebûl kirin."
Mixanim di dawiyê de ev bang kir: "Bang dikim Rêxistinên Mafên Mirovan ku alîkariyên weke defter, pênûs, çente û pêdiviyên sereke bişînin."
Ji xwendekaran Selwa got, "Ez diçim refa 2'an. Jİ ber ku em bi zimanê dayikê perwerdeyê dibinin em pir kefxweşin û em niha bi tîpên latinî fer dibin."
Mamoste û ciwanên Êzidî mina yên yên li wargeha penaberan a Mexmûr dixwazin vê sîstema perwerdeyê ya heyî li cîhanê bi awayekî fermî bidin qebûl kirin.