BI DÎMEN

Şervanên Cebhet El Ekrad: Dewleta Tirk nikare me vegerîne

Şervanên Cephet El Ekrad destnîşan kirin, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk mezin bikin.

Şervanên Cebhet El Ekrad ên li eniya Til Refad a Kantona Efrînê ne, ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kir, ku li dijî her şêwe êrîşên dewleta Tirk e wê têkoşîna xwe bidomînin.

EFRÎN: DIVÊ HER KES TEVLÎ VÎ ŞERÎ BIBE

Şervanê Cebhet El Ekrad Şervan Efrîn da xuyakirin, ku li gundên ew lê ne xwîna şehîdan hene û tevî hemû êrîşên artêşa Tirk ên bi balafirên şer, tank û topan, ew ê heta dawiyê gundên xwe biparêzin. 

Şervan Efrîn diyar kir, dema wan xwe nû gihandin van gundan, gundiyan bi kêfxweşî ew pêşwazî kirine û destnîşan kir, gelê herêmê gelekî ji çeteyan aciz bû. Efrîn herî dawî bang li her kesî kir, ku heta jê bê tevlî şerê li Şehbayê bibin.

BAB: ÊN KU KETINE DESTÊ ME, HEMÛ WELATIYÊN TIRK IN

Şervanê Cebhet El Ekrad Xebat Bab jî da zanîn, ku piştî wan gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, dewleta Tirk bi topan û balafirên şer êrîşî van gundan kiriye.

Xebat Bab got, "Êrîşên dewleta Tirk nikarin bi me û em ê bi ti awayî xwe venekişînin. Van êrîşan daxwaza me ya şerkirinê û vîna me xurtir kirine. Lazim e her kes vê baş zanibe; ev şerê em li vê derê dikin ne li dijî DAIŞ'ê ye. Em li vê derê li dijî dewleta Tirk şer dikin. Hemû êsîr û nasnameyên çete yên ketin destê me, welatiyên Tirk in."