Gelê Kurd zaroyên xwe bi dirûşman spart axa welêt

Gelê Kurd, 8 gerîlayên li bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li Amedê spart axê.

Ji 14 gerîlayên HPG û YJA-Starê yên li Pilûmûrê ya Dersîmê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan 8 jê li navenda Amed û navçeyên wê bi merasîmên girseyî, bi dilsoziyek mezin hatin veşartin.

Ji 14 gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîtiya Jinên Azad a Star (YJA-Star) ên ku di 16'ê Cotmehê de li çoltera Pilûmûriya Dersimê di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dan Ramazan Karadag (Piling Sûr), Îbrahîm Gultekîn (Dogan Amed), Şevîn Akdamar (Nûjîn Solîn) û Semra Elalmiş (Peyman Kurdistan) duh bi şev ji Meletiyê anîn Amedê û li vir bi merasîmek girseyî hatin birêkirin. Ji bo gerîlayan li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat li darxistin û beriya merasîmê bi sedan polîs derdora goristanê bi maşîneyên zirxî dorpêç kir. Di dema merasîmê de liv û tevgera helîkoptêran jî pêk hat. 

GUH NEDAN GEFÊN POLÎSAN

Di merasîma cenazeyan de parlementerên HDP'ê yên Amedê Feleknas Uca, Ziya Pîr û Sîbel Yîgîtalp, rêveberên HDP, DBP, MEYA-DER, TUHAD-DER, endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, nûnerên saziyên civakî û bi hezaran kes amade bûn û xwedî li cangoriyên xwe derketin. Beriya merasîmê polîsan xwest bi malbatan re hevdîtin bikin lê malbata hevdîtinê red kir. Polîsan ji rêveberên MEYA-DER'ê xwest ku slogan neyên berzkirin û al neyên hildan lê kes guh neda vê gefxwarina polîsan û slogan berzkirin û al jî bilind kirin. 

Dema malbat li ber morga goristanê radewestiyan kêliyên xemgîn dergas kirin û hin dayik ji ser hişê xwe çûn. Cenazeyên ji morgê hatin wergirtin ewil li mizgefta goristanê nimêja wan hat kirin. Piştî nimêjê girseyê darbestên gerîlayan hildan ser milan û bi meşekî li gel berzkirina sloganan, lîlandin û çepikan ber cihê lê bên definkirin ve anîn. Li gel gefxwarina polîsan ve sloganên "Ey şehît xwîna te li erdê namîne", "Rêya şehît rêya me PKK partiya me" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û cenaze anîn ber goran. 

'EW BÛK Û ZAVAYÊN KURDISTANÊ NE'

Karadag, Gultekîn, Akdamar û Elalmış li rex hatin definkirin. Di dema definkirina cenazeyan de xwişka gerîla Elalmiş li ser xwişka xwe lorand û wiha got: "Ev bûk û zavayên Kurdistanê ne. Rûmeta me ne. Nebî hûn bigirîn. Tekane daxwaz ew bû ku li ser axa xwe bin. Daxwaza dilê wê pêk hat. Pir ji Amedê hez dikir. Niha jî hat ser axa xwe." 

BI GOTINA, 'EZ FEDAYIYÊ RÊBERÊ  XWE ME' TEVLÎ BÛ

Ramazan Karadag ê ku beriya niha çend caran tevlî bû û her carê ji ber temenê wî biçûkbû şandin malê ev yek qebûl ne kir û bi gotina "Çiya cihê mine jî. Ez fedaiyê Rêberê xwe me" careke din tevlî bû û cihê di nava berxwedana Sûrê de girt. Karadag ku beriya 3 mehan tevlîbû û jiyana xwe ji dest da malbata wî jî li ser gora wî giriyan. Dayîka Karadag li ser gora wî giriya û wiha got: "Çavê min li riya te bû. Tu rûmeta min î."

DÎCLE: CIWANÊN ME SERHILDANÊ DIDOMÎNIN

Piştî karên definkirinê ji kesên jiyana xwe ji dest dane re dua hat xwendin. Piştrte jî deqeyek rêz girtin. Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dîcle li vir axaftinek kin kir û diyar kir ku ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û AKP'Ê polîtîkayên xwe yên ji bo tunekirina Kurdan carek din derxistine holê. Dîcle, anî ziman ku ciwanên Kurd heta niha serî rakirin û dê her tim serî rakirinE. Dîcle bi lêv kir ku hûn dizanin îro salvegera şahadeta Bêrîtanê ye û wiha got: "Bêrîtanê jî li hemberî vê zîhniyeta qirêj serî ne tewand û berxwedanek dîrokî nîşan da. Hevalên me yên şehîd ketine li ser riya Bêrîtanê meşiyan. Divê AKP dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevalên xwE bidomînin."

Piştî axaftinana malbatan av li gorên zarokên xwe kirin. Dayikên ku ji goristanê veneqetiyan gorên zarokên xwe hembêz kirin û giriyan. Welatiyên ku tevlî merasîma cenaze bûn çûn Mala Şînê ya Temira ya li Rezanê hatiye vadan.

BER BI GUNDÊN WAN VE BIRIN

Li geliyê Pûlûrê ya Dersîmê di 16'ê Cotmehê de balafirên şer ên Tirk êrîşên hewayî pêk anîbûn. Di êrîşên hewayî de 14 gerîlayên HPG -YJA-Starê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatan ji 14 cenazeyên li saziya tipa edlî ya Meletiyê cenazeyên 12 gerîllayan nas kir. Yek ji van gerîlayan jî endamê HPG'ê Mahmût Bîlgî (Seyitxan Amed) ê ku ev bû 4 mehe lî dijî zilma dewletê berî xwe dabû nav refên PKK'ê ye. Bîlgîn ê 22 salî ku li navçeya Karaza Amedê çavê xwe li dinyayê vedike û li wir mezin dibe. Cenazeyê endamê HPG'ê Mahmût Bîlgî cenazeyê zarokê xwe li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê nas kir û piştî cenaze ji aliyê malbatê hat wergirtin birin gundê Dewelê yê bi ser Karazê ve. Ji bo Bîlgî merasîm li gund hat amadekirin û wecîbeyên olî yên canaze anîn cih. Cenazeyê Bîlgî li gel berzkirina sloganên bi dilsoziya bi cangoriyan re hat oxikirin. 

Gerîlayê HPG'ê Yavuz Unas (Rûbar Hanî) yê ku di heman bomberankirinê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê malbata xwe ve ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin. Cenazeyê Unas bi karwanek wesayîtan bi derengiya şevê birin navçeya Hênê ya Amedê. Piştî kar û barên olî cenazeyê Unas bi berbanga sibê re li Hênê hat definkirin. Di dema definkirina cenaze de sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehît namirin" û "Ey şehît xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin û her wiha kêliyên xemgîn jî hatin jiyîn.

Hat hînbûn ku Unas 18 saliye û beriya salek û nîvê tevlî nava refên HPG'ê bûye. 

LI CEM KURXALÊ XWE KU HEVRÊYÊ WÊ BÛ VEŞARTIN

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Dîlan Akkoç (Destan Agît) a ku di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû ji Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hat wergirtin. Cenazeyê Akkoç li gundê Terziyan ê navçeya Yenîşehîra Amedê hat definkirin. Li gund ji bo Akkoç merasîm hat li darxistin û piştî wecîbeyên olî cenaze li cem kur xalê wê yê endamê HPG'ê Agît Amed ê ku di sala 2010'an de di pevçûnek li Pulura Dersîmê de jiyana xwe ji dest dabû sipartin axê. 

Malbata Akkoç da zanîn ku keça wan kodê kur xalê xwe li xwe kiriye û her duyan jî li Dersîmê jiyana xwe ji dest dane. 

Gerîlaya YJA-Star Şenay Laleşahîn (Sehîtxan Amed) ku bi 13 hevalên xwe re di heman komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû li gundê Huseynika Licê bi tevlîbûnek girseyî hat definkirin.