Onlu: Ya ku zerarê dide dikandaran Rewşa Awarte ye
Parlamenterê HDP'ê Onlu da xuyakirin, ku girtina derabeyan bandoreke neyînî li dikandarên li Dersîmê nake û got, "Ya dikandaran têk dibe, pêkanînên Rewşa Awarte yên dewletê ye."
Parlamenterê HDP'ê Onlu da xuyakirin, ku girtina derabeyan bandoreke neyînî li dikandarên li Dersîmê nake û got, "Ya dikandaran têk dibe, pêkanînên Rewşa Awarte yên dewletê ye."
Li Dersîmê, dewlet nikare xwe li nerazîbûna dikandaran a li dijî polîtîkayên şer rabigire. Piştî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li ser girtina daxistina derabeyên dikanan, hêzên ewlekariyê yên Tirk yek bi yek not danîn ber dikanên derabeyên wan hatin daxistin û ji bo îfadeyê bang li wan kirin. Pêr bi şev li 10 kesan geriyan û dema ji bo îfadeyê hatin emniyetê, hatin binçavkirin.
ONCU: EM JI GEL BIPIRSIN
Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu ji ANF'ê re axivî û got, "Walîtî di daxuyaniya xwe de qala qenciya ji bo raya giştî dike. Baş e madem tu qala vê dike, çima ji saet 17:00 û pê ve avahiyên banka û walîtiyê tên girtin? Piştî saet 17:00 karê gel li bankayan, li saziyên fermî heye... Wê demê pirsgirêk ne daxistina derabeyan e. Ya ku karkeran, dikandaran, ciwanan û gundiyan têk dibe, Biryarnameyên we û polîtîkayên we yên Rewşa Awarte ne."
Onlu diyar kir, Rewşa Awarte zerarê dide bazirganiyê û dikandaran û got, "Ji roja polîtîkayên şer dest pê kirine û heta niha, herêm li sivîlan tê qedexekirin. Di vir de li qenciya gel nafikirin. Werin em ji gel bipirsin. Bi gel re baxivin. Em ji gelê xwe yê debara xwe bi xwedîkirina heywanan, mêşvanî û derketina zozanan dike, bipirsin: ji destpêkirina polîtîkayên şer û vir ve we çi kirin, we qenciyek dîtin? Li xwe ranegirtin ku esnafan li dijî polîtîkayên şer ji ber xwe ve nerazîbûnek bi vî rengî nîşan dan. Lewma li dijî vê nerazîbûna dikandaran, ketin nava hewldaneke bi vî rengî."
DIKANDAR: ME MAFÊ XWE YÊ DEMOKRATÎK BI KAR ANÎN
Li aliyê din, dikandarên Dersîmê nerazîbûn nîşanî belavokên Midûriyeta Emniyetê ya Tûncelî dan, ku danîn ber deriyê dikanên wan û gotin, "Me mafê xwe yê demokratîk bi kar anîn. Em dixwazin polîtîkayên şer biqedin."