Aycan Îrmez: Gelê Şirnexê bi tenê nehêlin, piştgiriyê bidin

Parlamentera HDP'ê Îrmez diyar kir, dewlet dixwaze Şirnexiyên li binê konan koçber bike û anî ziman, dewletê gefa 'şewitandinê' li Şirnexiyên li binê konan xwariye. Îrmez bang li her kesî kir ku li dora Şirnexiyan li hev bicivin.

"Qedexeya derketina derve" ya li Şirnexê di meha 8. de ye. Şirnexiyên naxwazin cih û warên xwe biterikînin, li binê konên li dora bajêr vedane, dijîn.

Polîs û leşkerên Tirk duh dor li konên welatiyan girtin û ji gel xwestin herêmê biterikîne.  Malbat li dijî vê daxwazê derketin, lê hêzên dewleta Tirk bi kepçeyan bi zorê kon rakirin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a li vê herêma konan e, da xuyakirin ku polîs û leşkeran berî hefteyekê avêtine ser konan, yek bi yek li nava wan geriyane û hefteyek dem dane malbatan ku herêmê biterikînin.

'EM Ê EW JÎ DI NAVA KONAN DE BIŞEWITÎNIN'

Îrmez da xuyakirin, ku ev dema dewletê da, duh qediya û got, "Ji malbatên li binê konan dijîn re gotine, 'ya hûn ê derkevin, ya jî em ê konan tevî we bişewitînin'. Çend ji konan jî bi kêrê çirandine. Malbatan ev konên hatine çirandin ji nû ve dirûtine û lê man e."

Îrmez ragihand, leşker û polîsan duh dor li konan girtine, bi zorê vala kirine û diyar kir, ji xwe cihekî ku malbat biçin nîne. Îrmez got, "Ev malbat ew malbat in ku malên wan ji aliyê dewletê ve hatine xerakirin. Cihekî ku ew xwe lê bistirê nîne. Hewl didin bi zext û zordariyê malbatan koçber bikin. Niha jî konên wan radikin. Malbat dibêjin, 'em ê li vir bin, em ê herêmê neterikînin'. Li gelek deverên Şirnexê kon hatine vedan. Çûne cihên din jî û ji wan re gotine, 'wê îro werin xerakirin'."

'DIXWAZIN ŞIRNEXÊ VALA BIKIN'

Îrmez bibîr xist, ku Walîtiya Tirk a li Şirnexê destûr nedaye ew 400 avahiyan ji bo Şirnexiyan çêbikin û got, "Cihê ku niha gel lê ye, ne malê dewletê ye. Milkê taybet e. Dibêjin 'li gorî fermana ji me re hatiye, divê kon werin rakirin'. Lê ne diyar e ev ferman ji ku hatiye. Ji xwe ji sedî 80 ê Şirnexê nîne. Destûr nedan vê projeya me. Bi vî rengî dixwazin vê derê vala bikin."

'DESTEKÊ BIDIN GELÊ ŞIRNEXÊ'

Parlamenter Îrmez da xuyakirin, ku qedexe 8 meh in dewam dike û bang li her kesî kir ku li dora gelê Şirnexê li hev bicivin û piştgiriya Şirnexiyan bikin. Îrmez got, "Divê her kes xwedî li Şirnexê derkeve. Bila her kes destekê bide. Bi tenê nehêle. Eger ev zilm îro li vir hebe, sibe wê li her cihî hebe."