YPG’ê nasameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yên ku Silûkê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yên ku Silûkê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya şervanê xwe yê bi navê Tekoşer Cûdî ku li Silûkê di ecama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir.
YPG’ê wiha anî ziman: “Di 18'yê Cotmeha 2016'an de dema hevriyê me Tekoşer li bajarokê Silukê li ser erkê xwe yê parastinê bû di encama teqîna mayînekê gihişte şehadetê.Hevrê Têkoşer Cûdî wêrektiya ciwanên Kurd nîşaneya serkeftin di vê rêya dûr û dirêj ya azadiyê ye.
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) em bejna xwe bi rêzdarî li ber hemû şehîdên Rojavayê Kurdistanê ditewînin, serî de ji malbata şehid û gelê Başûrê Kurdistanê, ji tevahî gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina xebatê wan yê rêya nû dikin.”
Nasnameya şeravnê YPG’ê yê ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye:
Nasnav: Tekoşer Cudî
Nav û Paşnav: Said Saltan
Navê Dayîk- Bav: Gûlû - Îbrahîm
Cihê Jidayîkbuyînê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Siluk /18’yê Cotmeha 2016