Nûçegihanê DÎHA'yê Sayilgan hate girtin
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Îdrîs Sayilgan jî di nav de 5 kes hatin girtin.
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Îdrîs Sayilgan jî di nav de 5 kes hatin girtin.
6 kesên roja 17'ê Cotmehê li Mûşê hatin binçavkirin, ku nûçegihanê DÎHA'yê Îdrîs Sayilgan û Hevserokên DBP û HDP'ê yên bajêr jî di nav de ne, piştî girtina li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr duh sewqî Edliyeya Mûşê hatin kirin.
Piştî îfadeyê, dozgeriya Tirk bi îdîaya "endametiya rêxistinê" ji bo bên girtin, Hevseroka DBP'ê ya Mûşê Hatîce Şeker, Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Ayşe Soylemez, Hevseokê MEYA-DER Şaxê Mûşê Medenî Işik, Sayilgan û Çîçek Tûtûş radestî dadgehê kir.
Dadgehê bi heman îdîayê biryara girtina 5 kesan da ku nûçegihanê DÎHA'yê Sayilgan jî di nav de ye. Her pênc kes şandin Girtîgeha Mûşê. Maşallah A. jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.