HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonan daxuyanî da

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê dewam dikin, operasyonên artêşa Tirk jî didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û şer daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê got; “25’ê Cotmehê artêşa TC li qada Deriyê Dawetiya ya li navçeya Qileban a Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Şerê mabeyna hêzên me û artêşa TC cih bi cih didome. Di şer de gerîlayekî me şehîd bû. Nasnameya hevalê me yê şehîd wê piştre bi raya giştî re were parvekirin. Artêşa Tirk hewl dide li vê herêmê tevgera xwe zêde bike.”

HPG’ê destnîşan kir ku 22’yê Cotmehê saet 06.00’an gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola Tûrnûva ya girêdayî navçeya Pilûr a Dersîmê çalakiyek li dar xistine û wiha dewam kir: “Di encama çalakiyê de şerekî giran rû daye. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin. Piştî çalakiyê saet 08.00-08.30’an balafirên şer qada gundên Poşveng, Degirmendere û Yenîsogutê bombe kirin. Saet 11.00’an jî helîkopterên Kobra bi awayekî zêde li heman qadê dan. Piştî bomberdûmanan leşker li qadê danîn. 23’yê Cotmehê piştî nîvro balafirên şer careke din derdora gundên Poşveng, Degîrmendere, Yenîsogut, Tornûva, Ortînîk, Mamkîrek, Merxo û Şoşvengê bombe kirin. Têkîldarî şer her ku detay hatin zelalkirin wê bi raya giştî re bêne parvekirin.”

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

22’yê Cotmehê artêşa TC li qûntarên Bîlgeç, Derbenda Cennet û Balîkan ên girêdayî navçeya Pilûrê leşker danîn û kemînan datînin.

20’ê Cotmehê li mintiqa Helqît a girêdayî qada Sason a Êlihê hêzên me li dijî yekîneyek veşartî çalakî li dar xist. Ji nêz ve hêzên me bi çekên ferdî li leşkeran dan. Di vê çalakiyê de qasî ku hat zelalkirin leşkerek hat kuştin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar hê zêdetir in. Piştî çalakiyê helîkopterên Skorsky 2 caran mirî û birîndar rakirine. Artêşa TC bi wesayîtên zirxî ve li qadên Hezo û Sasonê dest bi operasyonê kir û ev operasyon 22’yê Cotmehê vekişiyaye.

24’ê Cotmehê saet 18.00’an hêzên me li dijî qereqola Mûseka ya li qada Mişarê ya li dora çiyayê Gabar a girêdayî Şirnexê bi çekên RPG-7 çalakî li dar xistin. Li vir hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

24’ê Cotmehê artêşa TC li qada Akdag a girêdayî navçeya Dara Hênê ya Çewlikê operasyonek da destpêkirin.”