Gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, tên veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Sefkan Dersîm, Şiyar Dersîm û Roza Hêlîn ên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê Sefkan Dersîm, Şiyar Dersîm û Roza Hêlîn ên li Dersîmê di 14'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, tên veşartin.

Merasîm li Mala Cem pêk hat û Parlamenterê HDP'ê yê Agirî Berdan Ozturk, Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlamenterê HDP'ê yê Dersîmê Alîcan Onlu, Hevşaredarên Dersîmê Nûrhayat Altûn û Mehmet Alî Bûl, Hevşaredarê Perî Huseyîn Çetînkaya, nûnerên HDP, DBP, ESP, DHF û şêniyên li herêmê tevlî bûn.

ONLU: RÊYA WE RÊYA ME YE

Ji bo gerîlayên jiyana xwe ji dest dan goşeyek hat amadekirin û find hatin pêxistin. Li dû nimêja li ser cenaze Parlamenterê HDP'ê Onlu axivî û got, "Rêya we rêya me ye. Rêya me rêya Seyîd Riza, Alîşêr, Mazlûm Dogan û Sakîneyan e. Eger Yezîd hebe, zilm hebe, hingî ciwanên me yên lehegn ên li serê van çiyayan li dijî Yezîd hene. Ji sala 1937-38'an û vir ve li vê derê berxwedan heye. Ev berxwedan wê ji bo nirxên me, ziman, çand û baweriya me bidome. Bila rêya we vekirî be, em ê hewl bidin hêjayî we bin."

Li dû axaftinan, sirûd hatin xwendin û cenazeyên Sefkan Dersîm ber bi Venkê, Roza Hêlîn ber bi Çemîzgezekê û Şiyar Dersîm jî ber bi gundê Mîlî ve hatin. Hêzên dewleta Tirk jî dor li Mala Cem girtine.

...