Artêşa Tirk ciwanekî din kuşt
Artêşa Tirk li ser sînor ciwanê bi navê Elî Temî kuşt.
Artêşa Tirk li ser sînor ciwanê bi navê Elî Temî kuşt.
Ciwanê bi navê Elî Temî (18) ku duh êvarê saet di 18:00 de hewl dida ji bajarê Amûdê yê Kantona Cizîrê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe, ji aliyê leşkerên Tirk ên dagirker ve hat kuştin.
Şervanên YPG'ê cenazeyê Elî rakirin û radestî malbatê kirin.
Cenazeyê Elî Temî wê îro li Amûdê were veşartin.