BI DÎMEN

'Weke artêşa fedayî em ê hesab ji dijmin bipirsin'

Li dijî dagirkeriya Tirk, gerîlayên PKK'ê çalakiyên xwe yên bi rêbaza fedayî didomînin. Dîmenên beriya çalakiyê yên Kamîl Çelebî bi nasnav Çekdar Mahîr Serbest ê li Elezîzê di 18'ê Tebaxa 2016'an de çalakî pêk anî, di Gerîla TV de hatin weşandin.

Çalakiya fedayî li dijî avahiya emniyetê ya bajarê Elezîzê hatibû kirin û derbeke gelekî giran li dewleta Tirk hatibû xistin. Li avahiya emniyetê, ku gelek endamên îstîxbaratê lê bûn, di encama çalakiyê de 140 weasyîtên sivîl ên polîsan, 6 wesayîtên zirxî, 12 otobusên polîsan teqiyan û şewitîn, beşeke mezin a avahiya emniyetê hilweşiya û ya mayî jî zerareke mezin dît. Di encamê de 105 polîs mirin, ku zêdeyî 40 ji wan endamên îstîxbaratê bûn û 155 polîs jî birîndar bûn.

'BI HESRETA KURDISTANÊ MIN XWE GIHAND PKK'Ê'

Çelebî di sala 1992'an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê ji dayik bû. Dîmenên wî yên beriya lidarxistina çalakiya fedayî hatin weşandin. Çelebî di dîmen de qala hesreta xwe ya Kurdistanê dike: "Beriya her tiştî ez Rêber Apo û hemû gelê me yê welatparêz silav dikim. Weke hemû zarokên Kurd ez jî bi çîroka zexta koçberiyê ya ji ber dijmin, mezin bûm. Ji ber vê yekê li metropolên Tirkiyeyê jiyam. Lê belê ez her tim bi hesreta Kurdistanê ketim nava lêgerînan. Wextekê ez di nava xebatên ciwanan de bûm. Piştre dema min rewşa li Rojavayê Kurdistanê dît, min texmîn kir ku wê li Bakurê Kurdistanê jî şer giran bibe û di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bûm."

'GERÎLA HEM ÇIYA HEM JÎ BAJAR LI DIJMIN KIR ZÎNDAN'

Kamîl Çelebî bal kişand ser rewşa gerîla ya ew di nav de bû û wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn, em di nava pêvajoyeke dîrokî de ne. Di dîroka me ya têkoşîna çil salî de, em di serdemeke pêngavî ya şerê herî serketî yê gerîla de ne. Gerîla niha bi berxwedaneke xurt bersivê didin êrîşên giran ên dijmin. Dijmin ji her alî ve êrîş dike, lê bi ser nakeve û dişikê. Ev rastî di siyaseta wan a navxweyî û di operasyonên wan de jî tê dîtin. Yanî di rewşa heyî de bi tenê teknîk di destê dijmin de maye. Di operasyona Licê de dijmin bi zorê hêzek ji 14 tabûran li hev civand. Operasyonê bi rojan dewam kir û dijmin bi rengekî binketî vekişiya. Gerîla bi çalakiyan ev pêvajoya aktîf derbas kir û derbên dijwar li dijminê derket operasyonê xist. Gerîla her devera dijmin lê ye, hem çiya, hem jî bajar li dijmin kiriye zîndan."

'TECRÎD YA QEBÛLKIRINÊ YE'

Gerîla Kamî Çelebî destnîşan dike, ku armanca bingehîn a çalakiya wî rabûna li ber tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û diyar kir, ev rewş wê bi ti awayî ji aliyê wan ve neyê qebûlkirin û bi her şêweyî bi çalakiyan bersivê bidin.

Çelebî got, "Di dîroka me ya têkoşîna salan de, êrîşên dijmin ên civakî û çandî yên li dijî gelê me dewam kir. Tecrîda niha li ser Rêberê me heye, ji aliyê me gerîlayan ve bi ti awayî nayê qebûlkirin. Lewma li dijî van êrîşan, zarokên leheng ên vî gelî timî gavên xurt avêtin e. Hikûmeta AKP'ê ji bo rûyê xwe yê qirêj veşêre, vê tecrîdê dike. Ji ber ku Rêber Apo di her hevdîtinê de polîtîkayên qirkirinê yên AKP'ê eşkere dike û nîşanî gelê me dide. Desthilatdariya AKP'ê ku vê yekê weke gefekê li dijî xwe dibîne, tecrîdê dike. Lê tecrîd wê nikaribe gerîla bisekinîne."

'AZADIYA VÎ GELÎ BI RÊBER APO RE DIBE'

Çalakgerê fedayî Çelebî bal kişand ser bandora Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser gelê Kurd û got, "Ji ber ku yê gelê Kurd bi cîhanê da naskirin Rêber Apo ye, avabûna jiyana azad a gelê Kurd jî bi Rêber Apo pêkan e. Lewma em dibêjin, eger ev gel wê azad bibe, ev bi Rêber Apo dibe. Lazim e gelê me ji her demê bêhtir tevlî pêvajoyê bibe û bi berpirsyariya xwe rabe. Weke artêşa fedayî ya Rêber Apo, li dijî tecrîdê û êrîşên li dijî gelê me, em ê weke hevalên xwe yên pêşeng Zîlan, Êrîş, Andok hesab bipirsin. Dijmin çiqasî tedbîran digire bila bigire, wê hesabê komkujiyên xwe yên li Kurdistanê kiriye, bide. Em ê bi felsefeya Rêberê xwe ku vîna me xurt dike, çalakiyên mezintir pêk bînin."

'FEDAYÎTÎ BEXŞANDINA KESAYETIYA XWE YE'

Kamîl Çelebî girîngiya çalakiya xwe nirxand û got, "Ji bo nîşan bidim ku ti êrîş nikare moral û motîvasyona gerîla têk bibe, min biryar da çalakiyeke bi vî rengî lidar bixim. Pêwîste vê yekê jî bêjim; ji ber ku xwedî çalakiyeke bi vî rengî me gelekî kêfxweş û bi coş im. Yanî ji her demê bêhtir ez pêwîstiyê bi vê çalakiyê dibînim. Her wiha ji bo min gelekî girîng e ku vê çalakiyê di navbera 14'ê Tîrmehê û 15'ê Tebaxê de pêk tînim. Wekî din ez gelekî kêfxweşim ku vê çalakiyê li Elezîzê dikim, ji ber ku li vê derê polîtîkayên gelekî nebaş li dijî gelê me hat meşandin. Eger em dixwazin siberojeke baş ji nifşên piştî xwe re bihêlin, lazim e di vê demê de em ji her demê xurt tevlî pêvajoyê bibin. Fedayîtî ne tenê teqandina xwe li nava dijmin e. Fedayîtî ji her alî ve bexşandina kesayetiya xwe ye. Di vê dema germ a şoreşê de ez ji hemû hevalan û gelê Kurd ê welatparêz re serketinê dixwazim."

...