Li Rihayê tirsa polîsan a ji cenaze
Polîs ji konê sersaxi û merasîma cenazeyê gerîlaya HPG’ê Sûltan Ozturk tirsiya.
Polîs ji konê sersaxi û merasîma cenazeyê gerîlaya HPG’ê Sûltan Ozturk tirsiya.
Merasîma cenzeyê Sûltan Gokturk (Jîn Şivan) a ku yek ji 14 gerîlayên HPG’ê û YJA-Star ên ku di 16’ê Cotmehê li Geliyê Pilemûriye ya Dersimê di encama bomberdûmana hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn, ji aliyê polîsan ve hate astengkirin.
Cenazeyê Gokturk a ku piştî karûbarên otopsiyê a li Saziya Tiba Edlî ya Malatyayê û şûn de ji aliyê malbatê ve hate girtin û ber bi warê wê navçeya Serêkaniyê Rihayê, ji ber gef û zextên polîsan di saet 03:00’yê şevê de hate definkirin. Polîs, ji ber ku merasîm neyê li darxistin bi gefan û zextan xwestin ku bi lezgîn cenaze bê definkirin. Di dema definkirinê de polîsan goristan dorpêç kiribûn.
Polîsan rê nedan ku jib o Gokturk konê sersaxiyê bê vedan.
Malbata Gokturk, konê sersaxiyê li mala xwe ya li Taxa Ensarê qebûl dike.