Çete û artêşa Tirk Til Rifatê bombe dikin

Çete û artêşa Tirk bajarokê Til Rifat (Arfêd), gundê Hesiye û Bendava Şehbayê bi hewan, obus û katyûşayan bombe dikin.

Danê êvarî saet nêzî 20.00’an çete û artêşa Tirk a dagirker ji xeta Mariyê bajarokê Til Rifat ê di kontrola Hêzên Şoreşger de  ye, da ber hewan, obus û katyûşayan.

Hate diyarkirin ku heta niha 12 hewan li vê herêmê ketine, hate destnîşankirin ku şervanên Hêzên Şoreşger jî bersiva çeteyên Tirk danê.

Di heman saetan de çete û artêşa Tirk ji Til Malîdê bi hewanan êrîşî gundê Hesiya û Bendava Şehbayê jî kirin.

Hatibû ragihandin ku îro saet nêzî 14.30’an dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û obusan gundê Tiwês ê li rojhilatê Bendava Şehbayê bombe kiribû ku li vê herêmê gelek sivîl hebûn.