Li Kerkûkê operasyona hevpar a gerîla û pêşmergeyan
Hêzên gerîla û pêşmergeyan operasyoneke hevpar li gundê Qeretepeyê pêk anîn û di encamê de gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Hêzên gerîla û pêşmergeyan operasyoneke hevpar li gundê Qeretepeyê pêk anîn û di encamê de gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê danê sibehê êrîşî gundê Qeretepe yê li rojavayê Kerkûkê kirin. Li vî gundî, di navbera çeteyan û hêzên gerîla/pêşmergeyan de şerekî dijwar rû da. Di encamê de êrîşa çeteyan hat şikandin û kontrola gund careke din ket destê hêzên Kurd.
Li navenda Kerkûkê jî gerîla û pêşmerge bi hev re li dijî çeteyan şerekî xurt dimeşînin. Şer li herêmên navenda berê ya polîsan, otel û mizgefta li pêşberî keleha Kerkûkê giran bûye. Bandora çeteyên li vê derê hatiye şikandin û hêzên gerîla û pêşmerge gav bi gav cihê li çeteyan teng dikin. Çete li vê herêmê asê man e.