Mexmûriyên ji dorpêça DAÎŞ’ê rizgar bûn ji ANF’ê re axivîn
Mexmûriyên ku di dorpêça çeteyên DAÎŞ’ê de man û bi operasyonek hevpar a gerîla û pêşmergeyan hatin rizgarkirin gotin; “Me telefonî gerîla kir û li benda rizgarkirinê man. Piştre bi operasyona hevpar a gerîla û pêşmergeyan em hatin rizgarkirin.”
ANF
KERKÛK
în, 21 kewçêrê 2016, 16:18
Mexmûriyên ku li Kerkûkê di dorpêça çeteyên DAÎŞ’ê de man û bi operasyonek hevpar a gerîla û pêşmergeyan hatin rizgarkirin ji ANF’ê re axivîn.
Mexmûriyan diyar kirin ku agahiya dorpêçê dane gerîla, anîn ziman ku ji ber bi operasyonek hevpar a gerîla û pêşmerge hatine rizgarkirin kêfxweş in, destnîşan kirin ku dema hêzên Kurd bi hev re tevbigerin ti kes nikare li pêşiya wan rawestae.
‘JI BO RIZGARKIRINÊ ME AGAHÎ DA GERÎLA’
Ji Mexmûriyan Cewher Huseyîn diyar kir ku saet 03.30’an bi dengê çekan hişyar bûne û got; “Destpêkê me ti tişt fêm nekir. Piştre em hîn bûn ku DAÎŞ’ê êrîş kiriye. Ji ber em di avahiyê de bûn me ti tişt nedidît. Dûvre me telefon da gerîlayan û me xwe da bendê. Pişt çend saetan bi operasyonek hevpar a gerîla û pêşmergeyan em hatin rizgarkirin.”
Selîm Ahmet jî bi lêv kir ku ji bo gelê Kurd têkoşîna mil bi mil a gerîla û pêşmergeyan rewşeke rûmetî ye.
Cabar Ahmet ê bi karkerên din re di nav heman dorpêçê de mabû jî ragihand ku saet nêzî 23.00’an dengê çekan hatiye wan, lê saet 03.00’an şer dest pê kiriye û diyar kir ku di vî şerî de çekên doçka, BKC û bombe hatine bikaranîn, dema derketine derve jî hêzên asayîşê yên nêzî wan deveran ji wan xwestine ku li cihê xwe bimînin û got heta gerîla û pêşmerge hatine ew rizgar kirine di dorpêça DAÎŞ’ê de mane.