Artêşa Tirk gundê Hesiyê yê Şehbayê bombebaran dike

Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Hesiyê bomebaran dikin. Di heman demê de, top li bajarokê Şêx Îsa tên barandin.

Saet di 13.00 de, balafirên şer ên Tirkiyeyê li gundê Hesiyê yê herêmên Şehbayê dest bi bomberdûmanê kirin.

Artêşa Tirk a dagirker di heman demê de, bajaroka Şêx Îsa yê girêdayê herêmên Şehbayê, topbaran dike. Di ecnamê topbaranê de, ziyan gihişt mal û milkên welatiyên sivîl ên wan herêman.

Bombebarana gundê Hesiyê û topbarana bajaroka Şêx Îsa, didomin.