YPG’ê nasnameyên 3 têkoşeran eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe ku du ji wan di êrîşên li dijî gundê Ezawî yê Şedadê de û yek jî di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kirin.
Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:
“Di 23’yê Tebaxê de, çeteyên DAIŞ’ê êrîşek berfireh anîn ser gundê Ezawî û qadeke li başûrê Şedadê. Çeteyên ji Iraq, Reqa û Dêrazorê hatibûn komkirin, bi çekên giran û maşîneyên zirxî 3 rojan bênavber êrîşî çeperên şervanên me kirin. Di van her sê rojan de çeteyan bi 6 maşîneyên tijî teqemenî êrîş anîn ser hêzên me. Lê, her 6 maşîne jî beriya bigihêjin çeperên me ji aliyê şervanên me ve hatin ruxandin.
Piştî şerên dijwar ên 3 rojan, êrîşên çeteyan bi temamî tek çûn. Di encama van şeran de 108 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha di van şervan de 10 hevalên me ku bi lehengî li pêşiya êrîşên çeteyan rawestiyan û şer kirin, gihiştin şehadetê. Îro em nasnameyên du ji van hevrêyên xwe radighînin.
Her wiha hevalekî me yê bi nave Mîtan Dêrik jî di 30’ê Îlonê de, di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwanê şehîdan bûye.
Wekî Yekîneyên Parastina Gel (YPG), di serî de malbatên her sê şehîdan, em ji tevahî gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê her tim şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê ti carî armanca van şehîdan ji dilê xwe dernexin ta ku hêjayî wan bin.”
Nasnameyên têkoşeran wiha ne:
Nav û Paşnav: Yusif Seîd
Nasnav: Baran
Navê Dayikê: Gemra
Navê Bav: Faris
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ezawî / 23’yê Tebaxa 2016
***
Nav û Paşnav: Elî El-Sayir
Nasnav: Lewend
Navê Dayikê: Hefta
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Jidayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ezawî / 23’yê Tebaxa 2016
***
Nav û Paşnav: Remezan Hacî
Nasnav: Mîtan Dêrik
Navê Dayikê: Sarya
Navê Bav: Hisên
Cihê Jidayikbûnê: Dêrik
Dîroka Şehadetê: 30’yê Îlona 2016’an