Çeteyên Sultan Murad ketin kemîna hêzên şoreşger
Şervanên hêzên şoreşger li ber çeteyên Sultan Murad kemîn danîn. 9 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên wan hatin ruxandin.
Şervanên hêzên şoreşger li ber çeteyên Sultan Murad kemîn danîn. 9 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên wan hatin ruxandin.
Hate ragîhandin ku şervanên hêzên şoreşger li bajaroka Şêx Îsa ji bo komên çete yên Sultan Murad kemînek danîn. Di vê kemînê de 9 endamên vê komê hatin kuştin, cenazeyên wan di nava erdên çandiniyê de mane.
Şervanên hêzên şoreşger di vê kemînê de her wiha du maşîneyên doçka li ser jî ruxandin.
Li gundên herêmên Şehbayê ku ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê ve têne topbarandin, şer dewam dike.