Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Nas hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Nas bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de dirûşma "Şehîd namirin" hat qîrîn.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Nas (Zîlan Zerdeşt), ku li gundê Oranis ê navçeya Tetwan a Bedlîsê di şerê 11'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbatê ve ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê hat girtin.

Darbesta cenaze bi konvoyek ji dehan wesayîtî anîn Êlihê, lê polîsên Tirk nehiştin derbasî navenda bajêr bê kirin.

Li ser vê yekê konvoyê da dû wesayîtên zirxî û berê xwe da Goristana Mezderê.

Jinan li vir darbest hilgirtin ser milan û bi qîrîna dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" anîn ber gorê. Cenaze ji aliyê jinan ve hat veşartin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê MEYA-DER'ê Şukru Baytar li vir axivî û û got, "Her şehîdek tê Êlihê ji bo me abîdeya azadiyê ye. Her ciwaneke/î me yên ji bo azadiyê şer dikin, rûmeta me ne."

Girseya gel piştre dua kir û ji goristanê derket.