'Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şikandin'

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad diyar kir ku hêzên wan êrîşên balafirên şer û bejahî yên Tirkiye û çeteyên wê şikandine.

Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad têkildarî encamên êrîşên artêşa Tirk û çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkikyeyê yên li dijî herêmên Şehba û herêma Efrînê bi daxuyaniyekê raya gîştî agahdar kir.

Daxuyaniya Cebhet El-Ekrad wiha ye: "Piştî ku hemû hewildanên çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Mertala Firatê yên pêşvehatina ber bi nuqteyên hêzên me ve, ku bi desteka bombebarana balafirên şêr ên Tirkiyê û topavêjên Tirkiyê re pêk dihatin, ji aliyê şervanên me ve hatin şikandin, îcar istîxbarata Tirkiyê tankên xwe li ser sînorê Sûriyê li Bakurê Helebê zêde kirin. Bi vê yekê re jî xwest ku desteka bejahî jî bide çeteyên xwe yên di operesyona Mertala Firatê, Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam û Cebhe El-Şamiyê. Em ji Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê re teqez dikin ku em li benda wan in da ku car din wan binketî paşve vegerînin. Em bi vîna gelê xwe li bejahiya Helebê, soza xwe ya bi gelê Sûriyê ku dagirkirina Tirkiyê ji axa Sûriyê wê tenê ji bo wan xewnek be, nû dikin. Terorîstên ku axa Sûriyê bi gelemperî û Şehba bi taybet dagir kirine wê weke cenaze, peya û binketî vegerin. Qehremanên hêzên me yê Cebhet El-Ekrad wê her kesê ku êrîşî Sûriyê dike, bişîne dojehê".