Saroxan: DYA û Rûsya ji bo destwerdana Tirkiyeyê li hev kirine

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku Amerîka û Rûsya ji bo destwerdana Tirkiyeyê li hev kirine û rêxistinên navneteweyî jî komkujiyên ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên, qebûl dikin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan û serokên desteyên Rêveberiya Xweser der barê topbaran û bombebarana artêşa Tirk a li dijî Kantona Efrîn û herêmên Şehbayê, civîneke çapemeniyê li dar xist. Hejmarek ji dezgehên çapemeniyê û rojnamevan jî li wir amade bûn.

Ebdulkerîm Saroxan axivî û got, “Piştî ku Ceyş El-Siwar gundên derdora Bendava Şehbayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, Êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên Şehba û Efrînê dest pê kirin. Tirkiye ji bo terorîstên xwe xilas bike dest werda. Di heman demê de dixwaze herêmên Şehbayê dagir bike.”

Ebdulkerîm Saroxan li ser bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê destwerdanê û van êrîşan jî got “Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîka, he wiha bêdengiya Rûsyayê jî tê wateya ku wan herduyan ji bo ku Tirkiye van herêman dagir bike li hev kirine. Bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî jî di heman demê de tê wateya ku ew van komkujiyên ji aliyê dagirkeriya Tirk ve li dijî sivîlan pêk tên, qebûl dikin.”

Piştre rojnamevanan pirsên xwe kirin. Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Saorxan bersiva rojnamevanan da û got “Em xwedî mafê parastina rewa ne. Hemû hêzên me amade ne. Em ê li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin. Bi hemû derfetên xwe em ê li ber xwe bidin.”