Prof. Dr. Bozarslan: Tirkiye mîna mayineke serserî li ber teqînê ye!

Prof. Dr. Bozarslan diyar kir, Tirkiye veguheriye mayineke serserî ya li ber teqînê û got, "Ev jî dike ku DYA û YE hem Tirkiyeyê tehemûl bikin hem jî tecrîd bikin."

Prof. Dr. Bozarslan diyar kir, Tirkiye veguheriye mayineke serserî ya li ber teqînê û got, "Ev jî dike ku DYA û YE hem Tirkiyeyê tehemûl bikin hem jî tecrîd bikin."

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Hamît Bozarslan rewşa li herêmê ji ANF'ê re nirxand.

Bozarslan bal kişand ser operasyona li Mûsilê û anî ziman, li Rojhilata Navîn ku rojev bi lez tê guhertin, şerê ku di rewşa heyî de diyarker tê dîtin, piştî çend hefteyan tê ji bîr kirin.

Bozarslan diyar kir, ji niha ve li ser rewşa Mûsilê ya piştî DAIŞ'ê tiştekî bêjin û got, "Divê mirov ji bîr nekin, hem li Iraqê, hem jî li Sûriyeyê sîstemeke ji sed salî, sîstemeke ku digihêje heta serdema Osmanî, têkiliyên desthilatdariyê, rewşa rêveberî û demografîk ji binî ve dihejin. Bicihkirin û rûniştandina sîstemê wê ne karekî hêsan be."

Bozarslan da xuyakirin, ku dema ew li şerê li Rojhilata Navîn diqewime dinêre, dikare bêjin ku hem şerekî navxweyî yê Ereb, hem şerekî mezhebî, hem şerekî hegemonya herêmî yê navbera Tirkiye, Îran û Erebîstana Siûdî hem jî şerekî ku DYA û Rûsya seferber kiriye, diqewime.

'TIRKIYE NOSTALJIYA ÎMPARATORIYÊ DIJÎ'

Prof. Dr. Bozarslan destnîşan kir, ku Tirkiye êdî nostaliyeke împaratoriyê li herêmê dijî û got, "Pirsgirêk ew e ku ev nostaljî ji aliyê ti ji gel û hêzên li herêmê ve nayê pejirandin. Ev nostaljî di heman demê de bûye xwedî karakterekî êrîşkariya Sûnî. Lewma Tirkiye hîn bêhtir bi tenê dimîne. Di vir de em cudahiya navbear Tirkiye û Îranê dibînin: Îran li herêmê dîplomasiya milîs dimeşîne ku xwe dispêre civatên Şîa. Lê siyaseta Erebîstana Siûdî û Tirkiyeyê, ya bala Sûniyan nakişîne, ya jî weke siyaseteke ku ji jorê ve tê ferzkirin, tê dîtin. Wekî din, eger gotin di cih de be; Tirkiye veguheriye mayineke serserî ku li ber teqînê ye. Ev jî Tirkiyeyê dike aktorek, ku divê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropayê (YE) ve hem bê tehemûlkirin hem jî bê tecrîdkirin."

'SERKETINA PÊŞWEXT, DIBE KU VEGUHERE TÊKÇÛNÊ'

Bozarslan da zanîn, di bingeha siyaseta Tirkiyeyê de ku li Sûriyeyê dimeşîne, mijara Kurdan heye û got, "Di rewşa heyî de -pêkane bi destwerdana DYA derketiye holê- statukoyek çêbûye. Ji xwe Erdogan venaşêre ku hedefa wî ya bingehîn Kurd e. Ji ber vê yekê ji gotina 'Rojavayê Firatê' derbasî gotina 'Rojhilatê Firatê' bûye. Sedema duyemîn a serpêhatiya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê -ku mirov dikarin bişibînin lîstika qumarê- xeyalên guhertina sînoran, pêkhatina 'Mîsakî Mîlî' û 'Mezinkirina Tirkiyeyê' ye. Tirkiyeyê dest werdan û bi vî rengî nehişt her sê kanton bigihêje hev. Lê divê mirov ji bîr nekin, Tirkiye û Arteşa Azad a ku ti eleqeya xwe bi Artêşa Azad a sala 2011'ê re nîne, bêyî astengiyek derkeve pêşiya wan bi pêş ve çû. Yanî em dibînin ev 'Artêşa Azad' nikare bi ti awayî li ber DAIŞ'ê yan jî aktorekî din ê çekdarî berxwedaneke leşkerî nîşan bide. Nepekane ku mirov texmîn bikin bê konjonktura sibe wê çi be. Lê divê em ji bîr nekin, serketina ku zû hatiye ragihandin, dibe ku veguhere têkçûnê. Lazim e Tirkiye vê ji bîr neke. Divê Tevgera Kurd a li Sûriyeyê jî bêhêvî nebe."