' Em têkoşîna xwe geş bikin; faşîzma dewleta Tirk hilweşînin'

Hevserokatiya KONGRA GEL nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava da û got, "Wê ti carî bi ser nekevin. Dem hatiye ev faşîzma dewleta Tirk a li ser înkar û tinekirina gelan ava bûye, hilweşe."

Hevserokatiya KONGRA GEL, li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Efrîn û Şehbayê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Piştî ku Bendava Şehbayê û hin gundên li bakurê Helebê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, balafifrên şer ên Tirk bombe li van gundên ku sivîl lê dijîn, barandin. Gelek sivîl û şervanên azadiyê yên bi lehengî li dijî DAIŞ'ê şer dikirin jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn."

Hevserokatiya KONGRA GEL da xuyakirin, ku bêdengiya DYA û Rûsyayê ya li pêşberî vê bomberdûmana balafirên şer ên Tirk nîşan dide, di berdêla hin daxwazan û encama hin bazariyan de ev êrîş hatine erêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tayyîp Erdogan ê ku hemû polîtîkayên xwe li ser dijminatiya li Kurdan dimeşîne, di civîna dawî ya keyayan de gotibû; Pûtîn bi rêya telefonê lê geriya ye û ji bo El Nûsra ji Helebê were derxistin, alîkarî jê xwestiye. Erdogan bi vê daxuyaniya xwe re, li pêşberî raya giştî li xwe mikur hat ku têkiliyên xwe bi rêxistinên çete yên weke El Nûsra û DAIŞ'ê re heye.

Dewleta Tirk ji aliyekî ve bi desteka balafirên xwe yên şer hewl dide rê li ber çeteyan veke ku herêma Şehbayê bi temamî dagir bikin, li aliyê din jî çeteyên li Îdlibê ne derbasî aliyê kantona Efrînê dike. Niyeta xwe eşkere ye; Dixwaze xwe bigihîne heta El Babê û nehêle kantonên Efrîn û Kobanê bigihêjin hev. Hewl dide hem ji aliyê rojava hem jî ji aliyê başûr ve dorê li kantona Efrînê bigirin."

'WÊ BI TI AWAYÎ BI SER NEKEVIN'

Hevserokatiya KONGRA GEL destnîşan kir, ku Erdogan û dewleta Tirk dixwazin bi ti awayî firsendê nedin gelê Kurd bibe xwedî statu û wiha dewam kir: "Êrîşî destketiyên gelê Kurd ên li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi berdêlên mezin bi dest xistiye, dike û bi vî awayî dixwaze pêşî li têkoşîna gelê me bigire.

Em dixwazin gelê me û tevahiya raya giştî baş bi vê zanibin; Erdogan û dewleta Tirk wê bi ti awayî bi ser nekevin. Bi polîtîkayên xwe re nîşan didin bê xwedî zîhniyeteke çiqasî nîjadperest û faşîst e. Faşîzma Erdogan ku bi polîtîkayên xwe yên li dijî gelê Kurd dimeşîne re, mîna mayineke serserî li Rojhilata Navîn êrîşkar bûye, wê li pêşberî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên me têk biçe. Dem hatiye faşîzma dewleta Tirk a li ser înkar û tinekirina Kurdan û hemû gelan ava bûye, bê hilweşandin."

'EM TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN, SEFERBER BIBIN'

KONGRA GEL di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir: "Li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta Tirk a li kantona Efrînê dike, em bang li gelê xwe dikin ku li hundir û derveyî welat dakevin qadan û têkoşînê geş bike. Ji bo têkbirina faşîzma Erdogan a dixwaze destketiyên gelê me biqedîne, em bang li gel û dostên xwe dikin, ku seferber bibin."