'Xeyalê Erdogan û Bahçelî wê di ber wan de bimîne'

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê li Kerkûkê Hoşyar Ebdurrahman destnîşan kir, ku xeyalên Erdogan û Bahçelî yên li ser Mûsil û Kerkûkê wê ti carî pêk neyên.

Ebdurrahman bal kişand ser hebûna dewleta Tirk a li Kurdistanê û got, "Li Bamernî jî be, li Mêrdînê jî be, dewleta Tirk hêzeke dagirker e."

'MÛSIL JI ALIYÊ DÎROKÎ VE BAJAREKÎ KURDAN E'

Ebdurrahman diyar kir, Mûsil ji aliyê dîrokî ve bajarekî Kurdan e, berî peymanên Sewr û Lozanê werin îmzekirin, piraniya şêniyên vî bajarî ji Kurdan pêk dihat û got, hejmara Tirkmen û Ereban bi zanebûn li vê herêmê hat zêdekirin.

Ebdurrahman da zanîn, piştî ku rejîma Baasê li Iraqê bû desthilatdar, Kurd ji herêmê hatin derxistin, li şûna wan Ereb hatin bicihkirin û destnîşan kir, ku tevî vê yekê jî Mûsil erdnîgariya Kurdan e.

Ebdurrahman anî ziman, Mûsil ji bo Kurdan bajarekî gelekî girîng e û got, "Divê em ji bîr nekin; cihên weke Şengal, Zummarê, niha jî bi ser Kurdistanê ve ne. Beriya DAIŞ'ê 13-14 parlamenterên Kurd li Mûsilê hebûn. Lewma Mûsil hê jî ji bo Kurdan bajarekî girîng e."

Ebdurrahman destnîşan kir, li cihê Kurd lê hebin wê pêşmerge û şervanên Kurd bi erka parastinê rabin û ragihand, çavê Kurdan li axa kesî nîne, lê Kurdistan wê di bin kontrola Kurdan de be.

'XEYALÊ ERDOGAN Û BAHÇELÎ WÊ BI CIH NEYÊ'

Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê li Kerkûkê Hoşyar Ebdurrahman bibîr xist, ku dewleta Tirk hêzeke xwe ya ji 2 hezar kesî li Başîka bi cih kiriye û anî ziman, Kurdan ev yek weke dagirkeriyê dîtiye, li ber rabûye û ev nerazîbûn jî rewşeke gelekî xwezayî ye.

Hoşyar Ebdurrahman, armancên dewleta Tirk ên li ser Mûsil û Kerkûkê, gotinên Bahçelî ku Mûsil û Kerkûk weke 'bajarê Tirkan' pênase dikir, bi vî rengî nirxand: "Ji bo mirov fêhm bikin bê çima dewleta Tirk Mûsilê ewqasî dike rojev, divê mirov li dîrokê binêrin. Pêwîste mirov li Lozan a beriya 90 salan binêrin. Piştî ku Mûstafa Kemal di sala 1926'an de Mûsil a ji çavkaniyên dewlemend ên petrolê di ser Îngilîzan re ji Iraqê re hişt, dewleta Tirk terikandina Mûsil û Kerkûkê nekarî qebûl bike. Bicihkirina leşkeran li Başîka, israra dewleta Tirk a ji bo tevlî operasyona Mûsilê bibe, pêwendiya xwe bi vê yekê ve heye. Ne tenê Mûsil. Dixwaze Sûnî û Tirkmenan sor bike, pirsgirêkên navxweyî derxîne derve û ya herî girîng jî dixwaze pêşî li yekîtiya Kurdan a li Bakur, Başûr û Rojava bigire. Ev stratejiya wan a siyasî ye. Tê zanîn, Ozal dema Serokkomar bû, gava her carê dihat Amedê digot, sînorên heyî yên Tirkiyeyê xefikek li pêşiya wan e. Aliyekî van ê neteweperest ê sed salî heye. Ji ber vê yekê Devlet Bahçelî radibe dibêje Kerkûk a Tirkan e, Mûsil mala me ye. Ev xeyalê wan e. Lazim e mirov bi vê zanibin."

'HEWL DIDIN OSMANÎ ZINDÎ BIKIN'

Ebdurrahman da zanîn, dewleta Tirk bi rewşa xwe ya heyî re bûye ku nema karibe were birêvebirin, lewma her gavê diçe ber deriyê Ewropayê, dema ya dixwaze bi dest naxe berê xwe didin herêmê û hewl didin Osmanî ji nû ve zindî bikin. Li ser vê mijarê Ebdurrahman got, "Niha axeke berfireh di bin kontrola wan de ye. Lê ji aliyê dewlemendiya binerdê ve xizan e. Ew dewlet bi vî rengî nayê birêvebirin. Lewma her gavê diçe ber deriyê Ewropayê. Dema nikare tiştekî bi dest bixe, berê xwe dide herêmê û hewl dide Osmanî ji nû ve zindî bike. Lê dem û dewran guheriye. Dewletên ji wan xurtir hene. Êdî hêza wan nîne ku li Iraqê an jî Rojava bihostek axê dagir bikin. Di dawiya dawî de wê neçar bimînin li axa xwe vegerin. Heta ku em qebûl nekin, ew xeyalê Bahçelî bi cih nayê. Hêza wan a bi destxistina Kerkûk û Mûsilê nîne."