NÛ BÛ

Gerîla jî tevlî şerê li Kerkûkê bû

Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li ser daxwaza Fermandariya Pêşmergeyan tevlî şerê li Kerkûkê yê li dijî DAIŞ'ê bûn.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê veguherî şer. Heta niha gelek mirî û birîndar hene.

Ji ber vê rewşê, Fermandariya Pêşmergeyan alîkarî ji gerîla xwest. Li ser vê yekê hêzên gerîla tevlî şerê li Kerkûkê yê li dijî DAIŞ'ê bûn.

Çeteyên DAIŞ'ê ber destê sibehê saet di 03:00 de li gelek cihên navenda bajarê Kerkûkê dest bi êrîşê kirin û li ser vê yekê şer derketin. Ev şer hê jî dewam dike.

Di vî şerî de, gerîlayên HPG û YJA Starê jî li navenda bajêr li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin.

Di vê navberê de hêzên gerîla û pêşmerge, dor li çeteyên DAIŞ'ê yên li gundê Karatepeyê girtin.

Şerê li dora Domizê dewam dike. Li gorî agahiyan di vî şerî de 6 çete hatine kuştin. Tê gotin, çeteyên mayî yên li Domizê jî hatine dorpêçkirin.

Midûrê Emniyetê yê Nehiye û Navçeyên Kerkûkê Serhad Kadir ji Rojnewsê re axivî û diyar kir, heta niha di şer de 13 çete hatine kuştin û hin ji çeteyan jî xwe teqandine.

...