Di bin navê Rewşa Awarte de li Dersîmê xweza tê talankirin

Dewleta Tirk, bi bahaneya Rewşa Awarte dixwaze têkiliya mirovan a bi xwezayê re ji holê rake.

Li Dersîmê, di bin navê Rewşa Awarte de bi projeyên înkar û asîmîlasyonê re Qirkirina 1937-38'an tê dewamkirin. Li Geliyên Mûnzûr û Pîlemûriyê, gund û qadên pîroz ên gelê herêmê diçe serdana wan, tên bombekirin. Polîtîkayên asîmîlasyonê yên li vê herêmê dewam dikin.

Li Geliyê Pîlemûriyê, di operasyonan de pezkoviyên ji aliyê gelê herêmê ve pîroz tên dîtin, tevî gelek zindiyan hatin qetilkirin. Mirovên bi payîzê re dixwzin wêneyên demsala li vî gelî bikişînin, bi hinceta Rewşa Awarte tên astengkirin.

ŞÎMŞÎR: TÊKILIYA NAVBERA MIROV Û XWEZAYÊ TÊ TINEKIRIN

Hevseroka Komeleya Elewiyan a Demokratîk Ayten Şîmşîr da xuyakirin, ku li vê herêmê mirov û xweza di nava hev de ne û got, "Armanc ew e ku têkiliya navbera gel û xwezayê ji holê rakin. Dixwazin pîrozmendiya çiyê, ax, zindî û hemû hebûneyan ji holê rakin. Bi bahaneya şer û Rewşa Awarte nahêlin em biçin îbadetxaneyên xwe. Her wiha bombe li gelek îbadetxaneyên me barandin.