YPG: Gelê me di vê berxwedana dîrokî de divê piştgiriyê bide refên YPG’ê

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê: Ji bo herêm ji xeteriyên çeteyên DAIŞ’ê, hevkarên wê Tirkiye û hemû metirsiyan, em bang li hemû gelê dikin ku di li pêşberî vê berxwedana dîrokî piştgiriya refên şervanên YPG’ê bikin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê diyar kir ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê , artêşa Tirk a dagirker û êrîşên li ser herêma Şehba û Efrînê wiha got: “Ji bo herêm ji xeteriyên çeteyên DAIŞ’ê, hevkarên wê Tirkiye û hemû metirsiyan, me bang li hemû gelê dikin ku di li pêşberî vê berxwedana dîrokî piştgiriya refên şervanên YPG’ê bikin.”

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê têkildarî êrîşên artêaş Tirk a li ser herêma Şehba û Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyarkirir ku dewleta Tirk carekî din îspat kir ku li Sûriyeyê hevkariya çeteyên terorîst dike.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê wiha anî ziman: “ Piştî ku gundên Um Hoş û Um Qura, Herbil, Hesiye, Bendava Şehbayê, Qolsroj, Hesacik, Semoqa, Werdiye, Mezrayên El-xol, Mezrayên El-Hisêniyê û navenda syriatel ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, Tirkiyê tehemûl nekir û ew gund bombebaran kirin.″

Fermandariya Giştî ya YPG′ê li Kantona Efrînê îdîayên Tirkiyê yên ′ YPG′ê erdên Tirkiyê topbaran dike′ derewandin û daxuyaniyê wiha dom kir: ″Dewleta Tirk vê hincetê ji bo ku topbarana xwe ya li Kantonê rewa bike, bikar tîne. Ev îdîayên Tirkiyê dûrî rastiyê ne.″

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku Tirkiyê ji aliyekî ve erdê Kantona Efrînê dagir dike, ji aliyekî din ve jî gundên Kantonê topbaran dike û wiha dewam kir: ″Tirkiyê Şevê din gundên Mele Xelîl, Meydan Ikbis, Hemam, Dêr Belût topbaran kirin û noqteyên hêzên me yên li gundê Dêr Belût, hedef girtin. Di encamê de, du şervanên me birîndar bûn.

Fermandariyê di berdewama daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê li hember çeteyên DAIŞ′ê piştgiriya Ceyş El-Siwar û hemû hêzên şoreşger bikin û wiha got: ″Wek Fermandariya Giştî ya YPG′ê li Efrînê, em ê destek bidin hêzên şoreşger da em gelê xwe û heremên xwe ji xetereyan biparêzin.″

Di dawiya daxuyaniyê de, Fermandariyê ev bang li şêniyên Kantona Efrînê kir: ″Divê gel berxwedaneke dîrokî lidar bixe û piştgiriyê YPG′ê bike, da em herêmê ji xetereyan biparêzin. Em ê DAIŞ′ê û alîgirên wê Tirkiyê û hevbendên wê, têk bibin.″