Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li gundê Kefernayê çalakî

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê li hemberî êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê yên li ser gundên Efrîn û Şehbayê, li gundê Kefernaya xwepêşandaneke bi heybet li dar xistin.

Li gel welatiyan, nûnerên saziyên civaka sivîl, desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, meclîsên herêma Şehbayê û Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk a Sûriyeyê jî beşdarî xwepêşandanê bûn.

Girseya gel bi konvoyekî wesayîtan a mezin di nava gundên rizgarkirî de derbas bû û li ser rêya ketina bajaroka Til Rifetê kom bûn. Welatiyan alên TEV-DEM, PYD, Kongreya Star, Meclîsa Rêveber a Şehba û Ceyş El-Siwar bilind kirin.

Welatî piştî ku gihiştin rêya ketine gundê Kefernaya, ji wesayîtan peya bûn, bi meşê li nava gund re derbas bûn. dirûşmên mîna “Şehba azad e, bila toranî derkevin derve”, “Qatil sûcdar Erdogan”, “ Şehba serî danaxe” û “Ey Osmanlî derkeve, Şehba azad e azad” hatin berzkirin.

Xwepêşandar li dawiya gund sekinîn û li ser giyanê cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz girtin. Endamê Meclîsa Kefernaya Mihemed Şobek, Endamê Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Şerîf Cimo, Serokê Meclîsa Bajaroka Til Rifet Mihemed Bekur, Rêvebera TEV-DEM’ê ya Efrînê Ayşe Hiso, Serokê Meclîsa Şêx û Rûspiyên Herêmên Şehba Cemal Elo axivîn.

Di hemû axaftinan de dagirkeriya artêşa Tirk a li herêmên Bakurê Sûriyeyê, her wiha bombebaran û topbarana gundên Şehba û Efrînê ji aliyê artêşa dagirker ve bi zimanekî tund hate şermezarkirin.