BI DÎMEN

Malbatê qala pêşengê pêngava Çelê Serhed kir

Malbatê qala Fermandarê HPG'ê Serhed (Serhed Guneş) ê di pêngava Çelê de şehîd bû, kir. Malbat dibêje, "Ji dest dayîna ewladekî zor e, lê em neçar in ji bo Kurdistanê li ber xwe bidin."

Fermandar Serhed ku 20 salan li çiyayên Kurdistanê û parçeyên din têkoşiya, weke yek ji fermandarên pêşeng tevlî pêngava li Çelê bû. Fermandar Serhed ku para wî di serketina pêngavê de heye, roja 8'ê Cotmehê bi ti awayî ji çepera xwe derneket û bi rengekî lehengî li ber xwe da. Fermandar Serhed di encama vê berxwedanê de, mîna birayê xwe Serkeft (Savaş Guneş) ê 2 sal piştî wî tevlî nava refên gerîla bû û di 31'ê Cotmeha 2005'an de li Çewlikê şehîd bû, di rojeke Cotmehê de tevlî karwanê şehîdan bû.

Dayika wî Gulbeyaz û bavê wî Vahît Guneş qala zarokatî, ciwantî û baweriya bi têkoşînê ya fermandar Serhed kir.

Serhed di 17'ê Nîsana 1980'î de li gundê Barman ê navçeya Stewr a Mêrdînê ji dayik bû. Ji ber ku zarokê destpêkê yê malbatê bû, gelekî jê dihat hezkirin. Navê Serhed jî, bavê wî Vahît Guneş lê kir, ku hingî li bajarê Qersê yê herêma Serhedê mamoste bû û di dema ji dayikbûna Serhed de ne amade bû.

5 meh piştî ji dayikbûna Serhed, dayik Gulbeyaz tevî Serhed berê xwe da Qersê û li cem bavê wî bi cih bû. Gulbeyaz ji bo Serhed dibêje, 'min zarokekî welê nedîtibû, qet li şûna xwe nedisekinî'. Dayik Gulbeyaz dibêje ew gelekî li Serhed miqate bûn, lê bi ti awayî nedihat kontrolkirin.

Dema destpêkê ya zarokatiya Serhed li maleke ku timî şoreşger lê mêvan bûn û nîqaşên siyasî lê dihat kirin, derbas bû. Dayika Gulbeyaz anî ziman ku ew sal û nîvekê li Qersê man, lê di nava vê demê de darbeya 12'ê Îlonê pêk hat û wan gelekî zorî dîtin. Piştî vê demê, tayîna bavê Serhed ji bo Konyayê derdikeve û vê carê li Konyayê bi cih dibin ku qet nas nakin.

SERHED Û SAVAŞ BI WÊREKÎ Û ZÎREKÎ BALÊ DIKIŞÎNIN

Piştî ku malbat li Konyayê bi cih dibe, di Tebaxa 1982'an de birayê Serhed Savaş ku wê piştre bibûya hevrêyê wî, ji dayik dibe. Serhed û Savaş di zarokatiya xwe de timî bi hev re ne. Serhed û Savaş li taxê bi wêrekî, zîrekî û jêhatîbûna xwe balê dikişînin. Dayik Gulbeyaz destnîşan dike ku li her qada jiyanê, li nava karên rojane û li lîstikan, her du gelekî serketî bûn.

SERHED ÊDÎ LI DERYA REŞ E

Tayîna bavê wî derdikeve Kastamonûyê, lewma malbat vê carê li gundekî Kastamonûyê bi cih dibe. Bavê Serhed û Savaş wan dixe sinifa xwe û dide xwendin. Serhed û Savaş cara yekemîn nasnameya xwe ya neteweyî û nakokiyên destpêkê yên li dijî mêtîngeriyê li vir dijîn. Salên dawî yên 80'yî bûn, ku şer li Kurdistanê giran bû û bi pêşengiya PKK'ê berxwedana gelê Kurd mezin bûbû. Di nava civaka Tirk de hestên dij bi Kurd bi destê dewletê hatibûn mezinkirin. Dayika Gulbeyaz dibêje di vê demê de helwestên nîjadperestî li dijî wan dihat nîşandan û li Kastamonûyê qet dawî li van nêzîkatiyên nîjadperestî nedihat.

VEGERA LI KURDISTANÊ

Piştî vê dema li Kastamonûyê bav Vahît Guneş dixwaze tayîna wî ji bo Kurdistanê were derxistin. Di sala 1989'an de malbat êdî tê navçeya Qoserê ya Mêrdînê. Serhed hingî 9 salî ye. Qoser ye ji qadên herî germ ên têkoşînê bû, ku berê xwe li têkoşîna azadiyê bû. Tevî hestên welatparêziyê yên malbatê Serhed salên destpêkê yên ciwantiya xwe li nava têkoşîna germ a li Qoserê derbas dike.

ÇALAKIYA DESTPÊKÊ YA SERHED: PÊXISTINA AGIRÊ NEWROZÊ

Serhed li Qoserê dibistana xwe dewam dike. Di dema dibistana navîn de ji aliyekî ve hewl dide alîkariyê bide malbata xwe. Ji ber bala wî ya li ser cîhazên elektronîk, bavê wî dikaneke elektronîk ji Serhed re vedike. Serhed ji aliyekî ve dixebite, ji aliyê din ve jî dibistana xwe dewam dike. Di heman demê de bala wî li ser rêxistinbûna ciwanan û çalakiyên li Qoserê ye. Dayika Gulbeyaz dibêje, agirê Newroza 1992'an ê li taxa Koçhîsarê, ji aliyê Serhed ve hatiye pêxistin. Polîsan piştî pêxistina agirê Newrozê avêtin ser taxê, lê Serhed di vê çalakiya xwe ya destpêkê de nehat girtin.

SERHED YEK JI PÊŞENGÊN RÊXISTINBÛNA LI LÎSEYÊ YE

Êdî dem hatiye Serhed dest bi Lîseyê bike. Li Qoserê, berê ciwanan li çiyê ye. Ji ber gundên hatin şewitandin û xerakirin, nifûsa Qoserê gelekî zêde bû. Ciwanên kurdistanê li her qada jiyanê ya li Qoserê, li dibistanan, kargeh û taxan, li dijî zext û îşkenceyên dwleta Tirk bi hêrseke mezin xwe birêxistin dikin. Serhed jî li Lîseyê pêşengiyê ji rêxistinbûna ciwanan re dike.

SERHED, SAVAŞ JÎ BI RÊXISTIN DIKE

Dema Serhed diçe Lîseyê, birayê wî Savaş jî li dibistana navîn e. Dayika Gulbeyaz dibêje, "Me zanîbûn ku Serhed êdî bi rengekî aktîf di nava kar de ye. Lê me nizanîbû ku Serhed, Savaş jî bi rêxistin kiriye. Piştî çend salan em bi vê hesiyan."

SERHED ÊDÎ LI NAVA REFÊN GERÎLA YE

Di sala 1997'an de Serhed perwerdya xwe ya lîseyê diqedîne. Xwe ji bo ezmûnên zanîngehê amade dike. Dayika Gulbeyaz wiha dewam dike; "Min ji Serhed re got 'Kurê min divê tu bixwîne, divê pênûsa te çeka te be'. Serhed li min guhdarî nekir." Dayik Gulbeyaz anî ziman ku Serhed pişter ji malê derket û piştî ku wextekê li Stenbolê ma berê xwe da çiyê.

'ME JI SAVAŞ RE NEGOT KU SERHED DERKETIYE SERÊ ÇIYÊ'

Dayika Gulbeyaz dibêje, piştî Serhed, Savaş bi rengekî çalak tevlî kar bûye û wan çûyîna Serhed ji Savaş veşartine, lê nizanîbûn ku ji xwe Savaş ji aliyê Serhed ve hatiye birêxistinkirin. Dayik Gulbeyaz anî ziman ku di dema meşandina karê rêxistinî de Savaş di sala 1997'an de hat girtin û 10 mehan di girtîgehê de ma.

SAVAŞ BERÊ XWE DIDE ÇIYÊ

Piştî tê berdan, Savaş karê xwe didomîne. Di heman demê de doza li dijî wî hatibû vekirin, ku 35 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, dwam dike. Savaş digihêje wê baweriyê ku dem hatiye ew berê xwe bide çiyê û di sala 1998'an de 9'ê Cotmehê roja komplo li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê kirin, berê xwe dide çiyê. Mîna kekê xwe Serhed tevlî nava refên gerîla dibe.

SAVAŞ TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN DIBE

Savaş 7 salan di nava refên gerîla de dimîne. Dayik Gulbeyaz tîne ziman ku Savaş di 31'ê Cotmeha 2005'an de di şer de şehîd dibe û dibêje: "Me şehadeta Savaş bihîst. Em çûn Çewlikê û me cenazeyê Savaş rakir. Dozger ji min re got, 'ne heyfa van ciwanan'. Min jî jê re got; Eger hûn rabin zarokekî 17 salî bi cezayê girtîgehê yê 35 salan darizînin, ew ê jî biçe çiyê."

SERHED DI XEBATÊN SÛRIYEYÊ DE TÊ GIRTIN

Piştî şehadeta Savaş Serhed di sala 2007'an de wextekê tevlî xebatên li Sûriyeyê dibe. Di dema vî karî de Serhed ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve li Helebê tê girtin. Dayika Gulbeyaz dibêje, "Serhed di binê çavan de dibêje ew Kurdekî ji Iraqê ye û dixebite. Îşkenceyeke giran lê tê kirin, lê tiştekî din nabêje. Piştî 2 salan girtî dimîne, serbest tê berdan û careke din berê xwe dide çiyê."

FERMANDARÊ PÊŞENG Ê BERXWEDANA ÇELÊ

Serhed di 20 salên xwe yên têkoşîna gerîla de her tim li pêş e û dibe fermandar û hevrêyekî mînak. Herî dawî weke yek ji fermandaran cihe xwe di nava pêngava Çelê ya îsal de digire. Fermandar Serhed pêşengiyê ji çalakiyên li Çelê re dike ku derbên mezin li artêşa Tirk dixe.

SERHED MÎNA SAVAŞ DI ROJEKE COTMEHÊ DE TEVLÎ KARWANÊ NEMIRAN DIBE

Fermandar Serhed di şerê 8'ê Cotmehê de tevlî 6 hevalên xwe bi lehengî li ber xwe dide û mîna birayê xwe, hevrêyê xwe Savaş di rojeke Cotmehê de tevlî karwanê şehîdan dibe. Dayik Gulbeyaz dibêje, mîna şehadeta Savaş ew şehadeta Serhed jî bi serbilindî pêşwazî dikin û sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re dixwaze.

'JI DEST DAYÎNA EWLAD ZOR E, LÊ EM NEÇAR IN JI BO KURDISTANÊ LI BER XWE BIDIN'

Bavê fermandar Serhed mamosteyê teqawît Vahît Guneş jî dibêje, "Me ti carî çav bernedane axa kesî, malên kesî. Serdestan bi sedan salan em Kurd talan kirin, înkar kirin. Herî dawî dewleta Tirk em qetil kir, înkar kir. Bêguman wê ewladên leheng, ciwanên gelê Kurd li ber vê rabûna. Me jî du zarokên xwe ji dest dan, ev êşeke giran e. Ti dayik û bav naxwaze ewladê xwe ji dest bide. Lê em neçar in ji bo Kurdistanê şer bikin. Di vî warî de berdêl çi dibe bila bibe, em ê bidin."

...