Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat got, "Êrîşên qirkirinê yên mêtîngeriyê, nabe bi bêdengî werin pêşwazîkirin. Vî gelî qebûl nekir ku li pêşberî dagirkerî, talan û komkujiyê bêdeng be û wê qebûl jî neke. Ev gelê ku ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet berdêlên mezin da û êşên giran kişand, wê êrîşên namerdî yên dewleta AKP'ê ya faşîst qebûl neke û heta dawiyê li ber xwe bide... Weke Tevgera Azadiyê em vê dibêjin; Madem Erdogan bi lîstikeke mezin dilîze, wê zêde winda bike."
BI DIRÊJKIRINA DEMA REWŞA AWARTE RE ERDOGAN DIXWAZE QIRKIRINA KURDAN TEMAM BIKE
Hozat di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Rewşa Awarte ya li Bakurê Kurdistanê û destnîşan kir, ku sedemê ragihandina wê çi be, sedemên dirêjkirina dema wê jî heman tişt e. Hozat got, "AKP ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan bi ser bixîne, mûxalefeta demokratîk binpê bike, rejîma dîktatorî ya faşîst bi destûra bingehîn ewle bike Rewşa Awarte ragihand. Darbe bû sedem ji vê yekê re. Ji ber ku armanca xwe yê bi ser nexistiye, sê mehên din jî Rewşa Awarte dirêj kir."
Hozat destnîşan kir, ku AKP bi dirêjkirina dema Rewşa Awarte re dixwaze qirkirina Kurdan temam bike û wiha dewam kir: "Dixwaze nirxên demokratîk ên Kurdan, ku bi berdêlên mezin hatine afirandin, ji holê rake. Desteserkirina şaredariyan bi rêya qeyûm, girtina saziyên çapemeniyê, êrîşên li dijî saziyên sivîl, operasyonên qirkirina siyasî li dijî parlamenterên destwerdana wan hatine rakirin wê bidomin. Zext, îşkence, komkujî wê dewam bikin. Li dijî vê pêla faşîst divê her Kurd, her demokratek tedbîrên xwe bigirin û xwe bi rêxistin bikin."
Hozat da xuyakirin, ku êrîş çiqasî mezin dibe bila bibe, bi rengekî jê mezintir û bi heybet berxwedan were nîşandan.
AKP JI BO SÛCÊN XWE YÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ BINIXUMÎNE, ÇAPEMENIYA AZAD DIGIRE
Hozat bal kişand ser girtina saziyên çapemeniya azad û diyar kir, AKP ji bo sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê binixumîne van saziyan digire. Hozat got, "Li Kurdistanê qirkirineke hovane hat kirin. Qirkirin sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Çapemeniya azad ev sûc eşkere dikir, civak ronî dikir û agahiyên rast dida civakê. Bi vî rengî civaka Tirkiyeyê û cîhan dibûn xwedî agahiyên rast. Ya ku rastiya faşîst a AKP'ê eşkere kir, çapemeniya Kurd a azad e. AKP bi bêdengkirina çapemeniya azad, bi girtina organên weşan-çapemeniyê re hewl dide pêşî li vê bigire. Qadê bi temamî ji çapemeniya şerê taybet re dihêle. Çapemeniya şerê taybet jî bi nûçeyên şaş û derew, hişê civakê teslîm digire û faşîzma AKP'ê rewa dike."
Besê Hozat destnîşan kir, ku heta AKP operasyonên xwe yên qirkirina siyasî, çandî û fîzîkî ya li dijî Kurdan bidomîne, wê bersiva xwe bibîne û got, "Ti tişt wê bêbersiv nemîne. Yên dixwazin ev bêbersiv bimîne û Kurd teslîmî faşîzma AKP'ê bibin, ji bilî koledariyê mafê jiyanê nadin Kurdan. Ev tê wateya biçûkxistina Kurdan. Tê wateya 'Bila Kurd li ber xwe nedin, teslîmî faşîzma AKP'ê bibin'. Ev heqareteke mezin e li Kurdan tê kriin. Israra di vê nêzîkatiyê de tê wateya dijminatiya li Kurdan."
TESLÎMBÛN ŞÊWEYÊ HERÎ NEBAŞ Ê TINEBÛNÊ YE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin, ku eger gelekî tehlûkeya qirkirinê li ser heye li ber xwe nede, ew gel wê biqede, tine bibe û wiha dewam kir: "Teslîmbûn jî şêweyê herî nebaş ê tinebûnê ye. Divê kes vê yekê ji Kurdan nexwaze. Yên bê exlaq koledarî û teslîmiyetê qebûl dikin. Kurd mîna her mirovên bi exlaq tevdigerin û li dijî erîşên qirkirinê wê ji bo parastina xwe her tiştî bike. Neçar e her tiştî bike. Ji ber ku, ji bo parastina hebûna xwe û jiyaneke bi rûmetdarî, rêyeke din, alternatîfeke din nîne. Ji bilî berxwedanê, ti rê ji Kurdan re nehatiye hiştin. Ez dubare dikim; ti ji êrîşa li dijî Kurdan bê kirin, wê bêbersiv nemîne. Bila her kes bi vê zanibe. Dema AKP her roj bi sedan mirovî bigire, qetil bike tu yê dengê xwe dernexîne, lê gava Kurd li ber xwe bide, tu yê rabe bi demogojiyeke erzan bike! Ez ji kesên rêya teslîmiyetê nîşanî Kurdan didin re dibêjim: Ya ku hûn dikin, bi gotina herî sivik; bê exlaqî ye, bê wijdanî ye. Girtina ji wezîfeyê ya nûnerên gel û erkdarkirina qeyûm, êrîşa li dijî vîna gel e, dagirkerî ye. Vî gelî ev şaredarî bi têkoşînê bi dest xist. Çawa ku bi rengekî rewa bi dest xist, wê bi heman rewatiyê biparêze. Êrîşên qirkirinê yên mêtîngeriyê, nabe bi bêdengî werin pêşwazîkirin. Vî gelî qebûl nekir ku li pêşberî dagirkerî, talan û komkujiyê bêdeng be û wê qebûl jî neke. Ev gelê ku ji bo azadî û jiyaneke bi rûmet berdêlên mezin da û êşên giran kişand, wê êrîşên namerdî yên dewleta AKP'ê ya faşîst qebûl neke û heta dawiyê li ber xwe bide."
SEKNA GELÊ ŞIRNEXÊ HÊJA YE
Besê Hozat diyar kir, dewleta Tirk hewl dide Kurdan ji Kurdistanê derxîne û ji bo vê jî planeke kûr a qirkirinê dimeşîne.
Hozat da zanîn, dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hewl dide bi taybetî bajarên xwerêveberiyê bi temamî vala bikin, derdorên faşîst nîjadperest lê bicih bikin û got, "Eger nikaribin vê bikin jî, dixwaze van bajaran vala bihêlin. Êrîşa ku niha li dijî gelê Şirnexê tê kirin ev e. Dewlet û AKP hewl didin Şirnexê bi temamî ji holê rakin. Şirnexê xera dike. Îşkenceyê li gel dike, nahêle mirov ji xwe re xaniyan çêbike, nahêle konan vede. Bi vî rengî zexta koçberiyê li gel dike. Li Geverê jî, li bajarên din ên xwerêveberiyê jî heman rewş heye. Ev pêkanîna qirkirinê ye. Qanûna Şark Islahat, Plana Îskanê ev e. Helwesta gelê em ya li dijî vê, helwesteke bi rûmet e. Gelê me bi heybetî li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe dide. Axa xwe naterikîne Ev sekneke hêja ye."
MÛSIL YEK JI NAVENDÊN HERÎ STRATEJÎK ÊN ŞERÊ DÎZAYNA HERÊMÊ YE
Hozat der barê mijara Mûsilê de jî ragihand, ku ya niha tê kirin şerê ji bo ji nû ve parvekirin û serdestiya li Mûsilê ye. Besê Hozat got, "Em ji destpêkê ve dibêjin, ev şer şerê ji nû ve dîzaynkirina herêmê ye. Mûsil jî yek ji navendên herî stratejîk ên vî şerê dîzaynê ye. Rewşa Mûsilê yekser bandorê li rewşa Iraqê dike. Lewma şerê li Mûsilê û sîstema siyasî ya piştî şer li Mûsilê were avakirin, wê bandorê li Iraqê û sîstema siyasî ya tevahiya herêmê bike. Ji ber vê yekê, rola Mûsilê ji bo Iraqê û herêmê diyarker e. Em dixwazin mafên hemû gelên li Mûsilê werin parastin. Bi polîtîkayeke neteweperest û mezhebî, Mûsil nikare bê azadkirin, rizgarkirin. Ji bo Mûsilê sîstemeke demokratîk gelekî girîng û jiyanî ye."
BANDORA MÛSILÊ LI SER HEVSENGIYÊN LI HERÊMÊ
Hozat bal kişand ser bandora Mûsilê li ser hevsengiyên li herêmê û got, "Mûsileke demokratîk wê rê li ber avabûna sîstemeke demokratîk a li Iraqê û herêmê veke. Di rewşeke berevajî de wê şerekî mezhebî yê sed salî dewam bike li Iraq û herêmê rû bide. Ev jî tê wateya êş û rijandina rondikên çavan û xwînê. Ev ê li Iraqê û herêmê rê li ber şer û kaoseke mezin veke. Hewldanên me ji bo pêşîgirtina li vê rêveçûna xetere ye. Em dixwazin çareseriyê bafirînin."
ERDOGAN BI FERASETA TÛRANÎ Û OSMANÎ TEVDIGERE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di vê nuqteyê bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk û gotina, "Ez Lozanê qebûl nakim" a Erdogan bibîr xist.
Hozat got, "Nêzîkatiya Erdogan a di vir de feraseteke hegemonîk, mezhebî û dagirkeriyê ye. Feraseta Tûranî û Osmanî ye. Erdogan xwe weke Yavûz Sûltan Selîm dibîne. Ketina nava Cerablûsê jî bi vî rengî dinirxîne. Destwerdana li Mûsilê jî di vê çarçoveyê de dibîne."
Hozat da xuyakirin, ku Tirkiyeyê Başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye û got, "Li başûrê Kurdistanê, ji Bamerne heta Kanîmasî gelek baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê hene. Gelek baregehên hevpar ên MÎT û Parastinê hene. Her wiha navendên MÎT'ê jî hene. Gelek hêzên taybet ên Tirk bi kincên pêşmergeyan li nava Başûr digerin. Li Başîka û nava Tirkmenan, çekan belav dike, bi rêxistin dike. Bi rêya mezhebî, Erebên Sûnî li dijî Erebên Şîa bi rêxistin dike. Li dijî Xiristiyanan, Êzidiyan, Kurdan sor dike."
EGER JI ERDOGAN Û DEWLETA TIRK BÊ, WÊ DI CIH DE BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIFETISÎNE
Hozat destnîşan kir, ku AKP a Erdogan partiyeke dijminê Kurdan e û got, ""Eger ji dewleta Tirk û Erdogan were wê Başûrê Kurdistanê di cih de bifetisîne. Mejiyê wan, ji Kurdan nefretê dike. Dewleta Tirk û AKP dixwazin Kurdan li dijî hev bi kar bînin û bi vî rengî wan qir bikin. Nêzîkatiya li PDK'ê jî di vê çarçoveyê de ye. Eger dewleta Tirk karibe kantonên Rojava ji holê rake, wê piştî rojekê Sîstema Federal a Başûrê Kurdistanê ji holê rake. Ji xwe di rewşa heyî de jî Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin."
YBŞ HÊZA PARASTINÊ YA ŞENGALÊ YE, TEVLÎBÛNA YBŞ'Ê LI OPERASYONA MÛSILÊ REWA YE
Li ser mijara cihê YBŞ'ê di operasyona Mûsilê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat ev nirxandin kir: "YBŞ hêza parastinê ya Şengalê ye. Hikûmeta Iraqê ev hêz bi awayekî fermî qebûl kiriye. Lewma parçeyek ji hêza parastinê ya Iraqê ye. Tevlîbûna YBŞ'ê li operasyona Mûsilê, mafê xwe yê herî xwezayî û rewa ye. Mûsil li kêleka Şengalê ye."
JI BER KU MÛSIL DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE YE, ŞENGALÎ NIKARIN LI NAVENDA ŞENGALÊ BI CIH BIBIN
Hozat destnîşan kir, ku çarenûsa Mûsilê û Şengalê bandorê li hev dikin û got, "Rewşa Mûsilê yekser bandorê li Şengalê dike. Ji ber ku li Mûsilê DAIŞ heye, tevî ku navenda Şengalê ji DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin, gelê Şengalê nikare li navenda Şengalê bicih bibe. Mûsil di asteke bi vî rengî de bandorê li Şengalê dike. Gundên navbera Mûsil û Şengalê di destê DAIŞ'ê de ne. Ev rewş bi tena serê xwe sedemeke ku YBŞ tevlî operasyona Mûsilê bibe.
GELEKÎ GIRÎNG E MECLÎSA ŞENGALÊ DI SIBEROJA MÛSILÊ DE XWEDÎ MAFÊ GOTINÊ BE
Li aliyê din rewşa siyasî ya Mûsilê, ku piştî DAIŞ'ê derkeve holê, yekser bandorê li Şengalê dike. Eger sibe li vê derê sîstemeke antî demokratîk a mezhebî ava bibe, dibe ku fermanên nû li ser gelê Şengalê rabin. Ji bo li Mûsilê sîstemeke demokratîk û pirrengî ava bibe, divê YBŞ tevlî operasyona Mûsilê bibe û gelekî girîng e Meclîsa Şengalê di siberoja Mûsilê de xwedî mafê gotinê be."
PLANÊN B Û C YÊN ERDOGAN, JI BO KÛRKIRINA ŞERÊ LI MÛSIL, KERKÛK Û ŞENGALÊ YE
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bal kişand ser planên Erdogan ên B û C û anî ziman, ev plan ji ketina nava Mûsilê ye. Hozat got, "Tê gotin ji bo bikeve nava Mûsilê bi PDK'ê re hin peyman çêkiriye. Wekî din tê gotin, li Telafer û Kerkûkê Tirkmenên Sûnî bi çek û rêxistin dike. Li gorî agahiyan gelek leşkerên Tirk derbasî Başîka bûen û bi kincên pêşmergeyan li eniya şer cih digirin. Ev planên B û C ne."
Hozat destnîşan kir, ku Tirkiye bi planên B û C dixwaze şerê li Mûsil, Kerkûk û Şengalê giran bike û got, "Dixwaze hêzên demokratîk ên li vir tesfiye bike û Iraqê bixe nava şerekî mezhebî û etnîkî yê sed salî. Di nava şerekî bi vî rengî de ne Iraq, ne jî Federasyona Başûrê Kurdistanê dimîne."
ERDOGAN BI LÎSTIKEKE MEZIN DILÎZE, WÊ ZÊDE WINDA BIKE
Besê Hozat anî ziman, ku Tirkiye li nava Telaferê Tirkmenên Sûnî bi rêxistin dike û got, "li vir jî di navbera Tirkmenên Şîa û Sûnî de dibe ku şer derxînin. Di vî warî de bi lîstikeke xetere dilîzin. Ji vê derê planên êrîşê yên li dijî Şengal û Mûsilê dike. Ereb û Tirkmenên Sûnî li dijî Şîa, Kurdan, Êzidiyan û Xiristiyanan sor dike. Tirkiye bi vê hewldana xwe ya provokatîf re bi agir dilîze."
Hozat diyar kir, eger Tirkiye destê xwe ji Telafer, Mûsil, Iraq û Başûrê Kurdistanê venekişîne wê şerê li Kurdistan û Iraqê neqede û got, "Wê pêşî li komkujî û êşê neyê girtin. Divê hemû welat, gel, mezheb û çandên li herêmê li dijî lîstika nû ya Tirkiyeyê tedbîran bigirin û van lîstikên Tirkiyeyê yên dikarin rê li ber şerê herêmî veke, pûç bikin. Weke Tevgera Azadiyê em vê dibêjin; Madem Erdogan bi lîstikeke mezin dilîze, wê zêde winda bike."