Gerîlayê HPG’ê Orak, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Orak ê bi nasnav Bager Tetvan ku di şerê li naçeya Tetwan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, hate definkirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Orak ê bi nasnav Bager Tetvan ku di şerê li naçeya Tetwan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, hate definkirin.
Cenzeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Orak (Bager Tetvan) ê ku di şerê di 11’yê Cotmehê li gundê Oranis ê girêdayî navçeyta Tetwan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Kotûm ê girêdayî navçeta Tetwanê ji aliyê sedan kesî ve hate definkirin.
Cenazeyê Orak, li gel dirûşma “Şehîd Namirin” heta goristana gund birin. Piştî wecîbeyên olî û şûn de li gel tilîliyan cenazeyê Orak hate definkirin. Piştî deqeyk rêz ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurde jiyana xwe ji dest dayîne hate girtin û şûn de bavê Orak Çerkez Orak axivî û anî ziman ku darbestî nabin çareserî û wiha got: “Her roj zarokên gel tên definkirin, ev darbest nabin çareserî. Tenê rêyek a çareseriyê heye, ew jî aştiyekî mayînde ya dinava gelan de bê avakirine. Divê em dest bidin destê hev, ji bo vî şerî bêjin rawest e.”
Piştî axaftinan malbatê sersaxî qebûl kir.