HPG: Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan
HPG’ê, gerîlayên ku 30’ê Îlonê li nêzî navçeyên Koyûlhîsar a Sêwasê û Mesûdiye ya Ordûyê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bîr anî û got; “
HPG’ê, gerîlayên ku 30’ê Îlonê li nêzî navçeyên Koyûlhîsar a Sêwasê û Mesûdiye ya Ordûyê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bîr anî û got; “
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got; “19’ê Cotmehê saet 22.00’an balafirên artêşa TC girê Elîşêr ê li qada Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê bomberdûman kirin û piştî bomberdûmanê leşkeran danîn li dora gir. Di navbera van leşkeran û gerîlayên me de şer qewimî. Agahiyên têkîldarî encamên vî şerî her ku bi dest bikeve wê bi raya giştî re bê parvekirin.
19’ê Cotmehê saet 13.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Tepê Ortê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiya sûîqestê li dar xistin û li vir leşkerek hate kuştin.
20’ê Cotmehê (îro) saet 01.00’an hêzên me li dijî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê çalakî li dar xistin. Detayên têkîldarî çalakiyê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.
19’ê Cotmehê saet 15.00’an hêzên me li dijî leşkerên ku ewlehiya xebatên rê ya kuleya Tepe ya li taxa Meydanlar a girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê bûn kirin hedef û 2 leşker hatin kuştin.”
‘EM ŞEHÎDÊN XWE BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN’
HPG’ê têkîldarî 6 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane jî ev ragihandin;
“Sala 1999’an wek ji salên herî tarî cihê xwe di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girtiye. Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo û di şexsê wî de li dijî Tevgera me pêk hatiye, bûye yek ji êrîşên herî nemerd a li dijî bawerî û hêviyên azadiya gelekî. Li dijî van êrîşan, gelê me û ciwanên Kurdistanê bi şîara Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin, kîna xwe bi rêxistin kirine û bi ruhê seferbertiyê tevlî bûne. Hevalê Mazlûm (Yakûp Tokay) jî k udi vê pêvajoya hesas de tevlî refên Têkoşîna Azadiyê bûye, hêrsa xwe veguherandiye şerekî berxwedana mezin û hewl daye bibe bersiv.
Hevalê Mazlûm ku kevneşopiya berxwedanê ji ruhê Mazlûm Dogan wergirtiye, têkoşertiyek ti carî pes nake û bêhempa daniye holê, li Dersîm û Behra Reş li li dijî dijmin li ser xeta serkeftinê pratîka gerîla nîşan daye. Li dijî hewldana tasfiyeyê ya sala 2003’yan, ew li Dersîm, Koçgîrî û Behra Reş ketiye nav lêgerînên xurtkirina bingehê gerîlatiyê. Xwe da pratîkê têkoşînek bê eman ku tijî fedakarî ne.
Hevalê Mazlûm ku ji egîdên sembol ê mîlîtanbûna fedaî ye, piştî şerekî li dijî dijmin, tevî 90 rojan bi tenê serê xwe ma jî ji bo bigihêje hevalên xwe rêwîtiyek îradeya bêhempa nîşan daye û li Dersîmê xwe gihandiye hevrêyên xwe.
Sala 2005’an jî di dîroka têkoşîna me de li dijî êrîşên berdewamiya komploya navneteweyî temamkirina pêvajoya jinûve avakirinê ya li ser esasê biryardariya mîlîtantiya PKK’ê îfade dike. Di vê pêvajoya girîng de Hevalê Çekdar (Alî Firat Yaşar) ê ji Amedê tevlî refên têkoşînê bû, têgihişt ku berxwedana li dijî sîstemê tenê li çiyayên Kurdistanê ye. Ji kêliya tevlîbûnê ve bi fedakarî, bi pîvanên rast ên mîlîtaniyê, bi pêngava pisporbûna gerîla ve bûye yek ji hevrêyên me yên mînak ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna li Dersîmê meşandiye. Hevalê Çekdar ku dema beşa Zanistên Fenê dixwend biryara tevlîbûnê da, li şûna bibe kadroyekî sîstemê tercîh kir ku di dilê gelê Kurdistanê, rûpelên dîroka wê ya berxwedanê de hebe û heta roja şehadetê jî bû xwedî pratîkek tijî keda mezin.
Hevalê me Bahoz (Arîf Aksoy) jî ku sala 2013’an di nav refên Şoreşê de cih girt, mîna hevalê Mazlûm û Çekdar ji bo pêdiviyên bawerî, hêvî û girêdana bi gelê Kurdistanê bi cih bîne tevlî refên gerîla bû. Piştî Amedê, xwe li sehaya Dersîmê perwerde kir, sala 2015’an ku her cure êrîşên dagirkeriyê dest pê kir, di şerê berxwedanê de bi awayekî çalak cihê xwe girt.
30’ê Îlonê li nêzî navçeya Koyûlhîsar a Sêwasê û Mesûdiye ya Ordûyê mabeyna yekîneyek gerîlayên me û artêşa TC de şer rû daye. Di şer de 6 gerîlayên me şehîd bûn. Nasnameyên 3 gerîlayên me yên şehîd hatine zelalkirin.
Em hevalên Mazlûm, Çekdar û Bahoz ên tevlî karwanên şehîdan bûn û bûn sembola fedaîbûnê, bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, diyar dikin ku em ê bibin şopdarên ku serkeftina têkoşîna wan a bêhempa garantî dike.
Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Bahoz Farqin
Nav û Paşnav: Arif Aksoy
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Menîce - Îhsan
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Ordû
***
Nasnav: Çekdar Welat
Nav û Paşnav: Alî Firat Yaşar
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Emîne - Cûma
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Ordû
***
Nasnav: Mazlûm Volkan
Nav û Paşnav: Yakûp Tokay
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik û Bav: Belkis - Huseyîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 30’ê Îlona 2016’an / Ordû”