‘Ji êrîşên dewleta Tirk hêzên navneteweyî berpirsyarin’

Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşge, ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker berpirsyarin.

Hêzên Şoreşger ên ku ji Fermandariya Giştî ya Hêzên Eniya Parastina Jinên Şehbayê, Meclîsa Leşkerî ya Bab û Ceyş El-Swar, Fermandariya Hêzên Eşîretên Bejahiya Helebê, Fermandariya Tûgaya Bakurê Demokratîk û Fermandariya Cebhet El-Ekrad pêk tên, têkildarî êrîşên balafiên şer, obus û hewanan a dewleta Tirk a dagirker a li dijî herêma Şehba û Efrînê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser noqteyên wan hat şermezarkirin û Koalîsyona Navnetewî jî li hemberî van êrişan wekî berpsiyar hate binavkirin.

Di destpêka daxuyaniya Hêzên Şoreger hat destnîşan kirin ku ev zêdetirî 6 mehin hêzên wan li dijî çeteyên DAIŞ`ê şerekî vekirî dimeşînin bi armanca avakirina herêmeke bi ewle da ku koçber xwe lê bi cih bikin û wiha daxuyanî berdewam dike”:Di nava van 6 mehan de me ti tevgerên çeteyên Tirkiyê yan jî niyeta Tirkiyê şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê nedî”

Di berdewamiya daxuayniyê hat diyar kirin ku istixbaratên Tirkiyê berê û heta niha destek dide çeteyên DAIŞ`ê û komên radîkal dijî hêzên demokratîk Sûriyê yên ne radîkal û gotin”:Di van du rojên dawî de, noqteyên ku hêzên me û sivîl bi cih bûne, rastî êrişeke dijwar ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê, çeteyên Tirkiyê û çeteyên DAIŞ`ê”.

Di daxuyaniya hêzên şoreşger de tê tekez kirin ku duh saet 12.oo nîvro artêşa Tirk dest bi topbaran noqteyên hêzên wan ên ku li hemberî çeteyên DAIŞ`ê di şerekî de bûn, kirin û wiha daxuyanî dewam kir”:Saet 21.00 şev jî heta saet 5.00 sibehê balafirên şer ên Tirkiyê zêdetirî 30 caran li noqteyên hêzên me û gelê sivîl li gundê rizgarkirî, bombebarandin. Di wê demê de jî çeteyên Mertalên Firatê êrîşeke dijwar birin ser noqteyên hêzên me li aliyê Semoqa, Til Malid û Tiwêhîniyê, lê hêzên me bersiveke tund dan êrişan û ji herêma vekşiyan, li peyî xwe jî 2 cenaze hîştin”.

‘DAIŞ BI DEWLETA TIRK RE HEMWEXT ÊRÎŞ DIKIN’

Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hat bi bîrxistin ku di demeke noqteyên hêzan wan ji aliyê artêşa Tirk ve dihat topbaran kirin , çeteyên DAIŞ`ê êrişe Navenda Sêriye Têl kirin û çeteyan ew noqte careke din dagir kirin, her wiha çeteyan ji aliyê Wehişê û Bendava Şehbayê êrişek pêk anîn û wiha hat gotin”:Lê hemû êrişên çeteyan hatin şikandin û hêzên me noqteya Sêriye Têl careke din vegerandin”.

Di daxuyaniyê de bal hat kişand ser hejmarên şehîdan û ev tişt hat gotin”:Di encama êrişa balafirên şer ên Tikiyê de 15 şervanên me şehîd ketin û 26 jî birîndar bûn. Her wiha êrişa Tirkiyê li ser herêmên sivîl li gundê Um Hoş, Herbel û Um Qura, di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 13 sivîlên din jî birîdnar bûn”.

Di berdewamiya daxuyaniya hêzên şoreger de ev tişt hat gotin”:Hêzên me yên li bejahiya Helebê heybeta terorîstan şikandin û zirareke mezin di aliyê can û alavên wan de”.

Di daxuyaniyê de hat bi lêv kirin ku hewildanên artêş Tirk a dagiker bi dagirkirina bajaroka Eqrebat li bejahiya Idlibê bi tundî şermezar dikin û hewlesta gelê li wir li hemberî dagirkirina axa Sûriyê silav dikin.

Di daxuyaniyê de bang li saziyên mirovahî û çapemenî yên cîhanî hat kirin ku kiryarên terorîstan û deswerdana Tirkiyê ji axa Sûriyê belge bikin.

Her wiha di daxuyaniya hêzên şoreşger bang li ser Desteya NY, Saziyên Civaka Sivîl, Saziyên Mafên Mirovan û aliyên ku di aloziya Sûriyê de ne wekî)Emerîka, Rûsiya) kir bila li ser rawestandina êrişên Tirkan û terorîstan li ser bakûrê Sûriyê bixebitin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Koalîsyona Navnetewî li hember êrişa Tirkiyê berpisyar e, ji ber ku Koalîyon rê dide balafirên şer ên Tirkiyê ku herêmên hatine rizgarkirî û hêzên şoreşger bombebaran bike.

Di dawiya daxuyaniya hêzên şoreşger ev tişt hat gotin”:Em wekî hêzên şoreşger ên Sûriyê em e têkoşîna xwe li dijî terorê berdewam bikin. Em soz didin gelê xwe em e wan biparêzin û em li dijî dagrikeriya Tirkiyê û Osmaniyanin li herêmê “.