‘Em ê bi têkoşînê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin’
Bayik: Ji milekî têkoşîna gerîla em ê pêş bixin, ji milê din jî wê têkoşîna gel, ya hêzên demokrasiyê pêş bikeve. Bi van têkoşînan em ê rêya azadiya Rêber Apo vekin, bingehê wê amade bikin.
Bayik: Ji milekî têkoşîna gerîla em ê pêş bixin, ji milê din jî wê têkoşîna gel, ya hêzên demokrasiyê pêş bikeve. Bi van têkoşînan em ê rêya azadiya Rêber Apo vekin, bingehê wê amade bikin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got; “Ji milekî têkoşîna gerîla em ê pêş bixin, ji milê din jî wê têkoşîna gel, ya hêzên demokrasiyê pêş bikeve. Bi van têkoşînan em ê rêya azadiya Rêber Apo vekin, bingehê wê amade bikin. Azadiya Rêber Apo û ya gelê Kurd bûne yek. Lewre jî bi têkoşîna azadiya gelê Kurd wê di heman demê de ji bo azadiya Rêber Apo jî têkoşîn bê meşandin.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik bersiv da pirsên ANF’ê.
Dewleta Tirk ji bo pêşî li çalakiyên Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê bigre, destûra hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi malbatê re da. Jê û şûn de gelê Kurd û Tevgera we ji bo azadiya Ocalan têkoşînek çawa esas werdigire?
Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve tecrîdek şidandî li ser Rêber Apo heye. Ev tecrîd têkîldarî polîtîkayên Kurd e. Ji ber desthilatdariya AKP’ê ne xwedî polîtîkayek Kurd e, ji ber dixwaze bi tepisandinê, pelçiqandinê Kurdan tasfiye bike û bi vê tasfiyeyê jî qirkirinê temam bike, li ser Rêber Apo tecrîdek şidandî pêk tîne. Tecrîda li ser Rêber Apo bi temamî siyasî ye û têkîldarî nêzîkatiya li dijî Kurdan e. Jixwe nêzîkatiya li beramberî Rêber Apo ya li beramberî pirsgirêka Kurd e. Fikrê ku Rêber apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nêzîkatî û çareseriyek herî maqûl pêş dixe, di nav civaka Tirkiye û hêzên demokrasî de serwer e. Jixwe nivîskarên AKP’î heta siyasetmedarên AKP’ê bi xwe jî çendan caran bi lêv kirine ku Rêber Apo nêzîkatiyek maqûl nîşan dide. Ev tê vê wateyê ku desthilatdariya AKP’ê ne xwedî çareseriyek maqûl e; bersiva wê ya ji bo çareseriyên maqûl jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e; tasfiyekirine Tevgera Azadiya Kurd û meşandina polîtîkaya qirkirinê ye. Wateya siyasî ya tecrîdê ev e, ji bo Kurdan maneya wê ev e.
Jixwe bi tecrîdê re li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd şerekî dijwar hatiye pêşxistin. Eger bi rastî jî çareseriyek wê ya maqûl hebûya wê biçûna cem Rêbertî. Rêbertî jixwe bi hêzeke ku pirsgirêka Kurd înkar dike, hewl dide bi pelçiqandinê çareser bike tiştekî gotûbêj nake. Eger hevdîtin pêk were jî ti nêzîkatiyan nîşan nade. Di hevdîtina dawî de ku Rêber Apo bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kir, got, “piştî Mûtabaqata Dolmabahçeyê 15 rojan wê bihatana, gavên pratîk wê pêş biketa, lê nehatin, dewleta Tirk pêvajo bi dawî kir” û bi eşkere danî holê ku bê çima tecrîd ketiye meriyetê, çima şer hatiye pêşxistin.
Beriya 15’ê Tîrmehê me dizanîbû bê çima dewleta Tirk tecrîdê pêk tîne, nahêle hevdîtin çêbibe. Ev ji hêla tevahî Kurdan û raya giştî jî dihate zanîn. Lê, 15’ê Tîrmehê, Tevgera Azadiyê, gelê me ketin nav fikarên mezin. Ji ber ku şerê desthilatdariyê çêbû. Ev şerê desthilatdariyê esas ew şer bû ku bê wê kîjan klîka Îslamîst a siyasal li ser dewletê serwer be. Fethûllahgir û beşên netewparêz ên alîgirên rojava wek çawa li dijî PKK’ê û Kurdan bûn, her wiha bi heman zihniyeta AKP’ê jî bûn. Lewre jî dema vî şerî de têkîldarî rewşa Rêber Apo fikarên me û gelê me çêbûn. Lewma gelê me ji bo rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo zelal bibe çalakî pêş xistin. Tevgera me jî vê fikara têkîldarî Rêber Apo danî holê û xwest ku demildest malbat û parêzer biçin û Rêber Apo bibînin. Dema ku hêzên demokratîk û tevahî raya giştî bi vî rengî daxwaz kirin, li ser desthilatdariyê zextek mezin çêbû. Eger daxwaz pêk nehatina wê bibûya teqînek. Li dor parlamenteran, şaredaran ku dest bi greva birçîbûnê kiribûn wê berxwedanek mezin çêbibûya. Desthilatdariya AKP’ê ji vê tirsiya. Dît ku eger tevgerek gel derkeve holê wê wan bilerizîne. Lewre jî fêm kir ku wê nikaribe pêşî li hevdîtinê bigre.
Her wiha, AKP di polîtîkayên hundir û derve de asê bibû. Çalakiyên gerîla jî desthilatdariya AKP’ê tengav dikir. Her çiqasî demekê gotibe, “çalakiyên teror in, li dijî terorîzmê em şer dikin” jî fikarên wan çêbû ku eger çalakî bidomin wê ev desthilatdariya AKP’ê hilweşîne. Di vê atmosferê de bi fikrê ku “gelo ez hevdîtinê bidim kirin wê Rêberê Gelê Kurd banga agirbestê bike” bi vê hêviyê ve destûra hevdîtinê da. Armanca wan pêşîgirtina teqîna bertekan bû. Hem jî eger Rêberê Gelê Kurd agirbestek îlan bikira li gor nêrîna wan wê hinekî ji wan re firehbûnek çêbibûya, ji vê pirsgirêkê rizgar bibûna, piştî firsendek dît jî wê bi rehetî Tevgera Azadiyê ya Kurd bipelçiqanda.
Esas Rêbertî vê hevdîtinê qebûl nake. Bendewariyên bi vî şêweyî yên dewletê qebûl nake. Bi vê helwestê ve hem ji dewleta Tirk hem jî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re dibêje ku eger di mijara pirsgirêka Kurd de gavên cîdî neyên avêtin, ez helwestek bi vî şiklî nebinîn an jî têkoşîneke ku wê vî gavî bide avêtin dernekeve, maneya hevdîtinê nîne. Rêber Apo naxwaze xwe bike girtiyekî ji rêze. Diakre wek girtiyek ji rêzê malbata xwe bibîne. Lê, ji ber Rêber Apo hevdîtinên ku wateya xwe ya siyasî, peyamên siyasî û nirxên siyasî nîn be wek jirêzêbûnê dibîne, bi erênî nêzî vê hevdîtinê nebûye.
Bê guman ti guhertin di polîtîkayên dewleta Tirk de nîne. Ew tenê dixwaze bixapîne, mijûl bike û firsendê bibîne jî darbeyê li Tevgera Azadiya Kurd bixîne. Ji bilî vê ti guhertinên zihnî an jî polîtîk nîne. Lewre jî tecrîd wê bidome, bê domandin. Esas dixwazin bi vê tecrîdê zextê li ser Rêber Apo bikin. Çawa ku bi zextan dixwaze Tevgera Azadiya Kurd teslîm werbigre û îradeya gel bişkîne, bi tecrîdê jî dixwaze li Îmraliyê îradeya siyasî ya Rêber Apo bişkîne.
Rakirina tecrîdê, hevdîtin girêdayî du şertan e. An dewlet wê dest ji polîtîkayên heyî yên têkîldarî pirsgirêka Kurd berde, zihniyet û îradeyek çareseriyê deyne holê, wê demê wê hevdîtin bi Rêber Apo re çêbibe an jî gelê Kurd, Tevgera Azadiyê wê têkoşîna xwe hê xurttir bike, dewleta Tirk neçarî çareseriya pirsgirêka Kurd bike û li ser vî esasî wê tecrîda li ser Rêber Apo rabe! Ji bilî vê rabûna tecrîdê ne mimkûn e. Jixwe Rêber Apo jî hevdîtinek ji bilî vê qebûl nake. Dema mirov ji vê perpektîfê lê binêre, wezîfeya dikeve ser milê gelê Kurd ew e ku divê têkoşîna azadî û demokrasiyê bê mezinkirin, zihniyeta dewlet, desthilatdarî û hêzên siyasî ya li Tirkiyeyê bê guhertin, bîne wê merheleyê ku pirsgirêka Kurd binase û têkoşîna vê mezin bike. Divê ji bilî vê lêgerînên ji bo rabûna tecrîdê nîn be. Lewre jî ji bo ji bilî têkoşînê ti rêyên din nîne. Bêyî çareseriya pirsgirêka Kurd, fikrê ku PKK’e dest ji têkoşînê berde jî nabe.
Bi kurtahî, azadiya Rêber Apo girêdayî têkoşîna gel e. Girêdayî têkoşîna Tevgera me ya Azadiyê ye. Bê guman wê azadiya Rêber Apo her tim di rojevê de be. Ev di heman demê de rojevkirina pirsgirêka Kurd e jî. Wê gelê me têkîldarî azadiya Rêber Apo ti tawîzan nede. Wê zanibe ku heta azadiya Rêber Apo nebe gel azad nabe, welat azad nabe û di her qadê de têkoşîna xwe ya têkîldarî azadiya Rêber Apo bimeşîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got “Eger dewlet bixwaze em ê di 6 mehan de çareser bikin.” Lê, bersiva dewleta Tirk dijwarkirina şer bû. Dewlet ji ber di mijara Kurdan rehet e yan tirs û xofên mezin pê re hene bi ser Kurdan de diçe?
Jixwe Rêber Apo got piştî Mûtabaqata Dolmabahçeyê bi 15 rojan bihatana wê pirsgirêk hal bibûya, gav bihatana avêtin. Lê ji ber polîtîkayek çareseriyê ya desthilatdariya AKP’ê nîne, ev lihevkirin red kirin û careke din jî hevdîtinên bi Rêber Apo re pêk nanîn. Jixwe ev sal- salek û nîv e şer bi dijwarî didome. Niha jî dibêjin wê şer hê girantir bibe û heta encamgirtinê raneweste. Ji bilî vê, şerê li dijî Tevgera Azadiya Kurd li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî didomîne. Ji ber li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê hêza siyasî û leşkerî xurt bû, biryara şer girt. Li Rojhilata Navîn hevsengiyên kevn xira bûn, hevserngiyên nû xira bûn, hêza herî girîng wek Kurd derketin pêş. Dewleta Tirk ji bo nehêle Kurd di nav hevsengiyên nû de cihê xwe bigire dest bi van êrîşan kir. Sedema dijwarkirina şer ev e.
Ji ber li ser esasê lihevkirinek demokratîk polîtîkayek çareseriya pirsgirêka Kurd pê re nîne, xurtbûna Kurdan ji bo Tirkiyeyê wek tehdîdê tê dîtin. Ji ber ev wek gefê tê dîtin jî ji bo ji holê bê rakirin jî dest bi êrîşê dike. Biryara vê êrîşê 30’ê Cotmeha 2014’an di civîna Desteya Ewlekariyê ya Mîllî de hatibû girtin û heta îro jî tê domandin.
Li Bakurê Kurdistanê şaredarî tên desteserkirin. Qasî ku tê dîtin bertekek mezin a civakî nebû. Ev ji hêla çavdêran bi du sedeman tê nirxandin. Yek, ji ber bajarên herî serhildêr ên Kurdistanê ji ber şer hatin hilweşandin. Duyem jî bendewariya ku daxuyaniya we ya “em ê nehêlin qeyûm bijîn.” Li gor we çi ye?
Di bûyerên civakî û siyasî de nêzîkatiyên dûz ne rast in. Çawa dîrok dûz pêş nakeve, bûyerên siyasî û civakî jî wisa ne. Dîroka pêşketina Têkoşîna Azadiyê jî ev e. Têkoşînek 40 salan heye. Têkoşîna azadiya gelê Kurd her tim têkoşîna xwe mezintir kiriye, bi bandor mezin kiriye û mezinbûna xwe domandiye. Rastiya ku têkoşîna me ya bi dehan salan derxistiye holê îspata vê ye.
Bêguman, di nav salekê de şerê gelekî dijwar rû dan; berxwedanên mezin ên dîrokî çêbûn. Gel bi berxwedanên xwerêveberiyê ve dewleta Tirk hejand. Eger berxwedanên xwerêveberiyê bi dînamîkên civakî yên li derveyî qadên berxwedanên xwerêveberiyê re bibûya yek, wê rewş hê cudatir bibûya. Berxwedêrên xwerêveberiyê jî gel jî di astek mezin de wezîfeyên xwe pêk anî. Kêm û kurtahî çêbûn, lê eger bi têkoşîna beşên civakî yên derveyî qadên berxwedanên xwerêveberiyê re bibûya yek wê demê wê ev kêmahî jî xwe rast bikirana û di nav pêvajoyê de wê encamên girîng derketana holê. Dema nirxandin tên kirin ferasetek nerast heye; dibêjin bajar hilweşiyan, ev windahî çêbûn. Encam tên nirxandin. Ev nêzîkatiyek seranser e. Esas, eger ev berxwedan negihiştibin encamên ku dihatin xwestin, ji ber çi bû, divê li ser bê rawestandin. Eger tevahî bajar, metropolên Kurdistanê bi vê berxwedanê re bibûna yek, wê çi encam derketa, divê nirxandin li ser vî esasî be. Yên din wê wek nirxandinên seranser bin ku li ser encaman tê axaftin. Têkoşîna gelekî, têkoşîna şoreşekê bi vî şiklî nayê nirxandin, nikare bê nirxandin.
Berxwedanên xwerêveberiyê dîrokî û girîng in. Li dijî dewleta Tirk, desthilatdariya AKP’ê, gerîla, gel îradeya berxwedanê danîn holê. Ev îradeya berxwedanê dikarîbû encamên hê dîrokî bi xwe bîne. Lê, şaşitî, hilbijartinên qada siyasî, serkeftina hilbijartinên 7’ê Hezîranê, bendewariyek wisa di civakî û hin beşan de da pêş. Rewşa nû ya piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê nehat dîtin. Mîna rewşa yek du salên dawî wê bidome nêzîkatî çêbû. Bê guman encam derketiba wê baş bibûya, daxwaza me jî ev bû; lê nêzîkatiya AKP’ê ne ev bû. Li dijî êrîşên desthilatdariya AKP’ê em neçar bûn ku li ber xwe bidin. An wê berxwedan çêbibûya an jî tasfiye. Ti vebijêrkên din nîn bû. Yên dibêjin vebijêrkek din heye, xwe dixapînin. Gotin, sepanîn, polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê jî li holê ye. Li şûna nirxandinên windahiyan, bersivên pirsên ku çima hêzên demokrasiyê, tevahî dost û her kesî desteka pêwîst nedan vê berxwedana xwerêveberiyê û çima bi van berxwedanan re nebûn yek girîng e. Bê guman, windahî ji bo me hemûyan bûne sedema xemginiyê û tehde li me kiriye. Lê, divê her beş kêmahî, şaşitiyên xwe, bandora hest û nêrînên xwe yên li ser civakê ava kiriye divê binirxîne. Bi taybet jî şaşitiyên hêzên demokrasiyê û dudiliyên ku ji ber vê di civakê de ava bûne, bandorek mezin li paşxistina berxwedana gel kiriye. Bê guman vê jî di qedera berxwedanê de rolek girîng lîstiye.
Bê guman, qadên xwerêveberiyê bûne ew deverên ku têkoşîna azadiyê, serhildanên gel herî zêde lê qewimîne. Botan, qada ku şerê gerîla lê pêş ketiye û piştgiriya gel herî zêde ava bûye. Encamên vê hene. Gel hê nikare biçe malên xwe, bajar, tax hatine qedexekirin. Lewre jî hê li qada berxwedanê êrîşên dewletê didome. Ev jî rastî ye. Tevahî hêzên mêtinger qirker êrîşî berxwedana gel kirine û hê jî êrîş dikin. Jixwe payiza 2014’an wiha gotibûn, “em ê li kolan û taxan nîzama gelemperî saz bikin, asayîşê ava bikin.” Ev dihat çi wateyê? Kurdan xwe bi rêxistin kirin, êdî ti bandora dewletê li kolan ûtaxan nema, em ê bikevin vir û bipelçiqînin, ewlehiya gelemperî, asayîşê pêk bînin! Jixwe ev gotin asta êrîşan diyar dike. Ev êrîş îro jî didomin. Ev têkoşînek e. Wê têkoşîn û berxwedan bidome. Polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê yên şikandina îradeya gelê Kurd, tasfiyekirina Tevgera Azadiyê wê bêencam bimînin.
Jixwe êrîşa li dijî şaredariyan jî parçeyek ji gotina pêkanîna nîzama gelemperî ye. Ango, wê îradeya bi rêxistinî ya Kurd nemîne. Kurdan bi têkoşînê xwe bi rêxistin kir, çeperên siyasî bi dest xist, bi hêz bû, niha jî dixwazin tasfiye bikin. Yên di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên wan nîn be, wê encamên wan jî ev be. Li beramberî vê jî ji bilî berxwedana Kurdan ti rêyek din nîne.
Eşkere ye ku li dijî tayînkirina qeyûman bertek kêm in. Şaşitiyên ku bi demê re di nav civak û siyaseta demokratîk de derketiye holê xwedî par in. Demên bihurî desthilatdariya AKP’ê ji bo desthilatdariya xwe xurttir bike dengdan esas wergirt. Pêvajoya agirbestê çêbû. Tevgera me jî ji bo dewlet û civakê ji çareseriyê amade bike xwest vê pêvajoyê bi kar bîne. Di vê pêvajoyê de nêrînek mîna wê pirsgirêka Kurd bi rêkên siyasal demokratîk çareser bibin, êdî şer nebe, tundî nebe, wê dewlet zextê neke derket holê. Bê guman, Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji bo çareseriya demokratîk hewl da, lê nebû. Niha eger hin bertek û kêmanî hebin jî ji ber vê nerîna navborî ye. Pêwîst e ev şaşitî bên bihurandin, bê zelalkirin ku bêyî têkoşîn wê ti encam neyê bidestanîn. Civak di vê mijarê de her ku diçe zelal dibe. Şaşitiyên têkîldarî desthilatdariya AKP’ê û dewletê tên derbaskirin. Her ku ev bên derbaskirin, ev bertekên civakî yên ku we gotin ne têrker in wê zêdetir bibin.
Di encama êrîşên giran de bajarên mîna Cizîr, Nisêbîn, Şirnex, Silopiya niha bi pirsgirêkên giran re hevrû ne. Ev bi qismî xwedî bandor e, lê nebesiya civakê mirov nikare bi vê îzah bike. Pêwîst e mirov bibêje ku şaşitiyên tarz û feraseta têkoşînê ev encam daye der. Ji milê din êrîş û şerê giran ên demên dawî jî di astekê de pirsgirêkên rêxistinbûyinê derxistiye holê. Her wiha girtinên zêde jî bandor li asta rêxistinbûyina civakê kiriye. Di atmosferek wiha giran de carîna hêlek şer derdikeve holê. Niha aliyê şer û dijwarî ya têkoşînê li pêş e. Êrîşên giran ên dewleta Tirk dikare heta astekê bandora xwe li dînamîkên serhildanê bike, lê ev demkî ne. Lê, şaşitiye ku mirov bibêje lebitandina civakî pêş nakeve, wê pêş nekeve. Her çiqasî di civakê de ji milê tevgera rêxistinkirî de lewaztî hebin jî, divê şaşitiyên mîna hestiyariyek civakî nîne dernekeveholê. Li dijî sepanînên dewleta Tirk nerazîbûnên mezin kom dibin û pêş dikevin. Jixwe tiştê ku têkoşînan dafirîne û derdixîne holê jî ev rastî ne.
Jixwe Tevgera me daxuyanî dan, got ku qeyûm hedef in. Jixwe niha qeyûm nikarin bixebitin, li holê tiştekî mîna qeyûm nîne. Qeyûm bi wesayîtên zirxî bi sedan polîsan diçin ser kar, gelek caran naçin. Hevşaredar û endamên meclîsê bi zorê ji wezîfeyê hatin dûrxistin, lê qeyûm li holê nîn in. Çiqasî dixebitin, ne zelal e. Ma nûnerên gel dikarin wisa bigerin? Hevşaredarên ku ji wezîfeyê hatin kirin mîna van qeyûman bi wesayîtên zirxî li gel bi sedan polîsan digeriyan? Niha ev serkeftinek e? Ev jixwe ji milekî ji bo wan mirin e, tinebûn e, nebûn e. Pirsgirêk tenê ne mirina fîzîkî ye. Jixwe ji ber ji mirina fîzîkî ditirsin naxebitin. Rewşa wan ev e. Eger li cihekî rewşa qeyûman ev be, li vir gelo mirov dikare behsa bandora qeyûman, hêza dewletê ya li ser civakê û hebûna wê bike? Dewlet wek hêzek dagirker hebûna xwe bi leşker û polîsan didomîne. Lewre jî divê bi awayekî komplîke mirov nêzî vê mijarê bibe. Wê qeyûm bihatana bêbandorkirin, lê ev nebû, gel li benda vê ye. Erê bendewariyên gel hene, bendewariyên xurt hene. Esas ev helwestek li dijî dewletê îfade dike. Ji bo polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ti pejirandin nîne. Berevajî, tevahî rêxistinên civakî li benda tasfiyekirina qeyûman e.
Niha di astek girîng de qeyûm hatin bêbandorkirin. Jixwe li şûna qeyûman, li dijî kesên ku wezîfeya qeyûman dikin, ji hêla qeyûman hatine wezîfedarkirin çalakî pêk hatin. Ev têkoşînek e. Bendewariyek mîna qeyûm hatin wezîfedarkirin, wê roja piştî wê tevahî bên tasfiyekirin, tinekirin ne rast e. Di hundirê kelhayên wesayîtên zirxî de tên parastin. Dema firsend çêbibin wê çalakî pêk werin. Lê esas ev nuqte ye. Eger qeyûm nikaribin bigerin, derkevin holê, bixebitin, ev jî encama daxuyaniya Tevgera me ye. Nirxandinên mîna daxuyanî, helwestên tevgera me bêbandor maye, encam negirtiye ne rast e. Lê, bendewariyên gel pir mezin in. Gel, têkoşîna li dijî qeyûman mîna bêbandorkirina wan, tasfiyekirina wan bibîne ne rast e. Esas, divê gel xwedî li şaredariyên xwe derkeve û qeyûman bêkêr bike. Ya rast ev e, feraseta rast ev e.
Lê mixabin, li Kurdistanê dem bi dem bendewariyeke ku her tiştî wê gerîla bike heye. Ev ne tiştên rast in. Dibêjin bila gerîla her tiştî bike. Erê, rola gerîla heye, gerîla rola xwe dilîze, lê pêwîst e rola gerîla û rola gel bibe yek. Têkoşînên azadiyê wisa encam digre. Di têkoşînên azadiyê de bi yek milî encam nayê. Me ti carî negot em ê tenê bi gerîla encamê werbigrin. Gerîla jî, gel jî, hêzên demokrasiyê jî, jin jî, ciwan jî qada siyaseta demokratîk jî wê têkoşînê bimeşîne, tevahî qadên têkoşînê wê bibin yek û wê demokratîkkirina Tirkiyeyê, azadiya gelê Kurd bi dest were.
Li Kurdistanê hine AKP’yî ji aliyê gerîlayan ve hatin hedefkirin. Ji beriya niha jî HPG’ê diyar kiri bû ku AKP’yî hedefa wan in. Divê mijarê de nirxandinê we çiye?
Ev, sûcê şer ê desthilatdariya AKP’ê ya li Kurdistanê daye meşandin. Ji ber ku tenê şer ne li dijî gerîlay birêve dibir; li hemberî gelê Kurd, welatparêzên Kurd û beşên demokratî meşandin. Ji bo şeredariyên Kurdan qeyûma hatin wezîfedarkirin. Şaredariyên ku bi dengê gel hatin hilbijartin ji destê wan hatin girtin. Li şûna endamên Meclîsa şaredariya hatin wezîfedarkirin, hinek din hatin bicih kirin. Niha hevserokên şardariyan di girtîgehê de ne, encamên meclîsan girtîne, beşek ji peywirê hatin dûrxistin, HDP’yî li girtîgehê en, rêveberên navçe û bajaran ên DBP’yî li girtîgehê ne. Rê nadin ku HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) siyasetê bikin. Di rewşekî wisan de ne heyîna partiyên siyasî ji holê rakirine. Bi hezaran kes xistine nava zindanan. Di rewşekî bi vî awayî de siyasetkirina AKP’yiyan çiqas meşrûye? Gihiştiye rewşekî wisan parelementeri HDP’yi ji parlementeriy êxistine. Tenê karvîzîta wan heye. Hemû destkeftiyên siyasetê ji dest wan girtine. Ji xwe tên gefkirin jî, dibêjin em ê bavêjin girtîgehan. Divêjin di berê de te ev kirye, te ev ferman daye, ji van mirina tu berpirsî, gef dikin. Di rewşekî bi vî awayî de mafê AKP’yiyan li Kurdistanê siyasetê bikin nîne? Evqasî kuştinê bikî, bigirî girtigehê, hilbijêrên gel tesfiye bikî, piştre bêjî çima êrîşî AKP’yiyan dikin!Dibêjin ên din tenê siyasetê dikin. Di vî alî de mafê kesê nîne ku bêje çima ev helwest raberî AKP’yiyan tê kirin. Ma hê wê çi bibe, bi ser çend AKP’iyan de çûne!
Di demkê de wezîrekî AKP’yî wiha digot: Di demê me de kuştin nebû, ev tavêjin girtîgehan! Niha girtina girtîgahan bûye meşrû? Bi qeyûman wezîfedarkirin meşrû û bi maf bûye? Di vî warî de hedefkirina AKP’iyan tê famkirin.
Êrîşên qirkirina siyasî ya AKP’ê ya binçavkirin û girtina HDP’ê û DBP’ê û serdegirtinên li ser avahiyê part, zextên cuda dewam dikin. Bi yekê dewleta Tirk wê encamê jê bigire? Li dijî van operasyonên tên kirin li gorî tê xwestin bertekên ku nayên raber kirin bi çi ve girê didî?
Desthilatdariya AKP’ê di dîroka Tirkiyeyê de bû desthilatdariya ku herî zêde girtinên sîyasî pêk aniye. Di vê mijarê de ji darberya leşkerî zêdetir bi ser partiyên siyasî de çû. Di darberyên leşkerî de hê zêdetir bi ser rêxistinên îlegal, li dijî endamên rêxistinên îlegal û sepatîzanan e. Desthilatdariya AKP’ê li dijî hêzên demokratîk; ti denê muxalîf qebûl nake. Eger ku CHP kêmekê jî muxlefetî bikira û li dijî wê derketiba, wê wan jî bikiriba Fethulahî, wê bi hevkariya Fethulahiyan re sûcdar bikara û bixistina girtîgehê. 10 hezar siyasetmeda tenê ji ber ku siyaseta demokratîk dikirin hatin girtin. Ji beriya niha Partiya Aştî û Demokrasiyê (DBP) hebû, ji wan jî bi hezaran hatin girtin. Gotin operasyona KCK’ê, bi hincetên derewîn hemû girtin. Yên ku van hemû kirîn dozgerênm Fethulahî bûn.
Niha ya tê kirin, tam operasyonên qirkirina siyasiy e. Çawa ku Kurdan bi zanabûn vînekî siyasî derxist holê û hatin kuştin, girtin AKP jî niha wê dike. Kuştiyê xwe dikuje, yên ku nikare bikuje jî tavêje girtigehê. Di girtinên siyasî de rekor di destê AKP’ê de ye. AKP partiyekî bi vî awayî ye. Ji sedî 95’ê girtina ti eleqeya xwe bi çalakî yan jî kiryarên din re nîne. Bi temamî ji bo têkoşîna siyasî ya demokratîk meşandiye, di bingehê siyaseta demokratîk de ji bo ku çareseriya pirsgirka Kurd di warê siyasî de xwestine bê çareserkirin, tên girtin. Ji derveyî vê ti çalakiyên din ên wan nîne. Lê divêjin van bingeh ji bo PKK’ê ava dikin, bingeh ji bo gerîla û terorê didin avakirin! Bi mantiqekî bi vî awayî tev digerin. Weke gotinê di salên 1990’an de gotin, gund şewitandin û hilweşandin, niha jî bajaran dihilweşînin û kavil dikin. Polîtîkaya avê biçikîne û masî bikuje dişopînin. Bê goman ev giritin herêmên siyaseta demokratîk teng dike. Rêxistinên partiyên siyasî yên demokratîk tengav dikin. Bi van rêyan dikarin encamê bigirin, ew mijarekî cuda ye. Ev pir hatiye ceribandin. Bi rêbazên cuda ma dikarin ecamê bigirin? Rêbazên ku ji berê de hatine ceribandin di ceribînin. Bi rêbazên bêr ma encamên nû nayê girtin.
Li beramberî van operasyonan qasî tê xwestin bertek nehatin raberkirin ev rast e. Di vê mijarê de divê bi rastî siyaseta demokratîk bê rexnekirin. Di vê rewşê de di qada siyasî de mijarekî xas a rexnekirinê ye. Ne nûye, ne 2 salên dawî ne, ev 10 sal in digirin. Lê qasî tê xwestin bertekên pêwîst raberî van girtinan nehatin kirin. Wekî normal û meşrû ye. Di qada siyaseta demokartîk de ti kes li beramber girtina rêveberên û endamên xwe yên di asta rêveberî de bêdeng nabin. Zeîfî di vir de ye. Divê her girtinek vegere serhildanekê. Li navçeyê hate girtin, ew navçe divê rabe serhildanê, divê siyasetmedarê xwe yê demokratîk radestê wan neke.
Di vê rewşê de endamê partiya siyasî nebe jî her kesê demokratî û welatparêz li dijî girtinan dengê xwe bilind bike. Divê hêzên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl ên cuda jî dikarin li kolanan, bi gelên li taxan re rewşê gotûbêj bikin û bibin xwedî helwestekê. Divê bibêjin dema ku siyasetmedarekî me hate girtin em ê çi bikin. Di vê warî de dema ku siyasetmedarek hate girtin divê xwedî lê der bikevin. Niha di qada siyasî û civakî de zeîfiya herî bingehîn divê mijarê de derdikeve holê. Di vê mijarê de heta ku rêxistinekî baş, têkoşînekî ya berxwedanê dernekeve, encamgirtina pêşxistina têkoşîna demokrasiyê wê ne ewqas hesan be. Pîvana demokratîbûnê ev e. Şertê yekem ê têkoşîan demokrasiyê ev e. Civakek ji beriya her tiştî divê xwedî li siyasetmedar, rêxisinên xwe yên demokratîk û xwedî li rêberê xwe derkeviné Mînak: Ne diyare ku wê hevserokên HDP’ê bigirin, yan jî bi darê zorê bibin dadgehê; divê gel li her derê di carekê de rabin ser lingan. Divê bertek nîşan bide û vê yekê qebûl neke. Eger ku vê yekê qebûl bikin tê wê wateyê ku li dijî zext û zilmê wê serî bitewînin. Wê di rêya têkoşîn û azadiyê de zeîfî derkeve holê, ev jî wê zeîfiya di têkoînê de bide nîşandan. Di vî warî de divê li dijî girtinê hêzên demokratîk û hemû partiyên siyasî bibin xwedî helwest. Divê hê di serî de vê helwesta xwe bidin nîşandan. Vê yekê nekin nikarin têkoşîna ti tiştî bikin. Partiya ku nikare xwedî li rêveber û endamên xwe derkeve, nikare ti têkoşîna demokratîkbûnê bike, serkeftî nabe.
Rabernekirina bertekan hinek asayî bûye. Dibêjin dewlet e, digire, wê bavêjin girtîgehê, li ber xwe bide, wê derkeve! Temam wê li ber xwe bide, ya esas beriya ku bavêjin girtîgehê berxwedana bê kirin pêwîst e. Niha tê gotin dema ku avêtin girtîgehê divê li ber xwe bide. Ya esas beriya ku bikevin girtîgehê ya pêwîst li ber xwe dane. Divê berxwedan bibe civakîkirin. Yan jî wê bibe têkoşînek, li benda gerîla bimîne ku bike, wê têkoşînek bibe, li bendê be ku siyasetmedar bikeve girtîgehê, li wir li ber xwe bide, berxwedana xwe li wir pêş bixe. Ev nêzîkatiyên şaş in, ev fikrandinên şaş in. Divê ev bên derbas kirin.