Çeteyên DAIŞ'ê careke din êrîşî Kerkûkê kirin
Li Kerkûkê, DAIŞ'ê êrîşî çeperên parastinê yên hêzên Kurd kir. Ev êrîşa duyemîn ji aliyê hêzên Kurd ve hat şikandin.
Li Kerkûkê, DAIŞ'ê êrîşî çeperên parastinê yên hêzên Kurd kir. Ev êrîşa duyemîn ji aliyê hêzên Kurd ve hat şikandin.
Çeteyên DAIŞ'ê îro danê sibehê saet di 04:00 de ji gundên Xurava Mezin Westane, Mucamma Şehîd û Xurdade yên li herêma Tilwedayê, ji 3 baskan ve êrîşî gundên Muccamma Yermuk, Newafil û Meryem Beg ên hêzên Kurd lê ne, kirin.
Ev êrîşa li ser sînorê Kerkûkê hat kirin, ji aliyê hêzên Kurdan ve hat şikandin. Şer hê jî li hin cihan dewam dike.