Bîlançoya roja yekemîn a operasyona Mûsilê

Di daxuyaniya li ser bîlançoya roja destpêkê ya operasyona Mûsilê de hat ragihandin, 9 gund hatine rizgarkirin, 200 kîlometreçargoşe ya navbera Hewlêr-Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatiye derxistin.

Di roja yekemîn şerê li dijî DAIŞ’ê de li eniya Xazir êrîşa bi hêzên bêjahî û hewayî ve 9 gund ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin. Her wiha hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyonê jî 17 çeperên çeteyan hedef girtin û 4 wesayîtên bombebarkirî jî hatin tinekirin. 
 
Navê gundên ji çeteyan hatine rizgarkirin wiha ne.
 
Gundên Basehre, Tercele, Herabe Sultan, Kerbelî, Bazgirdan, Şakolî, Kuçuk Bedene, Buyuk Bedene, Şeyh Emîr û febrîqeya sermaîk a li rojavayê gundê Hasan Şamê.