HPG: Herî kêm 15 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîla de ku li Colemêrg, Şirnex û Wanê li dar xistin, herî kêm 15 leşker hatin kuştin, pêgerek hewayî ya bi tîpa Drone jî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin parvekirin;

“16’ê Cotmehê saet 13.00’an hêzên gerîlayên me ji baskan ve bi çekên giran li dijî girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a  Colemêrgê çalakî li dar xistin. Li vir çepera hat hedefkirin şewitî, 5 leşker jî mirin. Piştî çalakiyê, qereqolên li herêmê qada Bînbîr dan ber obus û hewanan.

16’ê Cotmehê saet 10.00’an hêzên me li dijî girekî li nêzî girê Koordîne yê girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê ji 2 baskan ve çalakî li dar xistin. Leşkerên li gir dest ji 4 çeperên xwe berdane û revîne, li eraziyê belav bûne. Di encama çalakiyan de 3 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê, pêgerek hewayî ya keşfê ya bi tîpa Drone dema li ser qadê digeriya hate ruxandin.

16’ê Cotmehê saet 10.00’an hêzên gerîlayên me bi çekên giran li kuleyek qereqola Şkêr a girêdayî Çelê dan. Li vir kule hate texrîbkirin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin.

ŞIRNEX

Artêşa Tirk 10-15’ê Cotmeha 2016’an li qadên Şehrîban û Rîsor ên girêdayî Şirnexê dest bi operasyonekê kiribû. Cerdevanên gundên Navyana Şêxa, Mila Kêrê û Kaniya Qeymeqam jî tevlî vê operasyonê bûne. Piştî dijmin li girên Çelê Nimêja, Hêliz û hin girên stratejîk çekên giran bi cih kirin, dest bi operasyona bejahî kirin. 12’ê Cotmehê jî saet 12.00’an dema leşkerên ku hewl didin bi pêş ve biçin li girê Tepê Kirdoş xwe bi cih kirin, gerîlayên me çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de ku vegeriya şerekî demkurt, bi zelalî 2 leşker mirin, 2 jî birîndar bûn. Heman rojê li qada Çelêsor li dijî komek leşker çalakiya sabotajê hate lidarxistin û li vir 3 leşker mirin, gelek leşker jî birîndar bûn. 13’ê Cotmehê li dijî leşkerên ku xwe li Girê Hêliz bi cih kiribûn çalakî hate lidarxistin, bi zelalî leşkerek hate kuştin. Leşkeran, 15’ê Cotmehê bê encam xwe vekişandin, kerba ku darbeyên xwarîne jî ji dar û baxçeyên gel derxistin. Rez û baxçeyên gel ên li Rîsor û Şehrîbanê şewitandin, li gelek deveran jî zerar dan daristanê û dar jêkirin. Agirê ku domahiya operasyonê li qadên Şehrîban, Rîsor, Çiyayê Fila û Besta Bilazûr bi daristanan girtî hê jî dewam dike.

WAN

16’ê Cotmehê saet 10.00’an hêzên gerîla li ser rêya Wan- Colemêrgê li dijî leşkerên ku rê kontrol dikirin çalakiya sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek mir, leşkerek jî birîndar bû.

AMED

Operasyona artêşa TC a ku 7’ê Cotmehê li qada Şehîd Baran a girêdayî navçeya Farqîn a Amedê dabû destpêkirin, êvara 15’ê Cotmehê vekişiya.

BEDLÎS

Operasyona artêşa TC a ku 11’ê Cotmehê li qada Ûranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê dabû destpêkirin êvara 15’ê Cotmehê vekişiya, li eraziyê hin yekîneyên veşartî hiştin. Di vê operasyonê de bi 5 gerîlayên me re têkîliyên me qut bûne.

DERSÎM

15’ê Cotmehê şexsê bi navê Alî Şen ê ku mabeyna taxên Pişî û Meydanlar a girêdayî navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê dar dibirîn, piştî ku hat hişyarkirin hate berdan.

16’ê Cotmehê balafirên şer ên artêşa TC li dijî bejahiya navçeya Pîlemûrî ya Dersîmê êrîşên hewayî li dar xistin. Têkîldarî êrîşan her ku agahî werin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

HEFTANÎN

16’ê Cotmehê saet 10.40’an balafirên artêşa TC qada Deriyê Dawetiya ya girêdayî herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kirin.”