Dayika Şehîdê Hewremanî: Em Şanaz in
Gerîlayê YRK’ê Serhed Kosalan ê ku Çarşemê li Hewramanê şehîd bû, hate bibîranîn.
Gerîlayê YRK’ê Serhed Kosalan ê ku Çarşemê li Hewramanê şehîd bû, hate bibîranîn.
Ji bo gerîlayê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Serhad Kosalan (Şehriyar Mûradî) ku Çarşema bihurî li Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Hewraman li gundê Rûwarê, di şerê dijî pastarên Îranê de jiyana xwe ji dest da, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Merasîm ji aliyê malbat û xizmên wî ve hat organîzekirin. Di bîranînê de dayika Kosalan axivî û got, "Şehriyar ne tenê şehîdê me ye, lê yê hemû Kurdistanê ye. Em bi şehîdbûna Şehriyar şanaz û serfiraz in, em hemû rûmetdar kirin. Ez silavên xwe li hevalên Şehriyar dikim. Silavên xwe li Rêber Apo dikim ku di zindana îmraliyê de li ber xwe dide. Bijî Rêber Apo, bijî gerîlayên li ser çiyayan. Silav ji malbatên şehîdan re yên li çar parçeyên Kurdistanê. Şehîd ên me hemûyan in ne yên me tenê ne. Ew nemir in."
Fermandariya Giştî ya YRK'ê dabû xuyakirin, ku di vî şerê 12'ê Cotmehê de 6 pastarên Îranê hatine kuştin.