NÛ BÛ

Karayilan: Em amade ne tevlî operasyona Mûsilê bibin

Mûrat Karaylian: PKK dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. PKK dixwaze şerê li dijî DAIŞ'ê temam bike. Eger DAIŞ li Mûsilê li ber xwe bide, wê pêwîstiyê bi me bibînin. Em amade ne tevlî bibin. Lê em vê nakin pirsgirêk.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan ji KurdSat Newsê re axivî û li ser hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, operasyona Mûsilê, nêzîkatiya PKK'ê li vê operasyonê, tevlîbûna hêzên YBŞ'ê û girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurd daxuyaniyên girîng da.

‘AKP NE DOSTÊ KESÎ YE, TENÊ DOSTÊ XWE YE'

Berfirehiya hevpeyvînê bi vî rengî ye:

Ji dema hewldana darbeyê vir de jî êrîş zêdetir bû. Çima? Divê hemû kes bi taybetî siyasetmedarên Kurd vê baş bizanin. AKP destpêka siyaseta xwe de wiha bû ku bi şêweyek nerim ji bo bi destxistina hemû dengên Kurdan zimanek nerim bikar anî. Lê ji dema 2014’ê vir de ev şêwazê xwe guhert. Êdî stratejiyekî dijî Kurdan da destpêkirin. AKP ne dostê ti kesê ye, tenê dostê xwe ye. Berê wisa difikirî bi wî şêwey desthilata xwe pêş bixin, niha jî li ser bingehê stratejiya nû pêş bixin. Hewl didin ew aliyên nijatperest û dij Kurdan bi vî şêwey bînin gel xwe.
 
Difikirin ger em dijî Kurd bin, ew hemû hestên nijatperest ên li Tirkiyê wê hemû li pey wan were. Gelek siyasetên derdorê yên Kurd weke pêş sê salan nêzî Erdogan dibin, ev ne wisa ye, wan êdî stratejiya xwe guhertin. Êdî difikirin çiqas li dijî Kurdan şer bikin, wê ew çend desthilata xwe bihêz bikin. difirkin li bakûrê Kurdistanê qels bikin û şoreşa Rojavayê Kurdistanê bifetisînin. Ji ber ku Erdogan û Ergenekon lihevkirina xwe ya hemû xeteriyên ji gelê Kurd bên divê pêşiya wê bigirine. Stratejiya wan ji bo tevgera azadiya Kurd li Bakûr marjînal bikin. li Rojavayê Kurdistanê şoreşa heyî nerewa bikin û weke terorê bidin naskirin, bifetisînin. Wiha bikevin operasyona Mûsilê û di dema pêşerojê de wisa destkeftiyên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê dorpêç bikin û wisa jî bikaribin armanca xwe pêk bînin.
 
‘ÊDÎ ARMANCA ME EW E KU DEWLETÊ JI KURDISTANÊ BAVÊJIN'
 
Niha dewleta tirkiya bi esasî jî dagirkeriya li ser kurdistanê di dîroka xwe de di dema herî lewaz e. AKP û dewleta Tirk îro ne xurte. Lê ew dixwazin lewaziya xwe bi êrîşan derbas bikin. ev siyasetek erdogane. Erdogan di siyasetê de jî timî êrîş dike. Dixwazin bi êrîşên leşkerî van lewaziya xwe biveşêrin. Bi tenkolojî û istirxbarat û şerê piskolojî de xurte. Di çapemeniya xwe de xurtin û dizanin baş direwan bikin. nexwe li ser erdê weke berê nikare li hemberî gerîla şer bike. Dewletek wisa ne bihêze. Ji 150 salin virde yekem care dewleta Tirk wiha li hev dikeve. Moralê wan nemaye. Nexwe dewlet niha pir lewaz bûye di Tirkiyê de. Dixwsaze bi teknîk, şerê piskolojîk û istixbaratê ya niha dimeşîne, vê veşêre. Gerîla jî niha li hemberî wan di çalakiyê de ye. Tevgera gerîla ya niha tê meşandin tam weke em dixwazin nîne, lê performansek pir başe. Bêguman gerîla 33 salin di şer de ye. Xwedî ezmûnekî mezin a şere. Dixwazin bi profesonelî şer pêş bixin. Çewan li hemberî gerîla şerê teknîkî dikin, gerîla jî wê li hemberî wan bi aqilê însanî performansekî mezin nîşan bide. Hewldanên gerîla hene ku rastiya wan eşkere bike. Li hemberî wan çalakî pêş bixe. Tevgera gerîla niha ya tê meşandin bi giştî ne wek em dixwazin, bêguman dîsan başin. Em bawer dikin hem şerê gerîla û çiya wê êdî şer vegere bajarên Tirkiyê. Duh li Antalya bû, pêştir li Karadenizê bû. Bi vî şêwey sîstema dewleta Tirk felç bikin. Dewlta Tirk bi leşkerî wê nekaribe me. Êdî armanca me ew ji Kurdistanê avêtine. Ger dest ji van kiryarên xwe bernedin, emê wan felç bikin û ji kurdistanê bavêjin. Hinek alî dibêjin bi şer tiştek pêk nayê û pêwîst nake. Lê dijminek li hemberî me heye ji dervey şer tiştek din fam nake. Ji bo wê jî divê em xwe biparêzin. Ne tenê xwe biparêzin, ji bo ew hêza wan a êrîşkar em têk bikin, çi ji destê me were emê bikin.
 
Niha gerîla li kurdistanê vî erkî dike, karê neteweyî dike. Hinek dibêjin şerê PKK’ê û dewletê ye. Nexêr newisane. Şerê tevahî Kurdistanê ye. dewleta Tirk ger PKK’ê bişkênê, ku ev jî nemûmkine, lê ger bike, wê Rojava bifetisîne û dest dane ser Başûrê Kurdistanê jî. Ev ji bo tevahî Kurdistanê ye. şerê li Bakûr ji bo tevahî Kurdistanê ye.
 
‘DIVÊ REÎSÊN EŞÎRAN LI DIJÎ DEWLETÊ HELWESTÊ NÎŞAN BIDIN'
 
Dewlet pir lewaz bûye, gelek zextan dimeşîne. Weke min got hûqûq û qanûn nîne. Bi yek axaftinê dikare mirovan bigire, dest dane ser hemû mala wan. Bi yek gotinê erdogan rewşa awarte 3 mehên din dirêj kir. Ew ji xwe di hindir de ditirse. Di nava dewletê de hîna ji xwe nesafiye. Dixwaze di vê demê de doza Kurd bifetisîne. Erdogan difikire ger di demek wiha de ger hêza tevgera azadiya kurd bişkêne, wê bi ser bikeve û bibe sultanê mezin ê Tirk. Bibe sultanê ku Kurd ê Kurd fetisandiye. Zextek mezin li ser eşîrên Kurd kiriye. Wê ti bandorek li ser doza Kurd nake. Hene axa bi dewletê re ye, lê eşîr bi me re ye. dema ev tevger me rêxistin kirin, me bi gel rêxistin kir. Divê reîsên eşîrna jî dijî dewletê helwestê nîşan bidin. lê ciwanên eşîran hemû li çiyane, dijî dewletê têdikoşin. Dema reîsê eşîrê ne li gel doza Kurd be, gel ti qîmetê nade wan. Dewlet ji bê çaresertiya xwe hewldanek wiha kir.
 
‘TI KES NIKARE PÊŞÎ LI SERKETINA ME BIGIRE'

Me pêş sê salan got, ji dewletê re got ger hêzek we heye projeya Rêber Apo bixin meriyetê. Lê pêk ne anîn. Êdî dem hatiye gelê Kurd bi serbikeve. Çi kesek nikare pêşiya serketina me bigire. Dema dîrokê hatiye, herikîna wê kes nikare bisekinîne. Em îro xurtin. Dagirkerî teşîr bûye. Êdî dewlet li Kurdistanê di nava tank û qereqolan de ye. Ger hene bila kerem bike di nava sûkan de li nava sûkên Amedê de bigere. Lê nikarin. Dewlet ketiye nava qereqol û zirxan de. Binêre li Çelê ku nifûsa wê 9 hezarin, lê hejmara leşkeran 24 hezare. Gelo dewlet wê heya kengê wiha bikare dewam bike. Wê bikevin. Pêşeroja wan li Kurdistanê nemaye. Divê hemû kes vê bizane û li gor wê tevbigerin. Reîs eşîr divê bizanin. Dehat ne ya dewletê ye, dehata wan li Kurdistanê nemaye, ya gelê Kurd e.
 
‘NAXWAZIN ZAROKÊN KURD FÊRÎ KURDÎ BIBIN, DIXWAZIN BIKIN TIRK'

 
Niha gelê Kurd û gelê Tirk birane. Gelê Kurd û Ereb, Fars jî birane. Dixwaze bi hemû kesê re biratî bike. Lê dewleta Tirk dijmine. Naxwaze ti gelên din nas bike. Niha yê herî dijwar li dijî Kurdan Sedam bû. Lê niha Erdogan êrîşê hemû Kurdên beşên din jî dike. Çima qenalên zarokan ên bi ziman û tenê stranên Kurdî girtin, ji ber ew dixwaze çand û zimanê Kurdî qir bike. Naxwazin zarokên Kurd fêrî Kurdî bibin. Dixwaze wan bike Tirk. Ew jî nîşan dide ku ne tenê li dijî PKK, li dijî tevahî Kurdane. Niha qeyûm avêtine ji bo şaredariyên Kurdan. Ev jî dixwazin çanda Kurdî ya li van şaredariyan qedexe bikin. Dibistanên Kurdî digirin.
 
‘EW NE SIYASETMEDAR IN, KONTGERÎLA NE'

Gerîla şerekî rewa dimeşîne û mafdare. Gerîla li Kurdistanê êrîşê siyasetmedaran dike. Lê AKP insanên xwe weke qontra bi kar tîne. Ev ne tenê siyasetmedar in, ev di hemû karên qirêj ên AKP’ê de cih digirin û bûne dûvikê siyaseta qirêj ên AKP’ê. Divê gelê me hemû bizane gerîla li dijî dewletê şer dikin. Lê mijar tenê mijar ne polîs û leşker in. Gelek polîs û leşker hene cilên sivîl li xwe kirine, lê ev şerek pir qirêj dimeşînin û pir xeter in. Ev kontrgerîla ne wêê çalakiyên gerîla li hemberî wan jî çêbibe.
 
‘DIVÊ ÇAPEMENIYA LI BAŞÛR, ROJAVA Û ROJHILAT XWEDÎ LI ÇAPEMENIYA BAKUR DERKEVIN'

Niha hikûmeta AKP’ê ji bo bigehe armanca xwe hemû derfetên xwe xistine dewreyê. Li Tirkiyê 13 televîzyon û 11 radyo girtin. Bê ku sûcek wan hebe ew girtin. Ma sûcê qenala zarokan çiye? Tenê sûc ji ber Kurd e. Lê heman demê de hemû têkiliyên xwe yên bazirganî û weke din xistin dewrê û hewl dan qenalên li Ewropa weşanê dikin bidin girtin. Weke Med Nûçe TV û Newroz TV. Ji bo ku di Eutelsat de bidin girtin, ji ber tê zanîn Eutelsat li hemû cîhanê weşanê dike, ji bo Eutelsat derbixe, bi Fransa re yan jî bi wê re lihevkirinek çêkirin. Ji bo wê jî li ser çapemeniya Bakûrê Kurdistanê hem li welat û dervey welat êrîşek mezin heye. Em hêvîdarin di serî de çapemeniya Başûrê Kurdistanê, ya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê vê bigirin ber çavan û lê xwedî derbikevin. Bernameyên xwe yên ji bo Bakûrê Kurdistanê zêde bikin û ew cihê wan dagirin. Ger îro dagirkeriyek bi hovane, bê sûc û sedem êrîş dike, divê çapemeniyên beşên din li dijî vê bisekinin. Wisa rolek xwe bilîzin.
 
‘PKK BI BIRYARA KESÎ BEŞDAR NEBÛYE, NIHA JÎ PÊWÎSTÎ BI BIRYARA KESÎ NABÎNE'
 
Niha şerê li dijî DAIŞ’ê di rojevê deye di rastî de kî li dije kî ne li dije ne diyare. Ew hêzên ku di dema êrîşkirina DAIŞ ya li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Kerkûk’ê kir ne li dijî DAIŞ bûn, lê niha di operasyona Mûsilê de dibêjin em li dijî ne. Dema li pêş çavên hemû cihanê komkujî li ser gelê me yê Êzidî pêk hatî herkesî temaşe dikir, em neçar man hemû xeteriyan li ber çav bigrin mudaxele bikin û biçin li wir pêşî li DAIŞ’ê bigrin. Yekem hêza ku helwest li hember girtî, PKK ye, lê îro derdikevin dibêjin bila PKK beşdar bibe an jî nebe. PKK bi biryara kesî beşdar nebûye û niha jî pêwîstî bi biryara kesî nabîne.
 
‘STRATEJIYA TIRKAN BAŞÛR JÎ DI NAV DE LI DIJÎ HEMÛ KURDAN E'
 
Tirkiye xeyalên xwe yên Osmaniyan û lîstokên xwe yên qirêj hene ji ber wê li Başîka dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. Eger Tirkiye û hevkarên wî di operasyona Mûsilê de beşdar bibe û xwe bi cih bike wê ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyên mezin çêbike. Niha konsepta dewleta Tirk li ber çave ku Bakûr qels bike, Rojava bi fetisîne û xwe di Mûsilê de cih bike. Ji ber ku li deverên din yên Başûrê Kurdistanê leşkerên dewleta Tirk hene Başûr dibin kontrola dewleta Tirk de ye. Herî dawî me bihîstiye ku di navbera Soran (Diyana) û Xelîfanê de jî leşkerên Tirk xwe bi cih kiriye û dixwaze xwe bi vî awayî di her warî de li Başûr de bi cih bike. Me dibistanên wan xwendine, em di nav wan de mezin bûne, em baştir wan nas dikin, em aqil û derûniya wan di xwînin. Stratejiya Tirkan Başûr jî di nav de li dijî kurdan giştiye. PDK rê dide ku li van deveran xwe bi cih bike û ji rêzê dibîne, em vê şaş dibînin.
 
‘HESABÊN DEWLETA TIRK LI SER MÛSILÊ HENE, DIVÊ SIYASETA KURD VÊ BIBÎNE'
 
Dibe ku rewşa Başîka cudatir be lê herêmên din yên Başûr wan rê daye, heta niha rayedarek wan bertekek li hember nîşan nedaye, pir asayî nêzîk dibin. Ev kiryarane li hember destkeftiyên Başûr xeteriyeke. Dewleta Tirk dixwaze alîgirên xwe zêde bikin hesab li ser Mûsilê kirine, biryar dane dewleta Tirk mezin bibe. Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar bigre bêje bila leşkerên Tirk ji Başûr derkevin, dernakevin. Tirkiye ji xwe hesabên xwe li ser vir hene. Ji ber wê pêwîste siyaseta Kurd şaşiyên xwe bibîne.

Niha dewleta Tirk bê qanûn xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê dagir kiriye li rexmê ku li gor qanûnên navnetewî rê nade hewldanên bi vî awayî. Dewleta Tirk dibêje ezê li wir bim ez dernakevim û dixwaze bibe endamek Koalîsyona navnetewî. Serokwezîrê Iraqê û rayedarên hikûmeta Iraqê bi awayek mafdar helwest danî û di cih de ye. Hêzên navnetewî dibêjin ku her kesek bixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe pêwîste bi pejirandina hikûmeta Iraqê beşdar bibe. Li rexmê vê Tirkiye dibêje emê tevlî bibin eger nehêlin em tevlî bibin pîlana me ya B û C heye. Bi vekirî dixwazin dagirkeriya xwe bi fermî bi meşînin, wê ev yek aloziyek zêde bide çêkirin.
 
‘EGER DIXWAZIN DI ŞERÊ MÛSILÊ DE LI BER XWE BIDE PÊWÎSTÎ BI ME HEYE Û EM AMADE NE'

Ez bawerim nakim ku Iraq û hêzên din qebûl bikin ku Tirkiye wekî bixwaze tevlî bibe. Lê hêzên ku wan perwerde kirî dibe tevlî bibe ne diyare. PKK di şerê li dijî DAIŞ’ê de pispore, di xwaze beşdar bibe, çawan ev sê salin şerê DAIŞ dike, dixwaze heta dawiyê bibe. Eger dixwazin di şerê Mûsilê de li ber xwe bide, pêwîstî bi me heye û em amade ne. Hinek hêz li Şengal hene weke YBŞ û YJŞ ku ji ciwanên Êzidî pêk tên. Ew ne PKK ne, di xwazin van hêzan bikin PKK. Ew hêz dixwazin tola xwîşk û dayikên xwe rakin û şerê li dijî DAIŞ’ê pêş bixin. Ji xwe berê bê piştevaniya kesekê bigrin şer kirin, operasyon pêkanîn û her berdewame. Bawer nakim ku ji bo operasyonê bê rawestandin.
 
‘PKK JI BO BERJEWENDIYÊN GELÊ ŞENGALÊ Û TEVAHIYA GELÊ BAŞÛR LI WÊ DERÊ YE'
 
Ew daxwaziyên ku dibêjin bila PKK ji şengalê derbikeve daxwaziyên dewleta Tirke, PKK ji bo berjewendiyên gelê Şengal û tevahiya gelê Başûr li wê derê ye, ew daxuyaniyên hatine dayîn bi armancên siyasî hatine dayîn ne xwestekên gelê Başûr û gelê Şengalê ye. Me jî tenê bihîstiye hinek daxuyanî hene ku dibêjin bila PKK derkeve, lê daxuyaniyek fermî ji aliyê PDK û rayedarekî ve nehatiye dayîn, tiştekî wisan neketiye rojeva me ji ber ku li wê derê gerîla û pêşmerge ji bi hevrene, ti pirsgirêkek niha pêş çav nîne. Raste di van deman de nerehetiyek heye lê ew ne pirsgirêkin, em Kurd dikarin di nav xwe de çareser bikin. PKK ne aliyekî pirsgirêkê ye, dixwaze yekîtiya gelê Kurd çêbike. Dema ku ferman li Şengalê derket hêzên me çûn mudaxele kir, xetereyek mezin da ber çav, çû ket Şengalê. Piştî wê 4-5 rojan birêz Mesûd Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo me silav şandin, yekem car pirsyar kiririn, gotin hêzên we li Şengal heye yan nîne? Me jî bersîv da û got hêzên me hene.
 
‘ME PÊŞMERGE LI WIR BI CIH KIR, ME XWEST FERMANDARIYEKE HEVBEŞ AVA BIKIN'
 
Cardin peyam şandin û gotin em dixwazin refek pêşmerge biçe Şengalê gel hevalan, eger hûn derfet di vî alî de ji bo me ava bikin wê baş bibe. Min bi xwe derfet da avakirin 200 pêşmerge di Deriyê Sêmalka re şand Rojava. Piştî 2-3 rojan gihandin çiyayê Şengalê li gel hevalan. Heta xelkê wir bertek nîşan da, hevalên me ew girtin gel xwe, parastin, ketin navberê. Eger niyetên me yên cuda hebûya me wê demê destûr nedida ku pêşmerge bihata Şengalê. Me pêşmerge li wir bi cih kir, me xwest fermandariyekî hevbeş ava bikin, refekî YNK jî hebû me dixwest ew jî tevlî bibe. Em bi giştî siyasetekî netewî bi meşînin, ji bo Şengalê helwestên me bi vî awayî bû. Evane piştre hatin berovajîkirin, şaş fêm kirin, eve ne tiştekî raste.  Em bi erkekî exlaqî û netewî çûn li gelê xwe yê Êzidî û Başûr xwedî derketin. Ev jî ji bo me serbilindiyeke, em nahêlin qirêjiyek bi vê yekê bikeve.
 
Erdogan beriya niha got bila Kurd bizane ku peymana Lozanê ji bo ne serkeftineke, binketineke. Dibêjin me tê de darbe xwariye, ji ber gelek xak ji dest dane. Ji bo mijara Kurd dewletên Îran, Sûriye û Tirkiye tên gel hev. Sûriye û Tirkiye 5 sal in li dijî hev in, xwîna hevdu vedixwen. Lê di mijara Kurdan de hatin gel hev.
 
‘EM DI KEŞTIYEKÊ DE NE, PAŞEROJA ME BI HEV RE GIRÊDAYÎ YE'
 
Di serdemek wiha dîrokî de ku derfetên mezin ji bo gelê Kurd ava bîne, civaka Kurd amade ye û dixwaze ku êdî ew jî bigihêje mafê xwe yê xwezayî. Wê demê çima cudahî di nava siyaseta Kurdan heye û nikare were gel hev. Ev mijar bi rastî ji bo me şermeke. Ji bo siyaset Kurd şermeke. Misoger divê em vê derbas bikin, ev nayê qebûlkirin. Em di sedsala 21. a de dijîn, hêzên ku qet nikarin werin gel hev, lihev tên. Başe çima em Kurd nayên gel hev. Çima dagirkerên Kurdistanê bi veşartî tên gel hev, li gel ku ewqas di navbera wan de nakokî hene, lê em vê nakin. Em di keştiyekê de ne, paşeroja me bihevre girêdayî ye.
 
‘YEKÎTÎ JI NAN Û AVÊ ZÊDETIR JI ME RE PÊWÎST E'

Lazime yekîtiyek netewî çêbibe. Yekîtî nebe jî divê stratejiyek me ya hevbeş  hebe, qet nebe di qada navnetewî de em li dijî hev nebin. Ez bang dikim; Em li hemû parçeyan ji bo yekîtiyê divê hewl bidin. Divê gelê Kurd dakeve kolanan û yekîtiyê bixwaze, yekîtî ji nan û avê zêdetir ji me re pêwîste. Ger em yek bin wê serkeftin ji sedî sed be. Divê misoger em ji xwe re rojevek netewî ava bikin.
 
‘DIVÊ EM BIZANIBIN DI VÊ SERDEMA GIRÎNG DE EM NEÇAR IN YEK BIN'
 
Niha li Başûr parlamento naxebite. Alozî hene. Wê çawa pirsgirêk çareser bibin ne diyare. Di navbera YNK û Goran de lihevkirin çêbû. Gel ji vê yekê pir kêfxweş bû, tifaqek çêbû, ez jî pê kêfxweş bûm. Lê piştre pirsgirêka dîsa derketin, bi taybet di nava rêveberiya YNK’ê de. Divê em bizanin di vî serdema girîng de em neçar in yek bin. Divê em yekîtiya netewî çêbikin. Niha em her tim dibêjin kongre û konferans diyare hinek kes van ji bo xwe giran dibînin, başe bila ne ew be. Bila tenê xetek me ya hevbeş hebe. Divê hemû partiyên siyasî yê Başûr Kurdistanê siyaseta nû ya AKP carekedin li ber çavan derbas bikin. Ji ber Erdogan biryarên li dijî gelê Kurd girtiye û pêwîste em siyasetek nû ya rast pêş bixin.
 
Em di demek dîrokî de ne, divê her kes xwe berpirsyar bibîne. Derfetek girîng ji bo civak û gelê Kurdistanê çêbûye. Divê em wan baş bikar bînin. Ger sibê tren bi rê bikeve, em bi dûve bikevin, em ê negihênê. Wê dîrok me dadgehî bike. Em wek tevger xwe li hember hemû parçeyan berpirsyar dibînin. Ji rexne û pêşniyaran re jî em vekirî ne. Lê em ê ti caran li dijî êrîşên dijmin stuyê xwe netewînin. Em ê heta dawî mafê gelê Kurd biparêzin. Ji ber Kurd mafê xwe yê xwezayî dixwaze. Gel dikare di vê mijarê de bi me bawer bike.