Qeyûmê AKP'ê projeya pirtûkxaneyê betal kir
Onder Can ku weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê hat erkdarkirin, piştî ku kreşa zarokan, karên jinan û xebatên din ên Şaredariya DBP'yî sekinand, vê carê jî projeya pirtûkxaneyê betal kir.
Onder Can ku weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê hat erkdarkirin, piştî ku kreşa zarokan, karên jinan û xebatên din ên Şaredariya DBP'yî sekinand, vê carê jî projeya pirtûkxaneyê betal kir.
Hevşaredara navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Aygul Bîdav, ku bi xizmetên xwe yên ji bo hawirdorê, binesazî, çandî, kreşên zarokan û karên ji bo jinê her li pêş bû, ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirk ve ji wezîfeyê hat girtin. Tevî vê yekê jî Şaredariya Rêya Armûşê xizmeta xwe dewam kir. Lê hikûmetê di 11'ê Îlona 2016'an de bi rêya qeyûm dest danî ser şaredariyê.
WEKE KARÊ DESTPÊKÊ, ŞAREDARÎ KIR QEREQOL
Qeyûmê ku li şaredariye hat erkdarkirin, weke karê destpêkê avahiya şaredariyê veguherand qereqolê û li gel girt. Gelê navçeyê nema çû şaredariyê. Qeyûm piştre projeyên şaredariyên DBP'yî yek bi yek betal kir. Bi vî rengî xebatên şaredariyê yên ji bo hawirdor, jinan, zarok, çand û binesaziyê sekinînin.
WÊ PIRTÛKXANEYA YEKEMÎN BÛYA
Qeyûm vê carê jî projeya çêkirina avahiya xizmetê ya li Parka Mûsa Anter betal kir. Her wiha projeya Pirtûkxaneya Bajêr ku wê li vê qadê bihata çêkirin, betal kir. Gelê Wanê, ku pirtûkxaneyeke xwe li navenda bajêr nîne, nerazîbûn nîşanî vê biryarê da.
KESER: DI CUDAHIYA VAN JI YÊN PIRTÛKAN DIŞEWITÎNIN NÎNE
Hevşaredarê Rêya Armûşê Veysel Keser ê DBP'yî li ser mijarê axivî û got, "Ji bo Navenda Xizmetê ya Şaredariyê û pirtûkxaneya bajêr, me li pişt Parka Mûsa Anter erd kirî. Proje di pêşbirka projeya neteweyî de bûbû yekemîn. Îhaleya çêkirinê jî qediya. Îhale ji fîrmaya ku herî zêde bi kêrî cemaweriyê were, ma." Keser diyar kir, betalkirina vê projeyê nebaşiya herî mezin li gel e û got, "Di navbera kesên wextekê pirtûk dişewitandin û yên niha çêkirina pirtûkxaneyê betal dikin de, ti cudahî nîne."