NÛ BÛ

'Eger Tirkiye û çeteyên wê bên Babê, em ê li hev rast bên'

Berdevkê QSD'ê Telal Silo diyar kir, artêşa Tirk û çeteyên wê dora xwe fireh dikin û got, "DYA dibêje, ew ê destûrê nede Tirkiye û pêkhateyên QSD'ê şerê hev bikin. Lê belê, eger bên Babê dibe ku em li hev rast bên."

Berdevkê QSD'ê Telal Silo êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk, rewşa komên wan ên çete, pozîsyona QSD'ê, amadekariyên wan, helwesta Koalîsyona Navneteweyî û bandora operasyona Mûsilê, ji ajansa me re nirxand.

DI NAVBERA DAIŞ'Ê Û TIRKIYE Û ÇETEYÊN WÊ DE LÎSTIKEK TÊ LÎSTIN

Silo bibîr xist, Tirkiye û çeteyên wê bakurê Helebê dagir kirine û got, "Di navbera DAIŞ'ê û Tirkiye û çeteyên wê de li herêmê lîstikek tê lîstin. DAIŞ herêma dagir kiriye radestî Tirkiyeyê dike. Gundên li bakurê Helebê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, gundên Kurdan, Tirkmen û Ereban e. Radestî hev dikin. Merasîma radestkirinê ji wan kêm e. Tevî ku DAIŞ gundan teslîm dike jî, artêşa Tirk bi balafirên şer, tank, top û hawanan bombeyan li van gundan dibarîne û mîna ku şer lê diqewime, rewşekê dafirîne. Gelê li wan gundan koçber dike. Jİ xwe ev lîstik li ser valakirina herêmê tê lîstin."

Silo da xuyakirin, ku Tirkiye dixwaze nifûsa herêma bakurê Helebê biguherîne û anî ziman, ku vê yekê jî di bin navê paqijkirina herêmê ji DAIŞ'ê dike. Silo destnîşan kir, ku polîtîkaya koçberkirinê bi taybetî li dijî Kurdan tê meşandin.

EGER TIRKIYE Û ÇETEYÊN WÊ BÊN BAB'Ê, EM Ê LI HEV RAST BÊN

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Telal Silo ragihand, dewleta Tirk di bin navê têkoşîna li dijî DAIŞ'ê derbasî herêmê bû, lê belê armanca xwe ya sereke, pêşîgirtina li yekbûna Efrîn û Kobanê ye.

Silo da xuyakirin, ku Rûsya, DYA, Îran û rejîma Baasê, têkoşîna li dijî DAIŞ'ê erê kirine û got, "Weke ku tê zanîn, Tirkiye piştî ku ket nava Cerablûsê yekser êrîşî Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê kir. Piştî şerê çend rojan, bi navbeynkariya DYA agirbest hat ragihandin. Rayedarên DYA, di daxuyaniyên xwe yên heta niha de dibêjin, ew ê destûrê nedin şerekî navbera Tirkiye û hêzên me. Lê belê eger bên Babê, dibe ku em li hev rast bên."

MECLÎSA LEŞKERÎ YA BABÊ DAXWAZA ALÎKARIYÊ JI ME DIKE, EM Ê ALÎKARIAY LEŞKERÎ Û LOJÎSTÎKÎ BIDIN MECLÎSÊ

Silo nêzîkatiya xwe bibîr xist û got, "Me ev nêzîkatî li Minbicê bi rengekî zelal nîşan dan. Me Minbic azad kir û radestî gelê Minbicê û Meclîsa wê ya leşkerî kir. Ev nêzîkatiya me ji aliyê DYA û Koalîsyona Navneteweyî ve erênî hat pêşwazîkirin.

Her devera DAIŞ lê heye, di hedefa me de ye. Niha Dêra Zor û Reqa di hedefa me de ye. Lê belê Meclîsa Leşkerî ya Babê daxwaza alîkariyê ji me dike. Em ê alîkariya leşkerî û lojîstîkî bidin wan. Ji bo operasyona Reqayê jî gelek hêz û derfet divê. Pêwîste amadekariyeke xurt bê kirin.

Hin alîkarî tên kirin. Lê belê gelekî kêm û şermokî ne. Me ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî û DYA xwest, alîkariya leşkerî û siyasî bi rengekî vekirî û fermî bikin. Di lîsteya alîkariya leşkerî de çekên pêşketî, fuze, maşînên zirxî, panzer hwd. hene. Ev hê bi temamî nehatine dayîn. Lê soz hat dayîn."

EM NIHA HERÊMEK JI LUBNANÊ MEZINTIR DIPARÊZIN

Berdevkê QSD'ê Telal Silo diyar kir, ji aliyê siyasî ve wan xwestine di hevdîtinên niha navbera rejîmê û qaşo mûxalefeta Sûriyeyê tê kirin de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk jî bê tevlîkirin û wiah dewam kir: "Li van çeperan em mûxalefeta rasteqîn in; em li otela ava nebûne. Yan jî ne ji wan kesên bi Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî ve girêdayî ne. Lewma ji her kesî zêdetir mafê me ye, ji aliyê siyasî û leşkerî ve mûxatab bên dîtin. Em hêzeke welatparêz a dilsozê gelê xwe ne. Em niha herêmek ji 20 hezar kîlometreçargoşeyî kontrol dikin. Herêmek ji dewleta Lubnanê mezintir di destê me de ye û em wê diparêzin. Li herêmên me nû azad kirine, bi hezaran şervanên nû tevlî nava hêzên me bûn. Zarokên hemû gel û baweriyên vê xakê di nava me de ne."

TEVLÎBÛNA MÎRALAY HUSSAM EL EWAK LI NAVA REFÊN QSD'Ê, REWŞA HEYÎ YA ARTÊŞA ZAD RADIXE PÊŞ ÇAVAN

Têkildarî tevlîbûna Mîralay Hussam El Ewak li nava refên QSD'ê, Silo got, "Rêzdar Mîralay El Ewak ji Artêşa Azad qut bû û xwest tevlî nava hêzên me bibe. Me ev bi kêfxweşî pêşwazî kir. Di demeke kurt de rêzdar Hussam El Ewak tevî komek ji hevalên xwe ji Artêşa Azad qut bûn û tevlî nava refên me bûn. Ev yek jî rewşa heyî ya Artêşa Azad radixe pêş çavan. Ji ber ku Artêşa Azad êdî bûye pêlîstokek di destê hêzên derve de. Bi taybetî veguheriye nûnerê Tirkiyeyê yê li ser axa me. Tevî hevalên xwe yên nû tevlî refên me bûne, em ê karê xwe yê avakirin û azadiya Sûriyeyê bidomînin. Tevî Hussam El Ewak gelek fermandarên din tevlî nava refên me bûn. Van hevalên me ku xwedî tecrûbeyeke bilind a leşkerî ne, wê hêza me xurtir bikin. Wê hîn bêhtir fermandar, pispor û şoreşger tevlî bibin."

JI BO PÊŞÎ LI REVA ÇETEYAN BIGIRIN, ME ÇEPERÊN XWE YÊN LI SER SÎNOR XURT KIRIN

Li ser bandora operasyona Mûsilê jî got, ""Dibe ku çeteyên DAIŞ'ê ji Mûsilê birevin û hewl bidin ber bi aliyê me ve bên. Lewma me ewlekariya li ser sînorê xwe zêde kirin. Me çeperên xwe yên li ser sînor ji nû ve nirxandin. Rêyeke din a revê ji bo DAIŞ'ê heye. Ew jî nehiya Bokemal a li sînorê Dêra Zor e. Wê hewl bidin ji wî alî ve bên."

HÊZÊN DIYARKER ÊN LI SER RÛYÊ ERDÊ, QSD Û REJÎM E; LAZIM E PIRSGIRÊK BI DIYALOGÊ ÇARESER BIBE

Têkildarî rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê Telal Silo işaret bi diyalogê kir û got, "Ji bilî çareseriye bi diyalogê ya Konseya Ewlekariyê di navbear rejîmê û mûxalefeta me de, ti rêyeke din nîne."

Silo anî ziman, pirsgirêk di navbera hêzên Sûriyeyî de dikare were çareserkirin û anî ziman, hêzên li ser rûyê erdê xuya ne, QSD û rejîm e. Silo bibîr xist, ku ew ji bo Sûriyeyeke demokratîk û federal têdikoşin û got, "Sîstema federal berevajî parçekirina Sûriyeyê, bingeha yekîtiya Sûriyeyê ye."